Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Encamnameya Konferansa Jinan a HDK’ê: Em dê jinan bi rêxistin bikin

Jinan encamnameya Konferansa Jinan a HDK’ê aşkerA kir û diyar kirin ku dê sala 2020’an bikin sala rêxistinkirina jinê

10’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a bi şîara ‘Kapitalîzm, baviksalarî, faşîzm dikuje; Ji bo jiyanê li ber xwe bide, bi rêxistin bike û ava bike’ li Otela Akarê didome. Jinan jî duh 10’enmîn Konferansa Jinan a HDK’ê pêk anîn û îro jî encamnameya wê bi raya giştî re parve kirin.

Jinan di encamnameya konferansê de diyar kir ku rejîm li hemû cîhanê bûye xwedî karaktera serdest û wiha gotin: “Her ku diçe aliyê faşîzmê xurt dibe. Li dijî kedkaran û welatên derdorê êrîşên neo-lîberal zêde dibin û ev êrîş talan û wêran dikin. Li aliyê din jin bi awayekî çawanî û razberiyê li dijî xizanî, betalî, nelirêtî, talankirin û wêrankirina xwezayê, xezpa maf û azadiyan, mohra xwe li têkoşînê daye. Jin dibin çavkaniya fêzê. Li dijî hişmendiya baviksalarî li ber xwe dide. Qadan tijî dikin. Li tenişta me jî jinên rojavayî bi têkoşîna xwe destkeftiyên nû bi dest dixin. Girîng e ku jin di navbera xwe de tora piştevaniyê xurt bikin.”

‘Îktîdar ji jinan ditirse’

Jinan di danezanê de bal kişandin ser destkeftiyên jinan ên HDP’ê û tayînkirina qeyûman a şaredariyan û wiha domandin: “Di tayînkirina qeyûman de hedefa ewil destkeftiyên jinan bû. Ewil dest avêtin navendên jinan ên şaredariyan. Dest avêtin pergala hevserokatiyê. Ev nîşan dide ku bloka îktîdarê ji destkeftiyên jinan, rêxistinbûna jinan û xebatên jinan û nûnertiya wan a siyasî ditirse. Bêzar e. Konferansê biryar girt ku destkeftiya hevserokatiyê û nûnertiya wekhev ku di encama têkoşîna dûr û dirêj de bi dest xistiye dêheta dawî biparêze. Biryara parastinê careke din nîşan dan.”

Biryarên konferansê

Biryarên ku di encama konferansê de derketin holê wiha ne:

  • Meclisên Jinan ên HDK’ê dê di sala 2020’an de li dijî kuştina jinan û cînayetên nifrînê yên li welat zêde dibin, li dijî tacîz û tecawizê, sûcên nefretê, li dijî xezpkirina destkeftiyên jinan a bi destê mêr, li dijî hişmendiya dewleta mêrê serdest, ji bo parastina xala 6284’an, Peymana Stenbolê parastina nafaka û hemû destkeftiyên din û têkoşîna rêxistinên LGBT+ têdikoşin. Li cihê zagon û peymanan çalakiyan plan dikin û ji bo peyman û zagon bigêje her kesî bi rêya broşur û belavokan pêk tînin.
  • Meclisa Jinan a HDK’ê, ji bo astengiyên li pêş debara jinê bên rakirin, ji bo heqê wekhev û karê wekhev bê qebûlkirin, ji bo mafê rêxistina xebatê bê parastin û ewlehiya wê bê kirin, ji bo kreş û malên nêrînê bibin xizmeta civakî, ji bo keda malê bê dîtin, xebatên çalakî û şahiyan birêxistin dike.
  • Meclisa Jinê ya HDK’ê, li dijî şerê emperyalîst ê ku li Rojhilata Navîn belav dike ya bloka îktîdara AKP û MHP’ê têdikoşe. Dîsa ji bo mafê statu û penaberiya zagonî ya hemû jin, zarok û LGBT+ yên ji ber şer neçarî koçberiyê bûne û hatine axa me bê parastin û mafê wan ê civakî bê dayîn, tevî hemû saziyan xebatê dimeşîne.
  • Meclisa Jinan a HDK’ê, di sala 2020’an de li welatê me û hemû cîhanê ji bo hemû tevgerên berxwedanê yên di pêşengiya jinan de pêş dikeve, têkoşînê wan bibin yek û xurt bibin, armanc dike ku bên cem hev û tora piştevaniya enternasyonal a hevpariya hemû jinan pêş bixin. Ji bo vê yekê xebatan dimeşînin.
  • Meclisa Jinan a HDK’ê, di sala 2020’an de di 8’ê Adarê ku di rojeva hemû jinên cîhanê de ye ku li Tirkiyeyê bi bi şîara ‘Jin rawestin jiyan radiweste’ dest bi xebata amadekariya greva jinan kirine, dê wê bi rêxistin bikin û tevlê bibin. Dê ji xeynî fabrîka û kargeriyan li hemû qadên jiyanê hilberînê rawestînin. Li kolan û qadan dê li her derê vê têkoşînê bi rêxistin bikin.
  • Meclisa Jinan a HDK’ê dê di sala 2020’an de ji bo LGBT+ bêtir bi hêz xwe bi rêxistin bikin, ji bo meclisên xwe ava bikin, di ronahiya têkoşîna jinan a dîrokî de komxebata ‘Divê çi bê kirin û çawa bê kirin’ bi rêxistin bikin.
  • Konferansa me, li aliyekî polîtîka û xebatên dema pêş diyar dike û bi rêxistin dike, li aliyê din jî kêmasî û nebesiyên dema borî bi bîr dixe û ji bo dubare nebe xwe li gorî wê ji bo pêşerojê amade dike. Rêxnedayîna wê dide û gavên nû diavêje.
  • Herî dawî Konferansa me, bi şîara ji Şilîyê heta Îranê, ji Sudanê heta Rojava hemû jinên ku têkoşîna jiyan, hebûn, wekhevî û azadiyê dide silav dike û sozê dide hemû jinên di zindanên li Tirkiye û Kurdistanê ku dê carek din kêm nebin.  ENQERE
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar