Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Encamnameya 3’yemîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê encamnameya kongreya xwe ya 3’yemîn bi raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka êzidî bi keyfxweşî hatiye pêşwazîkirin. Di encamnameyê de bang li dewleta Iraqê hate kirin ku ji bo ku civaka êzidî careke din rastî komkujiyan neyê, îradeya siyasî û leşkerî ya Şengalê nas bike

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) kongreya xwe ya sêyemîn bi tevlêbûna 250 delegeyan, li bajaroka Xanesorê bi dirûşma ‘Rêxistina civaka êzidî bingeha jiyana azad û demokratîk e’ li dar xist. Piştî ku kongre bi dawî bû, encamnameya wê hate aşkerakirin.

Encamnameya 3’yemîn Kongreya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê wiha ye:

“Ji bo raya giştî

Kongreya me di 14’ê tîrmeha 2019’an di roja yekşemê de bi beşdariya 250 delege û gelek mêvanên bi rûmet, bi rêzgirtina ji bo giyanê tevahiya şehîdên fermanan û şehîdên şoreşa azadiyê dest pê kir. Kongre bi diyar kirina rojevê dom kir û bi serkeftî bi encam bû.

Di destpêka kongreyê de peyama Rêber Apo ya ji bo civaka êzidî şandibû hate xwendin û mohra xwe li kongreyê da. Xwendina peyamê di salona kongreyêde di nava beşdarvan û gelê Şengalê de bû sedemê dilgeşî, keyfxweşî û moralekî bilind. Her wiha coş û xûrûşek di nava gel de çêkir. Silav û heskirinên Rêber Apo ya ji bo gelê Şengalê di nava beşdaran de hestiyarî û girêdanbûnekî pir mezin ava kir. Gelê Şengalê bi diruşma ‘Bijî Rêber Apo’ re heskirin û girêdana xwe ya bi Rêber Apo re nîşan da.

Gelek mijarên cuda hatin nirxandin

Yek ji rojevên kongreyê ya girîng, nirxandina rewşa siyasî û pêve girêdayî, rewşa herêma Şengalê û erk û berpirsyariyên di pêşerojê de dikevin ser milê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bû. Di roja salvegera şehîdên berxwedana zindana Amedê ya 14 Tîrmehê de li darxistina kongeyê, nirx û wateyeke xwe yê pir cuda hebû. Li ser vê bingehê bi giyanê şehîdên 14’ê Tîrmehê û di kesayeta Mamê Civaka Êzidxanê Mam Zekî û pêşengê başûrê Kurdistanê endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK rê heval Diyar Xerîb, tevahiya şehîdên tekoşînê hatin bibîranîn. Li ser giyanê wan ê bûyî rênîşandan, pêşketinên dawî hatin nîqaşkirin û erk û berpirsyariyên civaka êzidî hatin nirxandin.

Rêbazên xweparastinê

Di heman çarçoveyê de mijarên weke ji bo parastina nirxên civaka Êzidxanê divê çi were kirin û rêbazên çawa werin esasgirtin hatin nîqaşkirin. Her wiha gavên pêwîst ên ji bo parastinê jî bi berfirehî hatin nirxandin û biryardariyeke xurt hate nîşandan. Di nîqaşên pêşketî de sekneke bi rûmet, helwesteke zelal, vîn û baweriyeke bi nirx derket holê.

Kêmasî û nebesiyên heyî hatin nirxandin

Di beşa duyemîn a kongreyê de kar û xebatên du salan ên meclisê, hemû geşedanên li herêmê û kêmasî û nebesiyên derketin holê ji hêla endaman ve hatin nirxandin. Ji bo ji holê rakirina kêmasî û nebesiyan, gelek nêrîn û pêşniyarên cuda hatin kirin. Di nîqaşan de derket holê ku li gorî derfetan her çiqas hinek pêşketin û guherînên berbiçav hebin jî, ji ber ku pirsgirêk û daxwazên gel weke ku tê xwestin nehatine çareserkirin, ji ber ku bi qasî ku tê xwestin pê re eleqederbûn çênebûye û di dema xwe de gav nehatine avêtin, rexnedayîn hate dayîn. Di encama nîqaş û nirxandinan de biryar hate dayîn ku xebat hîn bêhtir bên xurtkirin, li gorî ruhê demê nêzî kar û xebata bibin û li her dem û deverê ji bo parastina nirxên civakê bersivên xurt bên dayîn.

Biryareke girîng û bi wate

Di beşa sêyemîn a kongreyê de jî, ji bo ku ji mijarên li jor hatine rêzkirin re bibe bersiv û pêşengî û nûnertî ji gelê Şengalê re bê kirin, rojeva hilbijartinê hate nirxandin. Di vê çarçoveyê de ji bo xwenûkirina meclisê û erêkirina meclisa nû, hilbijartin pêk hat. Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di hêla manewî de ji bo ku ji bîranîna fermanên borî re bibe bersiv, biryar da ku hejmara endamên meclisa 73 kes bin.

Endam bi hilbijartinê hatin diyarkirin

73 endamên meclisê li gorî vîna gelê me, bi hilbijartinê hatin diyarkirin û dîwana meclisê hate destnîşankirin. Piştî ku delegeyên meclisê diyar bûn, endamên Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li pêşberî gel û şehîdan soza bi cih anîna erka xwe dan. Di rojên pêş de piştî civîna yekemîn, dê hevserokên desteya rêveber, dîwana meclisê û endamên meclisê bi raya giştî û civaka me ya êzdiyan re were parvekirin.

Pêşniyarên di kongreyê de derketine pêş

Di encama nîqaş, nirxandin û pêşniyarên de di 3’yemîn kongreya me de ev tişt derketin pêş;

* Ji bo pêşeroja Şengalê ya yekemîn, mîsogerkirina pergala xweseriya demokratîk û giyan dayîna wê ye.

* Ji bo parastina nirxên civaka me ya êzidî, biryara mezinkirin û bihêz kirina hêzên YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ku hêzên sereke yên parastina Êzdixanê û herêmê ne, hate dayîn.

* A herî girîng; ji bo valaderxistina polîtîkaya valakirina Şengalê û ji bo mîsogerkirina vegera gelê me, dê kar û xebatên pêwîst bên kirin.

* Ji bo rakirina tola keç û jinên êzidiyan ji DAIŞ û hevalbendên wê, piştgirî ji hewldanên ji bo dadgehkirina DAIŞ’iyan a di asta navneteweyî de bê kirin.

*Weke xala dawî û ya herî sereke, bangawazî li Komara Iraqê hate kirin ku rewşa gelê êzidiyan a heyî ji nêz ve bi şopîne, nirx û destkeftiyên civaka êzidiyan a piştî fermanê bi ked û xebata şehîdan hatin bidestxistin nas bike. Her wiha bi awayeke fermî îradeya wan a siyasî û leşkerî nas bike. Ji bo dahatuya gelê me mîsoger bibe û êdî ferman pêk neyên, pêwîste rayedarên Iraqê girîngiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hêzên parastinê yên Şengalê ji bo gelê me têbigehe û li gorî wê statuya wan bi pejirîne.

Di encamêde bi navê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê em silav û heskirinên xwe ji bo tevahiya civaka xwe ya êzidiyan a her çar aliyên cîhanê, tevahiya dost û piştgirên gelê me yê êzidî pêşkêş dikin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar