Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Encamnameya Konferansa li Afrîkaya Başûr ji raya giştî re hat aşkerekirin 

 Konferansa ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan, Aştî û Îstiqrar ji bo Cîhanê’ duh bi dawî bû û encamnameya wê hat aşkerekirin. Di encamnameya konferansê de bang li aliyê peywendîdar hat kirin ku tişta dikeve ser milê wan pêk bînin.

Konferans di 28`ê sibatê de li paytexta Afrîkaya Başûr Cape Tow hat lidarxistin û du rojan dewam kir. Gelek kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela ‎beşdarî têkoşînê bûne, her wiha parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star, beşdar bibûn.

Duh êvarê encamnameya konferansê bi civîneke çapemeniyê hat aşkerekirin.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku ev 2 sal in Rêber Abdullah Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, ev jî tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û wiha hat gotin: ‘’Şertên girtinê yên heyî yên li Tirkiyeyê, ji ber ku li dijî Rêgezên Standard ên Kêmtirîn ên Têkildarê Pêkanîna Berpêyî Girtiyan Neteweyên Yekbûyî (Rêgezên Nelson Mandela) ne, em bang li hikumeta tirk dikin ku demildest dîtina hev û din a Rêzdar Abdullah Ocalan û parêzer û maliyên xwe hêsan bike.’’

Di encamnameyê de îşaret pê hat kirin ku berdana Rêber Abdullah Ocalan, ji bo pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn, gelek giring e û ji hikûmeta tirk hat xwestin ku demildest Rêber Ocalan û hemû girtiyên din berde.

Di encamnameyê de bang li hikumeta Afrîkaya Başûr, ANC ya deshilatdar û rêxistinên siyasî û pêşverû hat kirin ku di têkoşîna ji bo azadî, rûmet, demokrasî û mafên mirovan de bibin piştgirên doza gelê kurd.

Her wiha bang li Hikumeta Afrîkaya Başûr, SACP, COSATU û hemû pêkhateyên civakî û siyasî hat kirin ku zextan di hikumeta Sûriyeyê re rabike da ku bi gelê kurd re dest bi hevdîtinê bike.

Di encamnameya konferansê de behsa êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê jî hat kirin û ev tişt hatin diyarkirin: ‘’Em bang li hemû rêxistinên piştevan û hikumeta başûrê Afrîkayê dikin ku zextan di hikûmeta tirk re rabikin da ku dev ji êrîşên xwe yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê û herêma kurdan a li bakurê Iraqê berde, jiyana sivîlan nexe rîskê û li van herêman baregeh û qereqolan ava neke.’’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar