Komebata ‘Efrîn di navbera dagirkerî û berjewendiyên navneteweyî de’ 10’ê Gulanê li navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê, li kampa Berxwedan pêk hat ku Efrîniyên ji ber dagirkeriyê koçber bûne lê dimînin. Encamnameya komxebatê ji aliyê Endama KPC-D ya Kantoan Efrînê Rûken Hisên ve hate parvekirin.
Encamname wiha ye: “Komxebat li kampa Berxwedan a koçberên Efrînê ya li herêma Şehbayê ya bakurê bajarê Helebê di 10`ê Gulana 2022`an de bi sponseriya MSD`ê û Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriyê, bi beşdarbûna 105 kesayetên hiqûqî, siyasî ji hundirê Sûriyê û derveyî wê hate lidarxistin. Di komxebatê de bal kişandin ser sûc û binpêkirinên hêzên Tirkiyê û komên mûxalif ên Sûriyê yên çekdar û alîgirên wê li Efrînê û asta girêdana siyaseta dewleta Tirk bi berjewendî, siyasetên navneteweyî û herêmî ve. Gelek binpêkirinên derqanûnî li dijî şêniyên Efrînê hatin kirin, nexasim ên girêdayî doza guhertina demografî ku heta niha jî didome bi taybet piştî daxuyaniyên berpirsên Tirkiyê ji bo vegera koçberên Sûriyê ji wan herêman re. Ev jî di dema ku qirkirina etnîk li Efrînê tê kirin û komên olî têne hedefgirtin. Koçberkirina bi darê zorê ji şêniyên resen ên Efrînê re bi rêbazên tundiyê tê kirin. . Ev sûc gihaştine asta sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ji kuştin, tecawizkirin, binpêkirinên zayendî, hilweşandin û talankirina mal û milkên giştî û taybet. Hilweşandina binesaziyê û hedefgirtina nîşaneyên şûnwarî. Xebat ji bo belgekirina van binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî qanûnî û belgekirina gelek agahiyên der barê sûcdaran de, asta girêdana rasterast bi hikumeta Tirkiyê ve, tê kirin.
Di komxebatê de gelek xal ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin ji wan:
-Destwerdana leşkerî ji xaka Sûriyê re sûcekî li dijî serdestiya dewleta Sûriyê ku endama NY`yê were destgirtin. Ji ber dewleta Tirk xwe ne spartiya biryara navneteweyî yan jî biryara niştîmanî ya sûrî ku destwerdana wê erê dike û ev jî binpêkirineke berçav ji pîvanên mîsaqa NY`yê û pîvanên qanûna navneteweyî ya mirovî re ye.
-Bang li hikumeta Sûriyê bi rêya partiyên niştîmanî were kirin ku peymana Edene ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de tune bike. Ji ber ji aliyê dewleta Tirk ve tê keysbazkirin, destwerdana ji xaka Sûriyê re, berfirehkirina projeya dagirkiriyê bi hinceta parastina ewlehiya neteweyê, rewa dike.
-Divê projeyên avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî nexasim li Efrînê ku dewleta Tirk bi rêya komeleyên mirovî (Qeterî, kiwêtî û filistînî) destekê dide wan û dixwazin bi rêya wan guhertina demografî bi hinceta bicihkirina penaberên Sûriyê, pêk bîne werin sekinandin.
-Xebat ji bo bidawîkirina dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re û misogeriya vegera koçberan ji warên wan re, bi sponseriya navneteweyî were kirin.
Peywendî bi karmendên rêxistinên navneteweyî yên mirovî, akademisyen, lêkolîner û çalakvanan re bê kirin ku dosyayekê der barê binpêkirinên li Efrînê de amade bikin û bidin dadgehên navneteweyî yên li Ewropayê û peywendî bi xizmên qurbaniyan re li Ewropa û Amerîkayê bê kirin.
Peywendî bi dezgehên ragihandinê yên cîhanê re bê kirin û sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bên eşkerekirin.
Mezakereyek pêşkêşî sekreterê Neteweyên Yekbûyî bê kirin ku civînekê ji bo Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li dar bixe, hikûmeta Tirkiyê li gor belge û raporên rêxistinên navneteweyî, zagonî, aliyên fermî û ne hikûmî ku dibêjin dewleta Tirk destek dide tevgerên terorîstên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî tawanbar bike.
Komîteyeke xwecihî û navneteweyî bê avakirin da encamname û biryarên komxebatê bişopîne û amadekarî ji bo lidarxistina forum û komxebatên din pêk bîne.
18’ê Adarê weke roja cîhanê ya qirkirina li Efrînê bê naskirin û dewleta tirk a dagirker weke dewleteke dagirker bê binavkirin.”
Komxebat bi diruşmeyên bijî berxwedana şêniyên kantona Efrîna dagirkirî bi dawî bû.