Hesîna Guler (74) yek ji dayikên ku ev du meh in li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin. Ew li navçeya Çinara Amedê hatiye dinê. Ew hêj zarok e bar dikin diçin gundê Kerxa Jêr a bi ser navçeya Bismila Amedê. Hesînayê li vî gundî bi Siddik Guler re dizewice û 13 zarokan wan çêdibin. Bi karê çandiniyê ango cotkariyê debara xwe dikin.
Her çiqas kar û barên gund zor bin jî lê Guler ji jiyana gund kêfxweş bûye. Di sala 1994’an de li gundê wan di navbera leşker û gerîlayên PKK’ê de şer diqewime û pişt re leşker bi ser mala wan de digirin. Mehmet û Siddik Guler ên birayê hev tên binçavkirin. Her du jî li qereqolê demek dirêj bi her cure îşkenceyê re rûbirû dimînin û pişt re tên girtin. Sîleha ku aydî Siddik Guler e li malê tê girtin wek ‘delîlê sûc’ tê qebûlkirin û tevî ku delîlek nebû jî tê gotin Guler ketiye şer. Mehmet Guler çend sal şûn ve tê berdan û ji ber vê sîlehê 36 sal ceza li Siddik Guler tê birîn.
Mala wan şewitandin û wan ji gund derxistin
Piştî girtinê jî zextên li ser malbatê naqedin. Carek din leşker bi ser gund de digirin û dixwazin ku malbata Guler di 24 saetan de gund biterkîne û mala wan didin ber agir. Her çiqas malbat bi darê zorê ji gund were derxistin jî lê xwe ji axa xwe dûr naxe. Malbat koçî navenda Amedê dike û tên li taxa Korhata navçeya Rezanê bicih dibin. Di wan serdeman de dîtina malan jî gelek zor bûye. Du jinên û bi kom û kulfetên xwe ji nû ve dest bi têkoşînê dikin. Di vê pêvajoyê de lawên Hesîna Guler, Yaqûp û Hebîb berê xwe didin çiya. Yakûp piştî ku tev li PKK’ê dibe di sala 1998’an de li şerek Çiyayê Dorşînê jiyana xwe ji dest dide. Malbat bi salan ji lawê xwe agahî wernagire û piştî salên dûr û dirêj di sala 2015’an de agahiyê didin malbatê ku lawê wan jiyana xwe ji dest daye. Hebîb Guler jî di sala 2000’î de li şerek li navçeya Heskîfê birîndar dibe û tê girtin.
Emrê wê li ber girtîgehan derbas bûye
Hesîna Guler ji bo hevjîn û lawê xwe bibîne bi salan e diçe ber deriyê girtîgehan. Guler ji aliyekî ve bi êşan re rûbirû dimîne û ji aliyekî jî neçar e ku hêz bide hevjîn û lawê xwe. Guler dibêje wextê lawê wê tê girtin hevjînê wê li Girtîgeha Midyadê girtî ye û wextê diçe hevdîtina hevjînê xwe dibîhîze ku lawê wê birîndar bûye û hatiye girtin. Wextê agahiya girtina lawê dide hevjînê xwe ew jî dibêje ‘Xwezî qet nehatibûya girtin, mayîna li vir gelek zor e.’
Di girtîgehê de nexweş ketiye
Hesîna Guler 26 sal in li diçe ber deriyê girtîgehan û ji ber sewqên law û hevjînê wê ew li gelek bajaran digere. Siddik Guler niha li Girtîgeha Îskenderûnê girtî ye û nexweş e. Du caran anjiyo bûye, carek ji çavê xwe emeliyat bûye û gelek nexweşînên din pê re hene. Her wiha demek li ser sandalyeya bi teker çûye û hatiye.
Berdana Guler tê redkirin
Ji bo Siddik Guler were berdan gelek caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) û Wezareta Dadê hat xistin lê ev serlêdan bêbersiv hatine hiştin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê jî ji bo Guler were berdanê serlêdan kiribû lê hat redkirin. Hebîb Guler jî serlêdana ku li ve bavê xwe binêre kiribû û ev serlêdan jî hatiye redkirin.
Ji ber çalakiyê tê girtin
Hesîna Guler dibêje ‘Emrê min li ber deriyê girtîgehan derbas bû.’ Ew di heman demê de endama Meclisa Dayikên Aştiyê ye. Di çalakiyek dayikan ku di sala 2006’an de li Parka Koşuyolu ji bo protestokirina şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar dixin de bi 23 dayikên aştiyê re tê girtin. 40 rojan li Girtîgeha Amedê dimîne û pişt re tê berdan.
Me şahidiya Hesîna Guler kir
Guler bi salan e tevî hemû zextan jî gavek jî ji têkoşîna xwe paş de gav neavêtiye. Niha ew yek ji pêşengên wan dayikên ku li Baroya Amedê Nobeda Edaletê digirin e. Me jî şahidiya rojek têkoşîna Guler kir û me berê xwe da mala wê. Guler deriyê mala xwe li me vekir û xêrhatina me kir. Beriya biçe Nobeda Edaletê nimêja xwe kir û diayan kir. Tevî temenê wê dirêj e û gelek nexweşînên wê hene jî diçe beşdarî nobedê dibe.
Baro bûye mala wê ya duyemîn
Ji malê derdikeve, hêdî hêdî di merdîwanê dadikeve û diçe li wesayîtê siwar dibe û berê xwe dide Baroya Amedê ku jê re bûye wek mala wê ya duyemîn. Heta em gihîştin avahiya Baroyê di rê de ji me re qala çalakiyên ku beşdar bûye dike. Hesîna Guler destnîşan kir ku heta edalet bicih were, cîhanek azad ji bo zarokên wan were avakirin wê tu tiştek nikaribe wê ji doza bi paş ve bihêle. Her kes li avahiya Baroyê dicive û ji hev re dibêjin ‘bi xêr hatî.’ Çimkî ev mekan êdî bûye mala wan dayik û malbatan. Nobed li ber wêneyê Tahîr Elçî ku li Sûrê hat kuştin û tu pêşketin di doza wî de pêk nehatiye dest pê dike. Malbat dibêjin ew tenê ne ji bo xwe ji bo her kesî edaletê dixwazin.
Sê sal e ku kurê xwe nabîne
Guler anî ziman ku sê sal in wê kurê xwe Hebîb ê li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tê ragirtin nedîtiye û ji destpêka pandemiyê ve tenê meha borî çûye hevjînê xwe Siddik dîtiye. Li gel ewqas di rêyek dirêj de diçe jî tenê 30 deqîqe hiştine ku hevdîtin pêk were û li hember vê bi nerazîbûn e.
‘Em wan bêxwedî nahêlin’
Guler da zanîn ku li gel hemû bêderfetiyan jî dixwaze ji hevjîn û lawê xwe re piştevaniyê bike û wiha got: “Duh zarokên min çûn hevdîtina bavê xwe. Tenê nîv saet hevdîtin pêk hatiye. Hêj em rewşa hev napirsin dibêjin dema we qediyaye. Her meh em ji her yekê re 500 lîre dişînin. Em deyn dikin û dişînin. Girtiyên me tu demê ne bêxwedîbûn û dê bêxwedî jî nemînin.”
Guler destnîşan kir ku ji çalakiya Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar feyzê girtine û ev tişt anî ziman: “Dema ez li televîzyonê temaşe dikim, dilê min dişewite. Ez çûm serdana malbata Şenyaşar. Di bin germ û baranê de çalakiya wan dewam dike.”
‘Daxwaza me û malbata Şenyaşar yek e’
Guler anî ziman ku daxwazên malbatên girtiyan û malbata Şenyaşar heman daxwaz e û wiha domand: “Em hatin wê rewşê ku em biryara çalakiyê li Baroya Amedê li dar bixin. Me qet nebe wê parêzer me bibînin û em ê rewşa xwe ji wan re bêjin û belkî bo me bibin alîkar, lê belê haya parêzeran ji me nîne. Em edaletê dixwazin. Em mirovatî û wekheviyê dixwazin. Em dixwazin girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyaye werin berdanê. Her dever kirine girtîgeh. Zilmek mezin li ser girtiyan heye. Her tim bi ser odeyên wan ve digirin.”
Heta ku girtiyên nexweş werin berdan dê têbikoşe
Guler diyar kir ku hevjînê wê extiyar e, nexweş û rewşa wî xeternak e û girtiyên nexweş êdî hatine wî halî ku nikarin li xwe binêrin û wan terkî mirinê dikin.
Guler bal kişand ser girîngiya têkoşîna edaletê û wiha got: “Çavên min nabînin, çongên min diêşin lê dîsa jî ez têm vir û ez ê her li vir bim. Em dixwazin hemû xizmên girtiyan werin vir. Em tenê ne ji bo xwe ji bo her kesî edaletê dixwazin.”
Dayika Hesîna piştî van gotin û hestên xwe li kêleka malbatan dest bi Nobeda Edaletê dike.
Çavkanî: MA / Dîcle Muftuoglu – Ozgur Paksoy / AMED