Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...
Perşembe - 18 Temmuz 2024

Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Encamnameya civîna Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Kurdistanî

KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîsî encamnameya civîna Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Kurdistanî ku ji gelek partî û rêxistinan pêk tê, aşkera kir

Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî ya KNK’ê bi partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanê re civînek li dar xist. KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encanmaya civînê belav kir.

Di daxuyaniya KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin: “Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Dîplomasîya Hevbeş, roja 02.03.2019’an, civîna xwe ya 17’emîn li navenda KNK ê, li Brukselê pêk anî. Komîteya Dîplomasiya Hevbeş, li gel plansazîya giştî û karên xwe yên rojane, di nava xebateke diplomatîk de ye, bi taybetî dixwaze lobî û dîplomasîyek xurt serî de li Ewropa, Amerîka û li seranserê cîhanê pêşde bibe.

Gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, guhrtin û bûyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, her weha helwest û bandora hêzên cîhanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin gengeşekirin. Grevên birçîbûnê, rewşa çalakgerên greva birçîbûnê, taybetî rewşa zindaniyan weke rojeveke sereke hate destgirtin. Hemî beşdaran vî warî de hesasîyeta xwe anîn ziman û desteka xwe ji çalakgeran re diyarkirin. Rewşa Rojavayê Kurdistanê, taybetî rewşa êrîş û gefên li ser herêmê û bi giştî krîza Sûriyeyê, peywendîyên di nava partî û rêxistinên Rojava, piştî têkbirina DAIŞê rewşa herêmê, rojevekî sereke ya civînê bû. Ji bo deskeftîyên Rojava bêne parastin, di asta dîplomatîk de biryara rêzehevdîtînan hate dayîn. Li ser rewşa Başûr û Iraqê, peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi taybetî bûyerên li deveran diqewimin, xirakirina demografîya deveran, rewşa girtîyên Şêledîzê û ji bo xwedîderketina gel û deskeftîyan, nîqaşên berfireh hatin kirin.Rewşa Şengalê û deşta neynewa, bi awayekî taybet hate rojevê û bi hemî awayî ji bo xwedîderketina bawermendên êzidî û gelê asûrî, sûryanî, kildanî, bû biryara civînê. Heman demê de li ser rewşa Bakur, êrîş û dagirkerîya dewleta tirk ya li Rojava û Başûr, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan, hilbijartinên 31’ê Adarê, bi awayekî taybet hate rojevê û bi awayekî berfireh li ser hate rawestandin. Rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî hate nirxandin. Taybetî sêdaredana zindanîyan û êrîşên li ser kolberan, bi giştî zext û kiryarên xirab yên Îranê, weke rojeveke sereke hatin destgirtin. Her wiha rewşa Rojhilata Navîn, bi giştî pêşketinên herêmê û cihanê hatin nirxandin.

Civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

1- Di serî de Leyla Guven û sedan çalakgerên greva birçîbûnê, ketine rewşeke xeter û di demeke krîtîk de derbas dibin. Niha jî hezaran girtîyên siyasî yên di zindanên Tirkiyeyê de, beşdarî vê çalakîyê bûne. Civîn, vê mijarê weke mijareke hesas û lezgîn dibîne û çalakgeran silav dike. Ji bo ev çalakî bêyî ku berdelên giran bi ser bikevin, civîn plansaziyek lezgîn çêdike û dikeve nava kar.

2- Civîn, tecrîda girankirî ya li ser Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî şermezar dike û bang li rayedarên dewleta tirk dike ku rojeke zûtir bersiv bidin xwestinên çalakgerên greva birçîbûnê û tecrîdê rakin.

3- Civîn, di serî de CPT û Konseya Ewropayê, bang li hemî dem û dezgehên peywendîdar yên navneteweyî dike ku di vî warî de xwedî li erk û wezîfeyên xwe derkevin û piştgirî bidin çalakgeran.

4- Civîn, bang li hemî hêzên kurdistanî û gelê Kurdistanê û dostên gelê me dike ku bi hemî awayî xwedî li çalakgerên greva birçîbûnê derkevin û bi çalakiyên xwe yên cûr be cûr piştgiriyê bidin wan.

5- Hilbijartinên herêmî yên ku wê di 31ê Adarê de li Tirkiye û bakurê Kurdistanê pêk bên, ji bo xwerêvebirina gelê me û ji bo şaredarî ji destê qeyûman bêne derxistin girîng in. Ji bo vê yekê em Hevpeymaniya Kurdistanî ya ku di bin sîwana HDP’ê de pêkhatî silav dikin û ji gelê Kurdistanê û hemî demokratan dixwazin ku lîsteyên HDP’ê destek bikin.

6- Em dixwazin hemî hêzên Kurdistanî, piştevan û hevçeperên gelê me yê li Bakur bin. Divê di warê dîplomtîk de dewleta tirk bi hemî awayî bê tengav kirin û ev îmkan îro zêde ne. Serkeftina Bakur, dibe serkeftina hemî kurdistaniyan.

7- Zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewam in. Rojane kolber tên qetilkirin, girtiyên siyasî têne îdamkirin, siyaseta bêdengkirin gel û asîmîlasyonê tê xurtkirin. Em zekt û êrîşên dewleta Îranê şermezar dikin, tekoşîna gel û hêzên kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê destek dikin.

8- Bi vê munasebetê em, careke din ji hemî partî û rêxistinên rojhilatê Kurdistanê daxwaz dikin ku nakokiyên di nav xwe de bidin aliyekî û yekîtîyek xurt di nav xwe de pêk bînin. Her weha em bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku xwedî li rojhilatê Kurdistanê derkevin û piştgirî bidin gelê me yê li Rojhilat.

9- Başûrê Kurdistanê di rewşeke hesas de derbas dibe. Başûrê Kurdistanê pêwîstî bi alternatîfeke demokratîk heye. Pêwîst e hukûmeteke wêrek û perlementoyek bi îrade li ser kar bin û sîstemek demokratîk bê avakirin.

10- Li başûrê Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografîya herêmê tê guhertin. Em hişyarî didin hukumeta Bexdayê, ji bo tawanên koçberkirin, erebkirin û guherîna demografiya bajarê Kerkûkê û deverên maddeya 140, tedbîran bigirin û dev ji polîtîkayên dema Baesiyan berdin. Divê kesên koçberbûyî vegerin malên xwe û zerer û zîyana wan bêne tezmînkirin.

11- Dagirkeriya dewleta Tirk li Başûr roj bi roj zêdetir dibe. Heyîna hêzên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûr, ji bo deskeftiyên gelê me tehdîteke mezin e. Divê rojeke zûtir hêzên Dewleta Tirk ji herêmê bêne derxistin. Di vî warî de, em serhildan û berxwedana gelê me yê li devera Şêledizê silav dikin. Em polîtîkaya Hukûmeta Herêmê ya derbarê van bûyeran de di cih de nabînin, ev polîtîkayekî di berjewendîyên gelê me de nîne û em ji hukumeta Herêmê dixwazin ku rojekî zûtir girtîyên Şêledizê berdin û xwedî li gel derkevin.

12- Gelê me yê Başûr xwedî çandeke serhildanê ye. Yek ji van serhildanan jî raperîna 5’ê Adara 1991’an e. Em 28’emîn salvegera raperîna başûrê Kurdistanê pîroz dikin, di şexsiyeta şehîd û qurbanîyên vê raperînê de, em hemî şehîdên azadiyê bi dilekî germ bîr tînin.

13- Em êrîş û dagirkerîya dewleta tirk yên li ser rojavayê Kurdistanê, gef û tehdîtên wê bi tundî şermezar dikin û bi her awayî li gel reveberîya Rojava cihê xwe digirin. Di serî de berxwedêrên Efrînê û hemî hêzên parastinê silav dikin.

14- Em hewldanên dewleta tirk û hevkarên wê, yên ku dixwazin demografîya Efrînê xirabikin û biguherîn, bî tundî şermezar dikin û bang li hêzên peywendîdar dikin da ku vî warî de xwedî helwest bin. Her weha xwedî derketina koçberên Efrînê, taybetî gelê me yê ku niha qempên Şehbayê de dimînin, karekî me yê sereke ye ku em piştgirîya navneteweyî ji bo wan pêk bînin.

15- Niha salvegera dagirkirina Efrînê (18’ê Adarê) nêzik dibe. Em bang li gelê Kurdistanê û dostên gelê xwe dikin ku di salvegera dagirkirina Efrînê de li qada bin, vê dagirkeriyê protesto bikin û xwedî li Hêzên Rizgarîya Efrînê derkevin.

16- Civîn, yekrêzîya di nava mala Kurdî de girîng dibîne û hemî karên di vî warî de destek dike. Civîn, di vî warî de hewldanên KNK’ê yên ku dixwaze hemî partî û rêxistinên kurdistanî yên Rojava bîne ba hev û di asta Rojava de desteyekî yekgirtî (Lêvegerek Kurdî) pêkbîne, destek dike.

17- Êrîşên dewleta tirk yên li ser Rojava, di qada dîplomatik de rojeva me ya sereke ye û ji bo ji navbirina van êrîşan, karên pêwîst wê bêne kirin. Bi vê ve girêdayî, bi her awayî pêwîst e piştevanîya rêveberiya bakurê Sûriyeyê bê kirin û xebat ji bo nasandina fermî ya rêveberîya Bakurê Suriyeyê bêne xurt kirin.

18- Pêwîst e Rojava û hemî herêmên bakurê Sûriyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle pêwîstî bi xebatek berfireh û taybet heye.

19- Li ser pirsgêrêka Sûriyeyê li bajarên Cenevre û Astana, di navbera rejîma Sûriyeyê û muxalîfan de hevdîtîn têne çêkirin. Lê rêveberîya bakurê Sûriyeyê û hêzên kurdî heta niha nehatine vexwendin. Çi hewldanên vî rengî yên bê kurdan bêne çêkirin wê bi ser nekevin û kurd û pêkhateyên bakurê Sûriyeyê, wê van encaman nas nekin.

20- Di van rojan de nuqteyên dawî yên di destê DAIŞ’ê de têne paqijkirin û hemî deverên di destê DAIŞê de têne rizgarkirin. Ev serkeftineke mezin e. Ev serkeftin ya YPGê ye, ya YPJ’ê, ya HSD’ê ye, ya Hêzên Hevpeymanê ye, ya Rojava ye, ya bakurê Sûriyeyê ye, ya hemî gelên herêmê ye û ya gelên Kurdistanê ye. Em vê serkeftinê li gelê xwe li hemî mirovahîyê pîroz dikin. Di vî şerî de me gelek berdelên mezin dan û em bi ser ketin. Em ji gelê xwe dixwazin roja îlankirina serkeftinê de, li hemî cih û deverî vê serkeftinê bi coşeke mezin pîroz bikin.

21- Bi hezaran girtiyên DAIŞ’î niha di destê Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê de ne. Van kesan tewanên dijê mirovatîyê kirine û pêwîst e ev girtî bêne darizandin. Em pêşniyar dikin ku Rêberîya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Kobanê dadgeheke navneteweyî ava bike û van girtîyan mahkeme bike. Her weha em bang di serî de li Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî DAIŞ û Neteweyên Yekbûyî û hemî hêzên peywendîdar dikin ku ji bo darizandina girtîyên DAIŞ’ê, destek bidin Rêveberîya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dadgeheke navneteweyî li Kobanê ava bikin.

22- Ji bo zulma DAÎŞ’ê li ser gelê me yê êzidî weke jenosîd di resmiyeta navdewletî de bê tesbît kirin, em piştgîriya êzîdiyan dikin. Divê hemî hêzên kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeran yên li ser Şengalê derkevin û Şengal bê parastin. Divê hewl bê dan ku Şengal bikeve pratîka avadankirinê û koçber vegerin ser warên xwe. Divê li Şengalê nasnameya êzidîtahiyê bê parastin, demografiya Şengalê neyê xirakirin û gelê Şengalê xwe bi xwe bi rê ve bibe.

23- Deryê sînor yê di navbera Şengal û Rojava de, ji bo pêwîstiyên gelê Şengalê girîng e. Civîn bang li hukûmeta Iraqê dike ku ev dergeh neyê girtin û vekirî bimîne.

24- Em piştgiriya xwe ji bo hemî mafên gelê me yê asûr, suryan, keldan diyar dikin. Ew xelqê qedîm (gelên kevin) yên vê herêmê ne. Divê mafên wan yên etnîkî, çandî, siyasî, îdarî û civakî, li ser vê xakê bê parastin û koçber vegerin ser axa xwe.

25- Pêwîst e hemî partî û rêxistinên kurdistanî, gor prensîbên demokrasîyê tevbigerin, rêz ji hev re bigrin û di qada dîplomasîyê de xetên sor yên berjewendîyên gelê Kurdistanê biparêzin.

26- Em bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û em bi hev re karê diplomasîyê bikin.

Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Her weha li ser rewşa xwerêxistinkirina komîteyê, avakirina komîtên hevbeş li welatan, agahdarî hatin dayîn û ji bo xurtkirin û firehkirina komîteyê, nîqaş hatin kirin û pêşniyar hatin girtin û ji bo dema pêş hate çêkirin.

Partî û rêxistinên di nava komîteyêya dîplomasiyê de cih digirin ev in;

  1. Komîsyona Karê Derve ya KNK ê
  2. YNK
  3. PYD
  4. GORAN
  5. KCDK-E (Kongra Civaka Demokratîk Kurd– Ewropa)
  6. E.S.U (Yekitiya Suryaniyên Ewropa)
  7. KOMELE (Rêkxirawî Kurdistanî – Hizbî Kumunîstî Îran)
  8. HSDK (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)
  9. TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)
  10. KODAR
  11. Partiya Yekitiya Suryanî – Rojava
  12. PJAK
  13. Nûnertiya HDP ya Ewropa
  14. PÎK – Partiya Îslamiya Kurdistan
  15. P.D.K.S (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûriyeyê)
  16. Komela Islamî Kurdistan
  17. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan
  18. PDK-S – El Partî (El Partî Demuqratî Kurd – Sûriye)
  19. Partîya Keskên Kurdistanê – Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî
  20. PDPK-S (Partiya Demokrata Pêşverû Kurd – Sûriye)
  21. Enstituya Kurdî ya Brukselê
  22. Federasyona Êzidiyên Kurdistan
  23. Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan
  24. MŞD – Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat
  25. KKP (Partiya Komunîstên Kurdistan)
  26. PYDK-S – El Wehde
  27. T.N.K.S (Tevgera Nûjen a Kurdistan – Sûriye)
  28. PÇK-S (Partiya Çepa Kurd – Sûriye)
  29. Partiya Keska Kurdistan (Rojava)
  30. PRK (Partiya Rizgariya Kurdistan)
  31. P.Ç.D.K-S (Partiya Çepa Demokrata Kurd – Sûriye)
  32. Partî Serbixweyî Kurdistan
  33. Hevbendiya Êzidiyên Sûriyê (HÊS). BRUKSEL
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar