Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Encama bêdengiyê mirin e!

Tirsa me jê dikir, bi serê me hat! Êvara 30’ê Tîrmeha 2021’ê li Konyayê bi ser me hat.  Ji heman malbatê 7 kes tenê ji bo ku kurd bûn, ji aliyê çete û nijadperestên rejîma faşîst a tirk ve hatin qetilkirin û mala wan hat şewitandin.

Dîmenek pir bi êş û ji bo kurdan jî bersivek pir zelal e. Ev bû berdêla bêdengiya kurdan. Her ku bêdeng bibin, dor tê me. Ji ber ku ev kiryar ne tesadûf û ji rêzê ne, bi plan û bername ne. Rejîma tirk bi çeteyên xwe yên kirêkirî û çekdayî destan, dike.

Berî niha jî li ser vê malbatê 12’ê Gulanê komeke ji 60 kesî êrîşî wan kiribûn. Kesên êrîş biribûn ser 4 jê jin 7 kesên malbata Dedeogûllari, gotibûn “Em ulkucî ne, em ê nehêlin hûn li vir bijîn” û bi kevir, kêr û daran êrîş biribûn ser wan. Têkildarî êrîşê 5 kes hatibûn girtin lê bi hinceta “delîl kêm in” hatibûn berdan.

Ji vê jî dixuyê ku daraz û hikûmet li pişt vê ne û vê bi plan dike.

Dîsa dixwazim balê bikişînim ser çend nimûneyên din û bêm ser mexseda  xwe ya esasî. Bêdengî çi bi xwe re tîne? Goristana Xerzanê ya Şehîdan bi kepçe hat hilweşandin û gorên şehîdan li bin peyarêya Goristana Kîlyosê hat bicihkirin û hestiyê wan xistin koliyan. Bi demê re hestiyên şehîdan di koliyan de radestî malbatê hat kirin.

Di demê Berxwedana Xwerêveberiyê de li Cizîr, Sûr, Silopya, Wan, Gever, Colemêrg û gelek deverên din bi tank û topan êrîşî kurdan kirin. Bi saxî li Cizîrê ciwanên kurd di jêrzemînan de şewitandin. Tevî ku ewqas Hevserokê Meclisa Cizîrê Mehmet Tûnç bang kir lê em bi pêwîst bi ber banga wî neçûn, ew encam derket.

Di nava mîtînga HDP’ê ya hilbijartinê de bombe teqandin, li Pirsûs û Enqereyê bombe teqandin. Bi dehan kes û ciwan bûn qurbanî.

Dîsa Rojava li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagirkirin û hê jî kiriyarên dermirovî yên mîna revandin, destdirêjî-destavêtin, girtin û talanê didomin.

Di dîroka nêz de avêtin ser avahiya HPD’ê ya Îzmîrê Denîz Poyraz qetil kirin.

Li Başûr êrîşên dagirkeriyê bê hed û hesab didomin.  Li Bakur û dîsa metrepolên Tirkiyeyê her cihê kurd lê be bi van çeteyan êrîş dibin û hebûna kurdan qebûl nakin. Dîsa bi hezaran mînakên din ên ji dîroka kurdbûnê ve hene, dikarim rêz bikim.

Lê her ku em bêdeng bimînin, wê ew dîrok nû bibe. Duh li Konya, sibe li Qeyserî, Edene, Mêrsîn û gelek deverên din bi serê kurdan were.

Divê êdî ev bê zanîn ji bo dijmin kirasê li me bê çaw, kefen û mirin e. Ziman û nasnameya ji bo kurdan ‘tunebûn e’. Qetil û malê me kurdan helalê wan e. Ji bo vê ye ku her bêdeng bimînin, gavek din ev yek nêzî me dibe. Ji bo van dagirker û hovan hewceyî bi hinceta nîne, kurd be bes e. Qetlê te helal e.

Îro divê her kurd vê rastiyê bibîne û wisa bikeve tevgerê. Me bi dehan caran berdêla bêdengiyê dît û bi canê xwe da. Hew canê me maye em bidin.

Her gava ku dijmin, teng bûye, bi van çeteyan êrîş dibe ser kurdan û dixwaze çavê kurdan bitirsîne. Divê bê zanîn ku ev çete hemû jî li ser ferman û daxwaza rejîma tirk tên kirin. Di mikurhatin û dîsa daxuyaniyên wan de bi vekirî bi dehan caran hat nîşandan ku çek li ser alîgirên xwe belavkirin û kengê bixwazin dikarin karên ‘terorî’ bikin. Jixwe serçete Sedat Pekar jî di îtirafên xwe de ev yek vekirî got ku gelek çek winda ne û ew çek jî 30’ê Tîrmehê li hemberî kurdan hate bikaranîn. Wiha biçe jî wê hê zêdetir jî bê bikaranîn.

Niha tam dema wê ye ku bêjin bes e. Bêdeng bimînin em ê li benda mirina xwe bin. ‘Nebin yek em ê biçin yek bi yek’. Mayîna benda ku hinek bên me xilas bikin, tenê xeyal e. Xapandin e. Tu nebî dermanê birîna xwe kes nabe derman. Divê êdî ev yek bê zanîn. Hewara xwe gihandina saziyên navneteweyî, daxwaz ji wan kirin tu tiştî bi xwe re neyne. Jixwe ev yek piranî li ser bêdengî û çekên wan tê kirin. Kurd hatin kîmyakirin, bi çekên wan hatin kîmyakirin. Kurd hatin qetilkirin, bi balafir û tank-topên wan. Baş e, di rewşek wiha de hêvîkirina ji wan dê çi bîne? Tiştekê neyne.

Gelo em ji bo mirinê amade ne yan ji bo hebûnê? Terciha me wê çi be? Wê bi vî rengî heta kengê dom bike? Bersiva xwe zelal bike û bikeve tevgerê. Xwe bike yek û yekitiya xwe çêbike û bikeve tevgerê.

Niha li her derê ji bo kurd bên tunekirin, serî li her kiryarên dermirovî û qanûnî didin. Li Başûr hinek aliyên kurd dane gel xwe û rê li Tevgera Azadiya Kurd digirin, li Rojava çete dane gel xwe û li Bakur jî bi çeteyan û nijadperestan dixwazin kurdan qir bikin. Di roja îro de jiyana tu kurdekî li metrepolên Tirkiyeyê ne di ewlehiyê de ye. Divê kurd baweriya xwe bi cîrantiya tirkan neynin. Pêşiyên kurdan bela sebe negotine ‘Dijminê bav nabe dostê kur’. Sed sal cîrantî bike, kengê derfet dît, wê derba xwe danîn. Ji bo êrîşî kurdan bikin, hewcehî bi hincetan nabînin.

Rabe û li her derê ji bo daxwaza heq û azadiya xwe têbikoşe. Jin, ciwan û her kes, li her cihê lê xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolan û qadan. Ne bi rengek wiha be, encam nagire. Sazî û dezgehên kurd, demokratîk û muxalîf divê pêşengtî ji vê re bikin.

Nûçeyên Têkildar