PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Encamnameya civîna Komîteya Dîplomasiyê ya Kurdistanî hate aşkerekirin

Encamnameya Civîna 23’yemîn a Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê bi daxuyaniyekê hat aşkerekirin.

Di derbarê encamên civîna Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê daxuyaniyek hat parvekirin û bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî hat kirin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, bibin û bi hev re karê diplomasiya Kurdistanê pêk bînin û çalakiyên dijî Peymana Lozanê bi hev re bikin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, Komîteya Diplomasiya Hevbeş, roja 15.01.2023’yan, civîna xwe ya 23’yemîn li gel Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, li navenda KNK’ê a li Brukselê pêk anî.

Di encamnameyê de hate gotin; “Ev civînek hevbeş bû, endamên herdu komîteyan bi hev re beşdarê civînê bûn û plansaziyek hevbeş hate çêkirin.”

Encamname wiha ye:

“Li gorî rojevê, di destpêkê de rewşa siyasî ya Kurdistanê, bi taybetî rewşa dawî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûr û Rojava, hilbijartinên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, civînên navbera Tirkiye, Rûsya û Sûriyeyê, guhertin û bûyerên dawî yên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn, her wiha helwest û bandora hêzên cîhanî li herêmê, bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin. Her wiha li gel plansaziya kar û xebatan, karên di 100. salvegera Peymana Lozanê de bêne kirin jî bi berfirehî hatin nîqaşkirin û hatin plankirin.

Li gorî van nîqaşan, civîn van xalên jêrîn pêşkêş dike:

Îsal sedsaliya îmzekirina Peymana Lozanê ye. Sedsal pêş niha di konferaseke navneteweyî de, welatê me hate parçekirin û li ser çar dewletên dagirker hate parvekirin û hate tapokirin. Peymana Lozanê, ji bo me kurdan belgeya jenosîdê ye û xencereke di nava dilê me de ye. Em weke gelê kurd vê peymana reş qebûl nakin û bi hemî hêza xwe li dijî wê belgeya komkujiyê derdikevin. Ji bo encamên xirab ên vê belgeya reş ji holê bêne rakirin, ji bo peymanên weke Peymana Lozanê carek din li ser me neyêne ferzkirin, divê em yekîtiya xwe xurttir bikin û dengê xwe bighînin hemî cihanê. Ji bo vê yekê, em bang li hemî dezgeh, hêz, sazî, partî û rêxistinên Kurdistanî û hemî gelên Kurdistanê dikin ku piştgirî bidin Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê û tevlî kar û çalakiyên dijê vê belgeya reş bibin.

Piştî bi îşkenceyê kuştina keça kurd Jîna Emînî ji teref hêzên dewleta Îranê ve, ev e çar meh in li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê, bi pêşengiya jinan de, bi durişma “Jin, Jiyan , Azadî” gelên Îranê, li ser piya ne û li hember zext û zilmê li ber xwe didin. Di van xwepêşandanan de hêzên dewletê bi awayeke hovane êrîşê çalakvanan dikin. Di van êrîşan de heta niha sedan kesan jiyana xwe ji destdane, hezaran kes birîndar bûne û deh hezaran kes jî hatine girtin. Hinek girtî bêserûçûnin û paşeroja wan nediyare û niha jî rejîmê dest bi îdama çalakvanan kiriye.

Ev e ji 40 salan zêdetire Komara Îslamî ya Îranê, di serî de mafên jinan û mafên demokratîk yên hemî gelên Îranê, binpê dike û kesên muxalîf serkut dike. Îran di serî de ji bo jinan û ji bo hemî gelên Îranê bûye zindaneke vekirî. Gelên Îranê, ne rehet in, ne razî ne û daxwaza azadî û welatekî demokratîk dikin. Ev xwepêşandan jî nîşaneyê vê nerehetî û nerazîbûnê ne.

Civîn, taleb û xwestinên gel yên azadî û avakirina welatekî demokratîk, heq û meşrû dibîne, piştgirî dide xwepêşanderan û hemî çalkvanan. Her wiha civîn, êrîşên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan şermezar û mehkum dike.

Civîn bang li hemî hizb û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dike ku demeke zûtir eniyekî (bereyekî) di nav xwe de pêkbînin û li hember êrîşan tevbigerîn.

Civîn bang li hemî hêzên muxalîf yên Îranê dike ku ji bo avakirina welatek azad û demokrat, eniyekî hevbeş pêkbînin û li hember rejîmê bi yek deng derbikevin.

Civîn, bang li kurd û Îraniyên li derveyî welat dike ku bi çalakî û bi hemî awayî xwedî li çalakvanên li nava welat derkevin û piştgiriya wan bikin. Herweha civîn, bang li hêzên cîhana demokratîk dike ku gelên Îranê tenê nehêlên û li hember despotan çalakvanan destek bikin.

Dewleta tirk, dijminê sereke yê gelê kurd e, li seranserê Kurdistanê êrîşan dike û li herêmê serkêşiya dewletên dagirker dike û li hemî cîhanê li dijî gelê kurd di nava kar û xebatan de ye. Dewleta tirk gav bi gav dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê zêdetir dike. Ev êrîş û dagirkerî ne tenê li deverên Metîna, Zap û Avaşîn e, heman demê de li Başîka, li Şengal, li Kerkûk, li Mexmûr, heta Çemçemal û Kifrî jî dirêj dibe. Di heman demê de rojane êrîşê Rojavayê Kurdistanê jî dike û xwe ji dagirkirinek berfirehtir re amade dike. Amanca dewleta tirk, têkbirina hemî deskevtên gelê Kurdistanê ye.

Di şerê dijî Gerîlayên Kurdistanê de, dewleta tirk, di êrîşên xwe de çekên qedexe çekên kîmyewî bi kar tîne. Heta niha gelek şervanên azadiyê bi çekên kîmyewî şehîd ketîne. Civîn serîde NY û OPCW, bang li hemî saziyên peywendîdar yên navneteweyî dike ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin û dijê karanîna çekên kîmyewî derkevin. Herweha civîn, bang li hemî hêz û dînamîkên Kurdistanê dike ku li hember van êrîş û dagirkeriyê xurttir derkevin, li hindur û li derve dengê xwe bilindtir bikin.

Bi berxwedana bêhempa ya hêzên Gerîla li deverên Metîna, Zap û Avaşîn, êrîş û planên dewleta tirk vala derxistin û hêzên dewleta tirk mecbûr man ji gelek deveran paşde vekêşin. Civîn, vê serketina hêzên Gerîla pîroz dike û berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê silav dike.

Rewşeke ne diyar li seranserê Iraqê heye û ev rewş ji bo statûtaya Kurdistanê jî xeteriyan bi xwe re tîne. Ji ber ku Iraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Iraqê. Piştî hilbijartinan ancax salekî de serokkomar hate hilbijartin û hukumetek hate avakirin. Lê ne diyare ka wê rewş ber bi kû ve biçe. Mixabin vê rewşa ne diyar de, hêzên kurdî jî ne yek dengin û bilave ne. Di vê demê de ji bo Iraqê behsa destûrek nû tê kirin. Eger em weke kurd yekrêz nebin, statûya federal û gelek destkeftiyên me dikarin têkbiçin.

Êrîşên dewleta tirk û yên Îranê, ewlekariya herêmê dixin di bin xeteriyeke mezin de. Li Başûrê Kurdistanê, deverên dabirayî di bin zext û tehdîtan de ne. Li gelek deveran demografiya herêmê tê guhertin. Divê hemî hêzên Kurdistanî, nakokiyên di nav xwe de bidin aliyekî û ji bo parastina deskeftiyên Kurdistanê bi hev re tevbigerin.

Şengal ji gelek aliyan ve di bin êrîşan de ye. Divê hemû hêzên Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeran ên li ser Şengalê derkevin û Şengal bê parastin. Divê li Şengalê nasnameya Êzidîtatiyê bê parastin, demografiya Şengalê neyê xerakirin û gelê Şingalê xwebixwe bi rêve bibe.

Di roja 13.11.2022’yan de, dewleta tirk ji bo êrîşê Rojavayê Kurdistanê bike, bi destê hêzên xwe yên tarî bi destê çeteyên xwe, li Stenbolê bombeyek teqand û gelek mirovên bê xalîxerez da kuştin. Dewleta tirk hema di sêrîde ev bûyer kire stoyê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriya yê û dest bi êrîşên berfireh kir û xwest herêmê dagir bike. Lê projê wê yê dagirkeriyê serneket. Niha jî bi navbeyînkariya Rusya, dixwaze bi rejîma Şamê re li hev bike û deskevtên kurdan têkbibe.

Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin. Ji bo pêşîgirtina êrîşên dewleta tirk, li hember hemî êrîş û destwerdanên dijminane, ji bo Rojava bibe herêmeke ewle (aram) (no fly zone), pêwîstî bi xebatek berfireh û taybet heye. Her wiha divê hêzên dewleta tirk ji hemî axa Rojava bêne derxistin, koçber bizîvirin cih û warên xwe û li ser sînor di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hêzeke navneteweyî bê cihkirin. Ev mijar di hemî hevdîtinên dîplomatîk de xwestekeke me ya sereke ye.

Ev e 22 meh in agahdariyek ji Birêz Abdullah Ocalan nehatiye girtin. Herî dawî parêzerên Birêz Ocalan gotin ‘me bihîstiye ku dema CPT çûyî Îmraliyê, Birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê’. Ev rewşeke nû û xeternak e. Bêdengiya CPT û Konseya Ewropa nayê qebûlkirin û em bang li van saziyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyariyên xwe pêk bînin. Her wiha em Kampanya Azadiya Birêz Ocalan destek dikin û bang li hemû Kurdistaniyan û dostên kurdan dikin ku tevlî vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.

Em weke Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Kar û Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî dikin ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî û Komîteya Çalakiyên Sedsaliya Peymana Lozanê, bibin û em bi hev re karê diplomasiya Kurdistanê pêk bînin û çalakiyên dijî Peymana Lozanê bi hev re bikin.

Piştî nirxandinên rewşa siyasî, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn û xebat bi giştî hatin nirxandin. Piştî van nîqaşan, li ser plansaziya dema pêş pêşniyar hatin girtin û plansaziyek ji bo dema pêş hate çêkirin.

Di heman demê de, rojeva sereke li ser plansazî û xebatên 100. salvegera Peymana Lozanê bû, li ser xebatan bi berfirehî hate rawestan, plansazî li ber çavan re hate derbaskirin û hinek xalên nû li ser ve hatin zêdekirin.

Kurdistan yek welat e, gelê Kurd xwedî mafê çarenûs e!

Em peymana parçekirina Kurdistanê, Peymana Lozanê red dikin!

Jin, Jiyan, Azadî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar