Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Encama Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî diyar bû

Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî îsal jî hat lidarxistin. Encamên pêşbirkê jî hate ragihandin. Li gorî vê, helbesta Mûrat Oruç a bi navê ‘Radişo’ bû yekemîn

Encamên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ya Weşanên Sor û malbata Arjen Arî li dar dixe aşkera bû. Pêşbirk 6 salin li ser navê Arjen Arî tê li dar xistin. Arjen Arî di 30’ê cotmeha sala 2012’an de li Amedê ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Her sal jî li ser navê Arjen Arî pêşbirk tê lidarxistin.

Encamên xelatên pêşbirkê li Şaxa Egîtîm Sen a Amedê bi civîneke çapemeniyê hate ragihandin. Di civînê de nivîskar Reşo Ronahî axivî û wiha got: “Duh Cejna Zimanê Kurdî bû. Arjen Arî heta dawiya emrê xwe ji bo ziman û wêjeya kurdî hewl da. Em dixwazin gotinên wî yên derheqê ziman de bibîr bînin. Dibêje; ‘ez bi zimanê xwe hebim, kulîlk bi rengê xwe hebe, şalûl bi dengê xwe, tuyê bi çiyê xwe hebî, heke zimanê te tune be?’”

Ronahî dest nîşan kir ku ew jî bi saya Arjen Arî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û wiha pê de çû: “Îsal pênc dosyeyan serî li pêşpirkê dan. Dosyayekê şertê serlêdanê bicih neanî. Ji ber wê nekarî beşdarî pêşbirkê bibe. Jurî Îrfan Amîda, Mem Bawer, Zulkuf Ergun, Berken Bereh û Necla Arî xelat diyar kirin. Jûrî Berken Bereh ji ber pirsgirêkên xwe yên malbatî nekarî dosyeya bixwîne û binirxîne ji ber vê yeke bi qenaeta hevpar a her çar endamên juriye dosyeya helbestvan Mûrat Orûç a ‘Radişo’ hêjayî xelatê hate dîtin. Em weke amadekarên vê pêşbirkê wî pîroz dikin. Em bi hevîne ku dê di qada helbesta kurdî de çalak û afirîner be.”

Xwest ku danasîna pêşbirkê bê kirin

Di berdewamê de jî Ronahî got ku li gel vê xelatê, her sal xelata rûmetê didin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îsal Îsmaîl Beşîkçî hêjayî xelatê hate dîtin. Ji ber ku kêm kes hene weke Beşîkçî ji bo azadî û çarenûsa gele kurd ked dabe û tekoşiyabe. Dê merasîma xelatdanê li Fûara Pirtûkan a Amedê bê li dar xistin. Dema ku bername zelal bû em ê ragihînin. Em bang li canik û camêrên ciwan dikin da ku sala bê helbestên xwe bo pêşbirka helbestan a Arjen Arî bişînin û em bang li sazî û dezgeh û medyaya kurdan dikin da ku bêhtir danasîna pêşbirkê bikin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar