Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Encamnameya konferansa rojnamegerên kurd aşkera bû

Encamnameya konferansa ku bi pêşengiya KNK'ê li ser rewşa medyaya Kurdistanê bi beşdariya bi dehan rojnamegerên kurd hatibû lidarxistin, aşkera bû

Navenda Nûçeyan

Di 16’ê çileyê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi armanca li hev nêzkirina medyakarên Kurdistanê, şirovekirina rewşa medyaya kurdî û rola wê, bi rêya zoomê konferansek dîjîtal organîze kir. Bêtirî sed rojnameger, mamoste û şarezayên ragihandinê beşdarî konferansê bûbûn. Pêkanîna konferanseke bi vî rengî salek zêdetir bû di rojevê de bû. Ji ber pandemiyê konferans bi derengî ma. Ji bo hîn derengtir nebe jî di nava şert û mercên pandemiyê de konferans bi awayekî online hat lidarxistin.

Konferansê bi rêzgirtina ji bo rojnamegerên canê xwe ji dest dane dest pê kiribû û mijarên wek ‘Rewşa medyayê ya li çar hêlên Kurdistanê’, ‘Rola medyayê ya danasîna doza Kurdistanê’, ‘Di medyayê de rola demokratîzekirina civakê’ û ‘Derfet û astengiyên li pêş afirandina medyayek neteweyî û niştîmanî’ di konferansê de hatibûn gotûbêjkirin. Beşdarên konferansê ji çar hêlên Kurdistan û derveyî welat tev li gotûbêjan bûn û bi nêrînên xwe konferansê dewlemend kirin. Di konferansê de nêrîn, helwest û pêşniyazên hevbeş derketin holê.

Di encama konferansê de di çarçoveya nêrîn û pêşniyazên hevbeş de ev xal weke helwesteke hevbeş hatin destnîşankirin:

1- Hewil bê dayîn ku platformeke ji bo rojnamegeran bê damezrandin da ku li ser pirsgirêkên hevbeş yên Kurdistanê bi hev re kar bikin.

2-Avakirina navendeke gotûbêjkirina xebatên ragihandinê.

3-Piştevaniya medyaya azad bê kirin da ku bikaribe bi rola xwe ya gihandina doza Kurdistanê rabe û di kêşeyên navxweyî de azadtir bixebite.

4-Divê karê rojnamegeriyê bi awayekî pisporî, objektîf û etîk bê kirin û prensîbên xebata rojnamevaniyê li ber çavan bên girtin.

5-Bi sedan rojnamegerên kurd li zindanên rejîma tirk de ne, her wiha li Îranê jî rojnameger her tim tên girtin di vê çarçoveyê de pêwîst e rojnameger rewşa rojnamegerên girtî bişopînin. Konferans daxwaza serbestiya rojnamegeran dike.

6-Ji bo rojnameger bi awayekî objektîf û şareza bûyeran bibînin divê dezgehên pêywendîdar hêsankariyê bikin û zanyariyên pêwîst parve bikin.

7-Divê bereya rojnamegeran zêdetir li deverên ku êrîşên dagirkeriyê li ser in bin. Her wiha lazim e êrîşên navxweyî yên li ser maf û azadiyan jî bên dîtin.

8-Pêwîst e yek ji wezîfeyên sereke ya rojnamegeran, pûçkirina dekûdolabên ragihandina şerê taybet a dagirkerên Kurdistanê be.

9-Di nûçe û bûyeran de zimanekî hevbeş ku berjewendiyên neteweyî esas digire bê bikaranîn.

10-Divê ragihandin xwe dûrî zimanê sîstema baviksalar û cinsiyetperest bike.

11-Her sal bi vê mebestê konferansek ji bo medyakaran bê organîzekirin.

12-Ji bo agahiyên ne zelal û şaş bandorê li rojevê nekin, pêwîst e aliyên pêwendîdar ên Kurdistanê şêwrê bi rojnamegeran re bikin.

13-Wezîfe û mafên rojnamegerên li Kurdistanê bi qanûnan bên destnîşankirin û rê li ber yasayên ku mafê rojnamegeran bin pê dikin bên girtin.

14-Divê rojnameger di sengerên lihevanînê de bin û nebin beşek ji gurkirina nakokiyên aliyan.

15-Pêwîst e dezgehên ragihandinê bibin aliyê hev nêzkirina kurdên li çar hêlên welêt û derveyî welêt û nebin perçeyek ji projeyên dagirkeran.

16-Divê dezgehên ragihandinê ne bi zimanekî cîhê lê bi zimanekî hevbeş tifaq û ewlehiya neteweyî biparêzin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar