Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Encama şer ya meha adarê hat aşkerekirin

HPG’ê, di derheqê bîlançoya şer a meha adarê de ev tişt got: “Dewleta tirk a dagirker, 53 caran bi çekên kîmyewî, 72 caran bi balefirên şer, 1357 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û çekên giran êrîş kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di bîlançoya şerê meha adarê aşkere kir. Di daxuyaniya HGP’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Rejîma AKP-MHP’ê ku dijminê sondxwarî yê jin, ciwan û gelan bi taybetî kurdan e, ji bo li ser piyan bimîne di şer de israr dike. Êrîş, înkarkirin û tunekirina kurdan, ji bo têgihiştina faşîst a siyasetê ya li Tirkiyeyê rêya herî hêsan e, ji bo rejîma AKP-MHP’ê bûye polîtîkayeke mayînde. Di vê demê ku Tirkiye di her warî de di nava krîzeke kûr de ye, gelên Tirkiyeyê bi êş û birçîbûna dinalin, rejîma AKP-MHP’ê bi bilindkirina şovenîzmê û kûrkirina faşîzmê hewl dide xwe li ser desthilatdariyê bihêle. Ji bo vê yekê pêk bîne êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd zêde dike.

Tevî ku hêzên me yên parastinê di pozîsyona bêçalakîtiyê de bûn jî, rejîma AKP-MHP’ê li dijî bakur û rojhilatê Kurdistanê êrîş û operasyonên xwe yên leşkerî bê navber didomînin. Bi taybetî li Dêrsîm, Besta, Mêrdîn, Cûdî û Colemêrgê li gelek cihan gelek çalakî hatin lidarxistin, li dijî hêzên me êrîş pêk hatin, li hin cihan hevalên me şehîd ketin. Artêşa tirk her roj bi hêzên xwe yên hewayî û bejayî ve êrîşên xwe yên bê navber ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve didomîne. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi qasî ku hêzên me dikarin di nava mehekê de tespît bikin; 72 caran bi balafirên şer, 1357 caran bi helîkopterên êrîşê, obus, hawan, tank û çekên giran hatiye bombekirin. Çeperên berxwedanê yên gerîla 53 caran bi topên fosforê, bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Hêzên me yên ku timî rastî êrîşên artêşa tirk hatin, ji bo parastina xwe bersivên pêwîst dan, di encamê de 32 çalakiyên gerîla hatin lidarxistin û 6 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de pergaleke kameraya mobese û dronek jî hate rûxandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar