Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Encamnameya komxebata Kobanê: Divê hemû partî berpirsariyên xwe pêk bînin

Komxebata siyasî ya li Kobanê ku bi pêşengiya Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê bi tevlêbûna zêdetirî sed delegeyan hat lidarxistin, bi encamnameyekê bi dawî bû. Di encamnameyê de banga beşdarbûna nava Rêveberiya Xweser li partiyên kurd hat kirin

Li ser banga Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Kobanê û bi tevlêbûna zêdetirî 100 delegeyên ji partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên welatparêz, di 11’ê kanûnê de bi dirûşma ‘Tenê bi yekitiya xwe em dikarin azadî û çarenûsa xwe bi dest bixin’ li Parka Ronî War a Kobanê komxebateke siyasî hat lidarxistin. Komxebat duh bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Di komxebatê de komîteyeke ji 5 kesan hate avakirin. Kesên di komîteyê de cih digirin wiha ne: “Ji Partiya Pêşverû ya Demokratîk Ezedîn Muslim, ji Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyeyê Kamîran Kenco, kesayetê serbixwe Mesûrd Mihemed, ji Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) Perwîn Betal û kesayeta serbixwe Fewziya Ebdî.” Erka komîteyê ew e ku bi partiyên siyasî re têkiliyan pêş bixin û pêkanîna biryarên komxebatê bişopînin.

Encamnameya komxebatê wiha ye:

“Li ser banga Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya ji bo yekitiya kurdan, bi dirûşma ‘Tenê bi yekitiya xwe em dikarin azadî û çarenûsa xwe bi dest bixin’ komxebateke siyasî li bajarê Kobanê hate lidarxistin. Komxebat bi pêşengiya Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê di dîroka 11-12’ê kanûna 2019’an de bi beşdarbûna piraniya nûnerên partiyên siyasî û hin kesayetên serbixwe yên bajarê Kobanê hat lidarxistin. Di komxebatê de mijarên civakî, çandî, perwerdeyî, olî, qanûnî û doplomasî hatin nîqaşkirin.

Destûra Bingehîn hate nîqaşkirin

Di mijara siyasî de cudabûna helwesta kurdî bi zelalî hate nîqaşkirin. Her wiha girîngiya peydakirina mekanîzmeya nêzîkirina refa kurdî ya bi armanca yekkirina nêrîna siyasî hate destnîşankirin. Beşdaran tevgera siyasî ya li Sûriyeyê di qadên navdewletî de nîqaşkirin. Bi taybet jî amadekirina Destûra Bingehîn û dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji komîteya destûrê hate gotûbêjkirin.

Her wiha li ser helwest û daxuyaniyên şoven ên rejîm û muxalefetê yên li ser înkar kirina kurdan hate sekinandin. Bang li deste û rêxistinên navdewletî yên eleqedar hate kirin ku serdana Rojava bikin û rastiyan bibînin.

Êrîş û guherandina demografyaya herêmê hatin nîqaşkirin

Di komxebatê de kiryarên dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên bi armanca koçberkirin û guhertina demografyaya herêmên dagirkirî hatin destnîşankirin û hate gotin ku pêwîst e ev binpêkirinên werin belgekirin û ji qadên navdewletî yên eleqedar re werin pêşkêşkirin.

Di dawiyê de beşdaran amaje bi vê yekê kirin ku divê partiyên siyasî yên kurd ên li Sûriyeyê bi hemû rengên xwe beşdarî Rêveberiya Xweser bibin. Divê di vê pêvajoya girîng de berpirsyartiyên xwe yên dîrokî bi cidî pêk bînin û xîtaba kurdî bikin yek.”

Partiyên tev li komxebatê bûn

Çend partiyên siyasî yên tev li komxebatê bûn wiha ne: “Partiya Çepgir a Kurdî li Sûriyeyê (PDKS), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PYDKS), Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (PDKS), Partiya Wîfaq û Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê (PDPKS) û kesayetên serbixwe.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar