Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Encam diyar e, divê dewlet biguhere 

Erdheja ku wekî ‘bobelata sedsalê’ tê nirxandin xuyaye ku dê pêşiya gelek guhertinan veke. Şêwaza dewleta nû ya ku ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve hatibû avakirin bi erdheja mezin re hejiya û ber bi hilweşînê ve diçe. Serokê AKP’ê Erdogan ji bo ku bikaribe bi lezgîn guhertinan bike û kontrola dewletê bixe destê xwe di nîsana 2017’an de şêwaza rêvebirina dewletê guhert û hemû hêza rêvebirinê xist destê serokkomar û ew bixwe jî bû serokomar. Lê mixabin ji wê demê heta niha ligel ku AKP-MHP zêdetir di nava burokrasiyê de bi cih bûn jî kontrola wan a li ser civakê roj bi roj kêmtir bû. Her ku bandora wan kêm bû serî li rêbazên tirs û şerê taybet dan. Ji sala 2018’an û vir ve bi êrîşên li ser Rojava rewabûna xwe di nav raya Tirkiyeyê de dane avakirin. Lê israra di şer de roj bi roj dewlet ber bi krîzeke din ve bir: Krîza aborî bû rojeva sereke ya dewletê. Maliyeta şerê teknîkê û derveyî sînorê Tirkiyeyê gelek zêde bû.

Desthilata AKP’ê di cihê ku formata netewdewleta navendî nerm bike û hinek erkan bi rêveberiyên herêmî re parve bike û barê dewletê sivik bike de gelek erkên herêmî betal kirin û yekeyek bi rêveberiya navendî ve girê dan. Ev jî têrê nekir, gelek saziyên dewletê veguherandin şîrketên tîcarî. Bi çavê bazirganiyê li dewletê nihêrî. Di çavê Erdogan de dewlet şîrket û hemwelatî jî mişterî bûn. Karesata Kizilayê ku çadir firotin komeleya Ahbap’ê nîşaneya vê ferasete ye. Bi sedhezaran mirov ji serma li ber mirinê bûn lê saziya ku diviyabû çadiran li gel belav bike, bi bûhayekî zêde çadir difirotin. Di xwezaya bazirgan de karê zêde heye. Heke dewlet şîrket be û rêvebir bazirgan be, karesateke derveyî vê bûyerê nayê hêvîkirin.

Ji kêliyên destpêkê heta niha hawarên ‘Ka dewlet’ ji herêma erdhejê bilind bûn. Lê Erdogan gef li kesên ku ev rastî anîn ziman xwarin û gotinên nebaş ji bo wan bi lêv kirin. Şêwaza dewleta ku ji aliyê Erdogan ve hatibû avakirin bi erdhejê re têk çû lê di cihê ku vê rewşê qebûl bikin û li çareseriyê binêrin de hê jî di xeletiyan de israr dikin.

Erdogan berî çend rojan li Semsûrê axivî. Diyar kir ku ji ber di rojên destpêkê de xebateke li gorî daxwazan pêk neanîne helaliyê dixwaze. Lê diyar nekiriye ka ji ber çi xebateke baş nehatiye kirin. Ji ber feraseta ku dewlet serweriya xwe wenda neke û kes nebêje ‘ka dewlet’, ‘di cihê dewletê de saziyên civakî hatin bi hewara me ve’ bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber pozbilindiya desthilatê bi deh hezaran kes bêdayîk, bêbav û bêzarok man. Ev ne tiştek biçûk e. Ev ne rewşeke ku di kêliyekê de çûbûye jî. Ne ji ber xeletiya biryareke di wê kêliyê de ye. Encama karesata dewleta netew a navendî ye. Dewleta ku ji bilî xwe, îradeya tu saziyên din qebûl nake ye.

Îro wezîrê parastinê bersiv daye pirsên ‘artêş û leşker çima zû bi hewara gel ve nehatin’. Akar wiha dibêje: “Ma ewqas hêsan e. Kî dê sînoran biparêze? Ma em Surî vala bikin? Ma em Iraqê vala bikin?” Bersiva pirsan dîsa bi pirsan daye. Wê demê em jî çend pirsan bikin. Çi karê artêşê li Iraqê heye? Çi karê artêşê li Sûrî heye? Qey kesên di bin kavilan de mane ne hemwelatiyê vî welatî ne? Heke qîmeta canê kesên di bin kavilan de mane tune ye naxwe çima hûn kesên jiyana xwe ji dest dane wekî şehîd diyar dikin?

Pirs dikarin werin zêdekirin lê ya girîng bersiv in û mixabin di cihê ku desthilat bersiva van pirsan bixwe bide de bersivan ji gel dixwaze. Dema gel bersivan dide jî qebûl nake.

Pêvajoya erdhejê ji ber feraseta dewletê bi xwe re hinek encam derxistin holê. Desthilat bixwaze nexwaze êdî muxatabê van encaman e.

1-Dewleta navendî xitîmî û pêdivî bi guhertina şêwaza dewletê heye. Divê dewlet erkên rêvebiriyê bi herêman re parve bike

2-Baweriya bi desthilatê hem di hundir de hem jî li derve şikest. Gelek derdorên ku heta dawî bi desthilatê bawer bûn alîkariyên xwe ne bi saziyên dewletê re bi saziyên civakî re kirin. Bankaya cîhanê û hinek dewletan jî anîne ziman ku ew dê alîkariyên xwe ne bi riya hikûmetê, bi riya projeyên rêvebiriyên herêmî bikin. Her wiha ajansên wekî Reutersê ji niha ve behsa rewşa piştî AKP-MHP dikin.

3-Ji ber polîtkayên bîrdoziya fermî têkiliya herêma erdhejê hem bi tevgera kurd û sosyalist re hem jî bi muxalefetê re hatibû qutkirin. Lê vê herêmê di pêvajoya erdhejê de hem rastiya HDP’ê dît hem jî rastiya desthilatê.

4-Derket holê ku civaka rêxistinkirî ji hemû hêzan zûtir dikare organîze bibe û ji pirsgirêkan re bibe bersiv. Çiqas kêm dewlet ewqas zêdetir civak.

5-Muxalefeta Tirkiyê yekeyek şahidiya modela tevgera kurd kir. Hate dîtin ku tenê modela Amedê dikare ji pirsgirêkan re bibe bersiv.

6-Otorîteya artêşê di nav gel de şikest. Hate dîtin ku ev artêş êdî ne artêşa berê ye. Kapasîteya vê artêşê têrê nake ku ji bûyerên xwezayî re bibe bersiv.

7-Desthilatê, pesnê xwe herî zêde bi sektora inşaat û bajarvaniyê dida. Lê hişmendiya bajarvaniya desthilatê iflas kir. Modela bajarvaniyê di heman demê de modela civaka tê xwestin ku were avakirin e. Ji ber vê tenê ne modela bajarvaniyê modela civaknasiyê jî iflas kir.

Niha dû rê li ber desthilatê hene: yan dê bêje “ez hew dikarim bi rê ve bibim” û pêşiya demokratîkbûna welat veke yan jî dê di xeletiyan de israr bike û zirareke mezintir bide welat.

Nûçeyên Têkildar