Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Encama şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê dê giran be’

Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglu da zanîn ku polîtîkaya şer a dewleta tirk, ji bo nuxûmandina aloziya li Tirkiyeyê û domandina temenê AKP-MHP’ê tê meşandin. Pîroglu got ku dê şandina leşkeran a Lîbyayê ji bo dewleta tirk encamên giran bi xwe re bîne

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglu têkildarî tezkereya Lîbyayê û kuştina fermandarê Hêzên Qûdsê Qasim Silêmanî ji MA’yê bi Nacî Kaya re axivî.

Mûsa Pîroglu anî ziman ku îktîdar ji bo nuxûmandina aloziya heyî, di polîtîkaya şer de israr dike û wiha domand: “Ji ewil êrîşî Efrînê kirin û ev şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê domandin. Bloka AKP-MHP û Ergenekonê ji bo domandina hebûna xwe serî li hewldanên nû didin. Li ser vî esasî tezkereya Lîbyayê erê kirin. Ji ber polîtîkayên şer, pirsgirêka milyonan welatiyan nabînin. Ger ku leşkeran bişînin Lîbyayê dê li Lîbya bi tena serê xwe şer neke. Dê Misir, Erebistana Siûdî û gelek welatên ereb jî li hemberî xwe bibînin. Her wiha dê Rûsya, DYA u welatên ewropayî jî li hemberî xwe bibînin. Jixwe bi erêkirina tezkereyê re Trump, Rûsya û welatên din ên herêmê daxuyaniyên şermezarkirinê dan. Ev jî nîşan dide ku dê pevajoyeke pir nebaş dest pê bike.”

‘Şer ji bo dirêjkirina temenê AKP’ê tê kirin’

Di berdewamê de jî Pîroglu da zanîn ku şandina leşkeran a ji bo Lîbyayê, ji politîkaya dewletê zêdetir ji bo dirêjkirina temenê AKP’ê ye û wiha pê de çû: “Rêxistina Îxwanê yek ji beşên bloka AKP’ê ye. Stratejiya sereke di serdema Davutoglu  de hate avakirin. Îxwan di serdema serhildanên ereban de bikar anîn. Li Misirê encam negirtin. Li Sûriyeyê ketin valahiyê. Heta ev yek li Cezayîr û Sudanê jî derbasdar e. Diyar bû bê ka bi balafirên Tirkiyeyê çawa çekan ji Somalî, Sûdan û Yemenê re çek tên şandin. Meseleya Tirkiye û Lîbyayê meseleyek nû nîne. Ji roja destpêkê ya şer heta niha çekan dişînin Lîbyayê.”

‘Noqteya ku xetên boriyê digehijin hev Kurdistan e’

Bi domdarî jî Piroglu Tirkiye hişyar kir û wiha got: “Dê encamên wê giran bin. Ya ku Bayraktaran ku xizmên Erdoganin dewlemend dike, şerê heyî ye. Piraniya balafirên bêmirov ên ji hikûmeta Trablusê re tên şandin, yên Bayraktarin. Ji sedî 70 axa Lîbyayê di destê hêzên Hafter de ye. Şensê Tirkiyeyê ku li wir mayînde bimîne nîne. Peymana ku di navbera Îsrail, Qibris û Yewnanistanê de hatiye îmzekirin, dê li pêş Tirkiyeyê bibe astengiyeke mezin. Hêzên emperyalîst dixwazin axê ji nûve parve bikin. Şerê li Sûriyeyê li vir krîstalîze bû. Noqteya ku xetên boriyê lê digehijin hev, Kurdistan e. Ji ber vê yekê hêzên emperyalîst û aktorên herêmê dibin alîgirê şerê li Rojhilata Navîn. Sedema dijminantiya gelê kurd jî şerê parvekirinê ye. Heta ku Tevgera Azadiya Kurd nexin kontrola xwe, dê şerê wan li vir bidome. Lê ya lîstika polîtîkayên emperyalîzmê xera dike, berxwedana kurdan e.”

Kuştina Silêmanî

Herî dawî jî Pîroglu bal kişand ser kuştina Silêmanî û ev tişt anî ziman: “Em ketine pêvajoyeke wisa ku peymanên navneteweyî li ser avê hatine nivîsandin. Balafirên şer ên ku DYA li Iraqê firandin, li navenda Bexdayê dixe. Îsraîl bi hêsanî Sûriyeyê bombebaran dike. Rûsya heman tiştî dike. Tirkiye heman tiştî dike. Ev hemû li dijî peymamên navneteweyî ne. Ev polîtîka tenê bi parçekirina bloka AKP-MHP û Ergenekonê dikare bi dawî bibe.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar