Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Encamnameya Konferansa Rêveberiya Xweser a Şengalê hat aşkere kirin

Konferansa Rêveberiya Xweser a Şengalê ku di saetên sibehê de li Bexdayê hatibû destpêkirin, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encamnameya konferansê ji aliye Dexîl Murad ve hat xwendin. Di encamnameya konferansê de daxwaz ji hikûmeta Iraqê hat kirin, lêpirsînê di der barê tawanbarên Komkujiya Şengalê de bide destpêkirin. Bi taybetî jî PDK’ê ku zemîn ji komkujiyê re vekir. Her wiha hat gotin Peymana 9’ê Cotmehê li dervey îradeya êzidiyan hatiye kirin, divê hikûmeta Iraqê peymanê betal bike.

Encamnameya konferansê wiha ye:

“Nirxandinên giring li ser rewşa êzidiyan a berê û niha, her wiha çima rê li ber qirkirinê hat vekirin û armanc û encamên komkujiyê bi xwere anîn hatin nîqaşkirin. Her wiha di aliyê yasayî, armancên Rêveberiya Xweser û projeyên wê hatin pêşkirin.

Beşdarvanên konferansê di peyama xwe de anîn ziman ku êzidî yek ji pêkhate û baweriyên herî kevin ên Mezopotamyayê ne. Alîgirê nirxên azadî, aştî, wekhevî û hevrejiyanê ne.

Tevî vê yekê jî bi dirêjahiya dîrokê 74 Ferman bi ser êzidiyan de hatine. Fermana 74’an du sedemên xwe yên sereke hebû. Ya yekem aliyên ku erka parastina Şengalê girtibûn ser xwe (PDK û artêşa Iraqê), erka xwe bi cih neanîn. Ev xiyanetek mezin bû li êzidiyan hat kirin.

Sedema duyem jî ew bû ku pêkhateya êzidî sîstema xwerêveberî û hêzek xwe ya parastinê nebû ku bikare rûbirûyê çeteyên DAIŞ’ê bibe. Lê di wê demê de şervanên PKK’ê û YPG’ê hatin û parastinê li êzidiyan kirin.

Li aliyê din hinek hêzên navdewletî û herêmî hikûmeta berê ya Iraqê neçar kirin ku Peyman 9’ê Cotmeha 2020’an li gel PDK’ê li dijî êzidiyan îmze bike. Di wê peymanê de bi tu rengî îradeya êzidiyan li berçav nehat girtin. Armanca vê peymanê ewe ku bi awayek asan destwerdan li karûbarên Şengalê îradeya pêkhateya êzidî were kirin. Sîstema Rêveberiya Xweser û hêzên xweparastinê nehêle. Ev jî tê wateya dubare zemîn xweşkirina ji jenosîdên nû re.

Dewleta tirk a dagirker, PDK û hin hêzên navdewletî ji bo berjwendiyên xwe yên stratejîk li pişt vê peymanê sekinîn. Vê peymanê li ser siyaseta Iraqê ferzkirin. Piştî îmzekirina vê lihevkirinê, dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrîşên li ser Şengalê zêdetir kir. Ev beşeke ji stratejiya dagirkirina xaka Iraqê û dabeşkirina yekitiya siyasî û civakî. Ev bû sedema zêdebûna destwerdanên dewleta tirk û zêdebûna êrişan.

Ji ber wê em beşdarvanên konferansê, Peymana 9’ê Cotmehê wek peymanek ne nîştimanî dibînin û li dervey mafên destûrî yên mîsogerkirina mafên pêkhateyên civaka Iraqê pênase dikîn. Lewma ev peyman ne tenê li dijî Şengalê ye, di heman demê de li dijî serwerî û yekgirtina Iraqê ye.

Piştî êrîşa li ser Şengalê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi hewara êzidiyan ve hatin û li gel êzidiyan Şengalê parastin. Pêşî li zêdebûna komkujiyê girtin. Di dema karesatê de civaka êzidî gihişt wê encamê ku eger sîstema xwe ya rêveberî û hêzên xwe yên parastinê nebin, wê nikaribin xwe biparêzin. Li ser vî bingehî civaka êzidî bi damezrandina Rêveberiya Xweser û parastinê bersiva wan hêzan da.

Rêveberiya Xweser a Şengalê tenê ne rêveberiyek teng a siyasî û civakî ye. Di heman demê de sîstemek xwe ya parastinê ji bo êzidiyan heye. Dewleta tirk û PDK’ê hevkarî û piştgiriya DAIŞ’ê kirin û êrîşên li ser Şengalê berdewam kirin daku jenosîda DAIŞ’ê temam bikin. Ev êrîşên ku di aliyê leşkerî, siyasî, rewşenbîrî û aborî de ku neh salin berdewam dike de bi dehan kesayet û welatiyên êzidî şehîd bûne û di nava wan de berpirsên hêza parastina Şengalê jî hene.

Xalên Encamnameya Konferansê wiha ne:

1-Iraqê destûrek demokratîk heye ku maf û azadiyê ji bo hemû pêkhateyên gelê Iraqê dabîn dike. Ev yek bingeha dad, azadî û hevsengiya navbera hemû gelê Iraqê deye. Bêyî cudahiyên etnîkî û olî, li gorî bendên 116, 117, 22 û 125 ên destûrê, mafê hemû pêkhateyên Iraqê heye ku xweseriya xwe ya herêmî û nenavendî bikarbîne.

Îro 9 sal li ser 74. Komkujiya wêrankirina herêma Şengalê re derbaz dibe. Êzidiyan hêza xwerêvebirin û xweparastinê avakirine. Her wiha hewla avakirina herêmê didin û dixwazin bi piştevaniya hikûmeta Iraqê pirsgirêkan çareser bikin. Ji bo wê daxwaz ji Parlamentoya Iraqê û hikûmeta Iraqê dikin ku di çarçoveya madeyên destûra Iraqê de kar bikin, bi fermî Rêveberiya Xweser a Şengalê nasbikin û pêdawîstiyên wan di çarçoveya destûrê de dabîn bikin.

Çareseriyek bi vî awayî, çareseriyek herî başe û ji bo bihêzkirina yekitiya demokratîk a Iraqê pêngavek e. Derfetê yasayî û siyasî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê heye. Iraq destûrek demokratîk heye. Hêz û aliyên siyasî û pêkhateyên Şengalê hevpeymaniya xwe ragihandine ku yek ji rojeva wan a sereke jî çareserkirina pirsgirêkên îdarî û siyasî yên Şengalê ye.

2- Pêkhateya êzidî yek ji pêkhateyên sereke yên civaka Iraqê ye, parastina vê pêkhateyê yek ji erkên sereke yên hikûmeta Iraqê ye. Tevî vê jî dema di 3’ê Tebaxa sala 2014’yan de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî êzidiyan kir, ne hêzên Iraqê û ne jî hêzên PDK’ê parastinê nekir. Ji bo wê Êzidiyan bi hevkariya hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên din ên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina xwe kirin.

Tevî van hemûyan jî jenosîdek hat pêkanîn û heta niha jî bi hezaran êzidî ji ber bandorên wê êş dikêşin, lê hikûmeta Iraqê heta niha wek jenosîd nasnekiriye. Herî dawî ji aliyê Lijneya Yasayî ya Parlamentoya Iraqê ve raporek a biryarnameyê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê hate kirin ji bo bikeve bernameya kar a Parlamentoyê û dengdan li ser were kirin. Ji bo wê daxwaz ji Parlamentoya Iraqê û hikûmetê dikin ku bi fermî vê komkujiya li dijî gelê Iraqê bi giştî û bi taybet li dijî xelkê Şengalê nas bikin. Ev yek jî tekane rêya ji bo bidestxistina aramî, aştî û ewlehiya li Şengalê û pêşîgirtina li destwerdanên derve ye.

3- Daxwaz ji Dadgeha Federal a Iraqê dikin ku kesên ku berpirsên siyasî, îdarî û leşkerî yên vê qetlîamê bi taybetî berpirsên PDK’ê yên ku ji Şengalê reviyane, rê li ber komkujiyê vekirine û alîkariya DAIŞ’ê kirine bên darizandin. Her kes dizane niha bi hezaran kirêgirtiyên DAIŞ’ê di girtîgehên Iraqê de hene, lê heta niha ew kirêgirtî ji ber sûcên xwe yên li beramberî êzidiyan nehatine darizandin.

4- Gorên komî yek ji dosyayên herî giring ên pêkhateya êzidiyan em dibînin. Heta niha 83 gorên komî li Şengalê hatine dîtin, lê tenê 46 gor hatine vekirin. Pêwîste hemû gorên komîn werin vekirin û cenazeyê şehîdan radestî malbatên wan werin kirin.

5- Tevî ku Rêveberiya Xweser a Şengalê û aliyên siyasî di nava 9 salên borî de gelek caran li gel hikûmeta Iraqê civiyane û gelek projeyên ji bo çareserkirna pirsgirêkên siyasî û îdarî û ewlehiyê pêşkêşkirine jî, lê hikûmeta Iraqê pêngavek cidî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ne avêtiye ku vê yekê jî bingeh ji bo destwerdanên derve avakiriye.

Bêyî ku îradeya pêkhateya êzidiyan li berçav were girtin û dibin zextên dewleta tirk a dagirker, PDK’ê û beşek ji hêzên navneteweyî de di 9’ê Cotmeha 2020’an de li gel hikûmeta Iraqê peymanek hat îmzekirin ku rewşa Şengalê dijwartir kir û pirsgirêkan kûrtir kir.

Ji bo wê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku Peymana 9’ê Cotmehê were hilweşandin ku ne di berjewendiyên gelê Iraqê bi giştî û bi taybet gelê êzidî de ye. Li şûna daxwaz dikin peymanek neteweyî û li gel xelkê Şengal û Rêveberiya Xweser a Şengalê çêbikin ku berjewendiyên êzidiyan biparêze û bibe sedema aramî, aşitî û ewlekariya Şengalê were pêkanîn û pêşî li destwerdanên derve bigirin.

6- Piştî Fermana 74’an tenê 10 hezar êzidî li Şengalê man û hemûyan xwe spartin çiyayan. Niha nêzîkî 200 hezar êzidî li deşt û çiyayê Şengalê jiyan dikin. Yek ji serkeftinên herî mezin ya Rêveberiya Xweser a Şengalê vegerandina xelkê Şengalê ji bo cih û warên wan e. Ji bo wê daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin hevkariya Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin da ku hêsankariyê di vegerandina koçber û penaberên êzidî li ser cih warên wan de bikin.

7- Di 9’emîn salvegera jenosîdê de, em bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Iraqê bi taybet nivîskar, rewşenbîr û saziyên demokratîk dikin ku azadî û mafên pêkhateya êzidî biparêzin. Li dijî êrîşên hovane yên li ser gelê Şengalê helwesteke tund nîşan bidin û piştgiriya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bikin.

Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku rê li ber projeya çareseriya demokratîk veke û mafên destûrî yên civaka êzidî misoger bike. Her wiha daxwaz li Neteweyên Yekbûyî û ew welatên ku bi fermî jenosîda êzidiyan naskirine dikin, piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê nekin. Pêkhateya êzidî daxwaz ji hemû mezhebên li Iraqê dikin ku hevpeymaniya xwe li ser bingehê yekrêzî, demokrasî û pêşxistina xebatan bihêztir bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar