Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Encamnameya Kongreya 21’emîn a KNK’ê hat aşkerakirin

Di encamnameya Kongreya 21’emîn a KNK’ê de hat destnîşankirin ku dem dema karê li dijî dagirkeriyê ye û hat gotin ku bi xurtkirina yekitiyê ew dikarin li çar aliyên Kurdistanê statuyeke mayinde bi dest bixin.

Encamên Kongreya 21’emîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê hatin aşkerakirin. Encamnameya kongreyê wiha ye: “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 21’emîn civîna Civata Gîştî ya xwe, 2-3-4’ê mijdara 2022’yan, bi beşdarbûna piraniya endaman, li welatê Hollanda pêk anî. Li gel endaman gelek mêvan (serok û rêvebirên partî û saziyan û kesayetên serbîxwe) jî, beşdarê civînê bûn. Li gorî rojevê roja pêşî civîn weke şêwireke neteweyî pêş ket û di encamê de, li ser rewşa Kurdistan û Cihanê deklerasyonek hat belavkirin. Ji ber sedemên vîze û sedemên burokratîk, taybetî gelek endamên li Kurdistanê (Başûr û Rojava) û yên li Rûsya, nekarîn di civînê de amade bibin. Ji ber wê li Hewlêr, li Silêmaniyê, li Qamîşlo û li Moskova yê, endamên nîzingên wan herêman li salonekî kom bûn û bi rêya tora Zoom ê beşdarê civînê bûn.

Civîn, bi rêzgêrtina Şehîdan û bi sirûda Ey Reqîp û bi axaftina vekirinê ji aliyê hevserokan ve hat vekirin. Li gorî rojevê, di serî de peyamên mêvan û peyamên serok û nûnerên partiyan hatin pêşkêşkirin. Piştre rapora xebatê ya salane hat xwendin û her wiha ji aliyê Konseya Rêvebir ve li gel rapora xebatê, rewşa siyasî ya cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi nivîskî hat pêşkeşkirin.  Pey re, ji aliyê endaman ve nîqaşên berfireh li ser raporê hatin kirin. Piştî nîqaşan, li ser pêşniyar guhertinên Peyman û Peyrewa KNK’ê, li ser pêşniyar guhertinên Belgeya Stratejîk ya KNK’ê ku ev pêşniyar guhertin ji aliyê Konseya Rêvebir ve ji bo Civata Giştî hatibûn pêşkêşkirin, nîqaş û guftûgoyên berfireh çêbûn û piştî nîqaş û pêşniyarên endaman, xalên guhertinê hatin dengdanê û hatin pejirandin. Di civînê de kar û xebat û plansaziyên 100 saliya Peymana Lozanê jî weke rojevekî hat li destgirtin. Komîteya Kar û Çalakiyên 100 Saliya Peymana Lozanê, plansaziya xwe ji Civata Giştî re pêşkêş kir û pêşniyarên endaman li ser wê plansaziyê hatin standin. Piştre gorî rojevê hilbijartina hevserokan û Konseya Rêvebir pêkhat. Piştî hilbijartinan di xala serbest de, ji bo plansaziya dema pêş pêşniyarên endaman hatin girtin û civîn bi awayeke serketî gihişte encamê.

Di nîqaş û nirxandinên siyasî de, pêşketinên li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li Cihanê, bi awayekî berfireh hatin nîqaş kirin.

Civata Giştî ya 21’emîn a KNK’ê di demeke wisa da kom bû, ku dewleta tirk bi hemû îmkanên xwe ve qirkirin û birandina miletê kurd û pêkhateyên Kurdistanê daye destpê kirin. Dewleta tirk, li dijî gelê me şerekî stratêjîk û plankirî dimeşîne. Dema ku mirov nexşe û plansaziya şerê dewleta tirk a li ser bakûr, rojava û başûrê Kurdistanê meyze dike, pir zelal diyare ku ew dixwaze plana pratîk kirina Mîsak-î Mîllî ya sala 1920’an bêxe meriyetê û Başûr û Rojava dagir bike. Ji bo ku Mîsak-î Mîllî pêk bîne, stratejiya xwe li ser tunebûna gelê kurd avakiriye. Şerê wê yê li dijê kurdan bi hemû hêza xwe ve berdewame. Pêwîste hemû kurd bizanin ku dewleta tirk, bi kurdan re şerê hebûn û nebûnê dike.

Dewleta tirk ji bo êrîşî rojavayê Kurdistanê bike, bi destê hêzên xwe yên tarî bi destê çeteyên xwe, li Stenbolê bombeyek teqand û gelek mirovên bê xalîxerez da kuştin. Dinya alem dizane ku eleqeya hêzên Kurdistanî bi vê bûyerê re nînin. Lê dewleta tirk hema di serî de ev bûyer kire sitûyê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û dest bi êrîşan kir. Niha dîsa rojavaya Kurdistanê, di bin êrîşên dewleta tirk de ye. Cerablus, Ezaz, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê têrê nekir, niha jî dixwaze Kobanê û hemû deverên din dagir bike.  Eve sê hefte ne, ji erd û ezman bombe û agir dibarîne ser xelkên Kurdistanê. Dewleta tirk hedefa xwe hêj firehtir kiriye û çavê wê lê ye ku temamî ‘binxetê’ anku rojavayê Kurdistanê dagir bike.

Raste li rojavayê Kurdistanê êrîş û tehdîdên mezin ji alê dewleta tirk ve têne. Lê problem bi wê ve sînordar nînin. Rejîma Şamê her çend lewaz be jî, heta niha bi awayekî pozîtîf nîzingê çareseriyê nebûye. Ew dixwazin hemî destketên gelê me ji nav bibin û bizivirên sîstema berê. Eger Rejîm problemên xwe yên devera Idlibê çareser bike, wê berê xwe bide herêmên azad ên Rojava. Ji xwe niha jî hewl didin ku probleman derxin. Di vî warî de jî, hişyarî û amadekarî pêwîstin.

Parastina Rojava karekî sereke ye

Rojava, di rewşeke hesas de derbas dibe. Parastina destketên şoreşa Rojava, karekî sereke ye. Weke berê ev rewş wê di rojev û plansaziya KNK’ê de cihê xwe bigre û wê bête şopandin.

Heke dewleta tirk li Rojava gihişte mexseda xwe, bê şik ku plana duyemîn ya vê dewleta hov, dagiriya başûrê Kurdistanê ye. Ji xwe ji sedan zêdetir binkeyên leşkerî û sîxurî li Başûr bi cih kirine û ji sînorê Rojava heta sînorê Rojhilat bi kûrahiya dehan kîlomtreyan, gelek dever dagir kirine, binkeyên leşkerî danîne û gav bi gav vê dagîriyê firehtir dike. Ji 14’ê nîsanê ve operasyonek gelek mezin li deverên Metîna, Zap û Avaşîn dimeşîne. Di vê operasyonê de li pêş çavên cihanê, çekên kîmyewî û hemû cure çekên qedexe bikartîne. Mesele tenê hêzên gerîla nîne, ew hincet e. Niyeta dewleta tirk yê têkbirina destkevtên kurd û kurdistaniyan e û vê niyeta xwe ya qirêj êdî venaşêre û bi dengekî bilind dibêje û di pratîkê da jî dike.

Mixabin di operasyonên li deverên Metîna, Zap û Avaşîn û bi giştî operasyonên dewleta tirk yên li wan herêman dimeşînî de, hêza kurdî ya ku li wê herêmê desthilatdare, şûna dijê operasyonê derkevin û li hember dagirkeran li kêleka hêzên berxwedêr cihê xwe bigre, rê li ber hêzên dewleta tirk xweş dike û hêzên berxwedêr tengav dike. Ev helwestek dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye û bi tu awayî nayê qebûlkirin.

Dewleta tirk bi rêveberiya Erdogan û cebheya nijadperest û faşîst ya “AKP-MHP” ê, hem li nav hem jî li derve bi temamî polîtîkayeke leşkerî û dagirkerî didomîne. Erdogan û Eniya xwe, seranserê Tirkiye yê kirine zîndan. Ji mesrefên şer û gendeliyê, dewleta tirk krîzek mezin ya aborî jiyan dike. Erdogan û hevkarên xwe, daku rewşa ne asayî ya nava Tirkiyeyê, krîza ekonomîk û civakî veşêrin, helwest û bertekên li hember sistema xwe ji ber çavên xelkên Tirkiyeyê birevînin, çareyê di şer da dibînin û hem li nav welêt hem jî li derveyî welêt siyaseta şer wekî bizaveke pîroz ya dînî û nijadperistî nîşan didin ku xelkê nijadperest û paşkevtî destekê bidin wan. Bi vî rengî dixwaze temenê desthilata xwe dirêj bike. Bombeya li Stenbolê hatî teqandin, ji alekî din ve despêka kampanya hilbijartina 2023’yan e. Hemû lê pirsîn û rapirsîn didin nîşan, di hilbijartinekî normal de, Erdogan û hevkarên xwe winda dikin. Ji ber vê ew dixwazin weke sala 2015’an bi bombe û terorê, xelkê bitirsînin û manîpûle bikin û bi hîleyan serbikevin.

Em li ber êrîşên dewleta tirk bisekinin

Em weke KNK, êrîşên dewleta tirk yên li ser hemû Kurdistanê, bi taybetî jî yên li ser gelên Bakûr û Rojhilata Suriyeyê, bi tundî şermezar dikin û bi hemû hêza xwe ve li hember radiwestin. Li hemberî van êrîşan deng û bertekên saziyên navneteweyî û hêzên peywendîdar lewaz dibînin û rexne dikin, vê helwesta wan qebûl nakin. Bang dikin ku dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê helwesteke xurt nîşan bidin.

Em êrîşên dewleta tirk yên ku bi çekên kîmyewî û çekên qedexekirî li ser hêzên gerîla kar tîne, bi tundî şermezar dikin. Li hemberî van çekên qedexekirî bêdengiya saziyên wek Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û hêzên sereke yên cihanî, nayê qebûlkirin. Kar anîna van çekan suçên mirovahiyê ye. Em van saziyan davet dikin ku bi awayekî lezgînî bi berpirsyariyên xwe ve rabin.

Îran ber bi şoreşê ve diçe

Li aliyê din rejîma Îranê jî di krîzek mezin de ye. Krîz hem ekonomîk e hem civakî ye hem jî siyasî ye. Rejîma Îranê jî, welat ji hemî neteweyên li Îranê, baweriyên cuda û ji jinan re, kiriye zîndanek vekirî û li ser nefesa xelkê rûniştiye. Bi taybetî zext û zordariya li ser jinan, hingî diçe zêdetir û girantir dibe. Ev rewş êdî nayê qebûlkirin û êdî gihiştiye qonaxa serhildanê. Piştî kuştina jina kurd Jîna Emînî, di pêşkêşiya gelê me yê li rojhilata Kurdistanê de, li seranserê Îranê serhildan pêkhat. Ev serhildan ev e du meh û nîv in bê navber berdewamin.

Rejîm bi hemî îmkan û hêzên xwe ve, bi awayekî hovane êrîşê çalakvanan dike û heta niha sedan kes hatine kuştin, hezaran kes hatine birîndarkirin û bi deh hezaran jî hatine girtin. Lê Rejîm çi bike bila bike, hêdî nikare pêşiya xelkê bigire. Rejîm bi vî rengî berdewam nake û Îran ber bi guhertinê ve, ber bi şoreşeke nû ve diçe.

Rejîma Îranê, ji bo bala xelkê bikişîne derve û ji bo rewşa xwe ya xirab veşêre, meselê têxe sitûyê hêzên biyanî û teybetî jî partî û rêxistinên kurdî. Ji ber vê yekê, ev demeke li rojhilata Kurdistanê hêzên xwe zêdekirine û dem dem jî êrîşê başûra Kurdistanê dike. Rejîma Îranê jî, weke dewleta tirk heyînên baregehên hinek hêzên kurdî, ji êrîşên xwe re dike bahane. Di vî warî de agahdarî û hevkariya Îran û Tirkiyeyê ji hev heye û amancên wan jî yek in. Amanca sereke têkbirina hemû deskeftên Kurdistanê ne.

Civîn, serhildana di pêşengiya jinan de ku rojhilata Kurdistanê destpêkir û li seranserê Îranê bilav bû, helwesteke rewa û pîroz dibîne û silav dike û piştgiriyê jê re dike. Em êrîşên hêzên dewleta Îranê yên li ser jinan û bi giştî gel û xwepêşandaran, bi tundî şermezar dikin.

Em êrîşên dewleta Îranê yên ku li başûrê Kurdistanê li ser hêzên rojhilata Kurdistanê pêk hatin, bi tundî şermezar dikin. Bang li partî û rêxistinên siyasî, saziyên medenî, rewşenbîran û bi giştî gelê me, li hemberî êrîşên dewletên Îran û Tirkiyeyê li ser bingeha yekitiya neteweyî rawestin û helwest bigrin.

Başûrê Kurdistanê, deverek azadkirî û xwedî statûyek federal e, ev rewş ji bo hemû kurdistaniyan hêviyek mezine û cihê kêfxweşiyê ye. Çi dibe bila bibe divê ev destketî bê parastin û bê pêşxistin. Parastina destketiyên gelê me li Başûr, erkeke neteweyî ye. KNK, li ser parastina destketiyên Başûr hesas e. Em dixwazin ev destketî firehtir bibin û bikevin xizmeta hemû kurdistaniyan.

Rewşa Iraqê li ser Kurdistanê dibe xetere

Rewşeke ne diyar li seranserê Iraqê heye û ev rewş ji bo statûtaya Kurdistan jî xeteriyan bi xwe re tîne. Ji ber ku Iraq di nava qeyranek mezin de ye, gelek destên biyanî jî dikevin nava Iraqê. Piştî hilbijartinan encax di nava salekê de serokkomar hat hilbijartin û hukumetek hat avakirin. Lê ne diyare ka wê rewş ber bi kûve biçe. Mixabin vê rewşa ne diyar de, hêzên kurdî jî ne yek deng in û bilave ne. Di vê demê de ji bo Iraqê behsa destûrek nû tê kirin. Eger em weke kurd yekrêz nebin, statûya federal û gelek destketiyên me dikarin têk biçin. Heman demê de deverên dabirayî (deverên madeya 140) jî dikarin bi temamî ji Kurdistanê bêne qetandin.

Sîstema Hikûmeta Başûr ya aboriyê wekheviyê esas nagire

Li başûrê Kurdistanê qeyranek mezin ya aborî heye. Sîstema aborî ya Başûr dibe sedemê wê ku hejmareke kêm gelek dewlemend dibin, piraniya civakê jî feqîr dibin. Qeyrana aborî, dibe sedemê qeyranên civakî jî. Gelek kes ji ber vê rewşê muhtacê nebaşan dibin, pê bawerî pêşdikeve û ehlaqê civakê têk diçe. Dibe sedemê nexweşiyên derûnî û xwe kuştinê. Herwiha ev rewş  dibe sedema koçberiya xelkê ji Başûr. Dewleta tirk jî vê rewşê weke derfetekî kar tîne û dixwaze Kurdistanê vale bike. Di vî warî de dewleta tirk bi çete û qaçaxçiyên girêdayî xwe ve, dikeve hereketê û bi hevkarên xwe ve ciwanan hedef digrin. Teybetî koçkirina ciwanan li Başûr di astekî jor de ye û metirsîdare. Rewşa jinan jî li Başûr bi giştî nebaşe. Projeyên pêşxistina azadiya jinan ji alê hikûmetê ve kêmên û heta mirov dikare bêje hikûmet vî warî de bê proje ye. Kuştina jinan li Başûr birînekî civakî ya reş û gelek kûr e.

Peywendiyên li gel hikûmeta Iraqê, weke tê xwestin nînin. Pirsgirêka petrol û budceyê nehatiye çareserkirin. Problema mezin ya deverên madeya 140’in. Di serî de li Kerkûk, li deverên din yên germiyan û giştî li hemî deverên dabirayî, rewşa gelê me gelek xirabe. Êrîş li ser gel çêdibin, mal û milkên wan têne talankirin û niştecihên kurd têne koçberkirin. Dever bi giştî tê erebkirîn. Hingî diçe ev rewş girantir dibe.

Şengal xwedî erdnîgariyek stratejîk e. Dewleta tirk di her firsetê de êrîşê Şengalê dike û amadekariyên dagirkirina Şengalê dike. Projeya ku DAIŞ’ê ji ber berxwedana hêzên gerîla û berxwedêrên Şengalê nikaribû encamê bigire, niha Erdogan û hevkarên xwe dixwazin temam bikin. Şengal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye. Piraniya wê kurdên êzidî ne û Şengal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê taybetmendiyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji aliyê DAIŞ’ê ve li Şengalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şengaliyan de vekirine. Divê Şengal , rewşa xelkê Şingalê û pirsgirêkên Şengalê, bi awayeke taybet bêne nirxandin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şengalê, esas bê girtin.

Rewşa kurdên şebek û kakaiyan

Rewşa kurdên şebek û kakeiyan jî, gelek xirabe û weke ya êzidiya ne. Dema DAIŞ hat herêmê, êrîşê kurdên şebek û kakeiyan jî kir. Bi destê DAIŞ’ê li ser vî beşê gelê me jî qetlîam pêk hatin. Piştî têkçûna DAIŞ’ê jî, rewşa wan baş nebû û bi taybetî piştî referandûmê ku herêmên Maddeya 140 ketin destê hikûmeta Iraqê, rewşa wan hingî diçe xirabtir dibe. Em weke KNK, li ser vê rewşê hesasin û em ê hewlên xwe yên çareseriyê dewam bikin. Li ser vê yekê em bang li Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Bexdayê dikin ku xwedî vî beşê gelê me derkevin.

Rewşa kurdên feylî

Pirsgirêka kurdên Feylî, ev demeke dirêje di rojeva KNK’ê de ye. Ji bo li ser rewşa kurdên feylî raweste, KNK’ê komîteyek teybet avakiriye û ev komîte di nava xebatê de ye. Kurdên feylî, di gelek waran de di bin zext û êrîşan de ne. Teybetî jî di bin êrîşa asîmîlasyonekî gelek mezin de ne. Ev mesele ne tenê mesela kurdên feylî ye, ne tenê mesela KNK’ê ye, heman demê de meseleyek neteweyî ye û divê hemû hêzên kurdistanî, li ser vê rewşa kurdên feylî rawestin û divê çareseriyek adilane ji vê meseleyê re bête dîtin.

Dema rewşa rojhilata Kurdistanê û Îranê tê rojevê, mixabin gelek caran rewşa kurdên Xoresanê tê ji bîrkirin. Ev kêmahiyek piraniya rêxistinên kurdistanî ye. KNK, ji damezirîna xwe û heta niha hewl dide ku li ser rewşa kurdên Xoresanê raweste û temsîla wan li KNK’ê de hebe. Eger ew bi awayekî kêm be jî temsîliyeta kurdên Xoresanê di KNK’ê de heye. Divê ev temsîliyet bê xurtkirin. Divê pirs û pirsgirêkên kurdên Xoresanê bikevin rojeva hemû rêxistinên kurdistanî.

Rewşa bawermendên yarsan

Bawermendên Yarsan, li rojhilata Kurdistanê hem weke kurd hem jî weke bawerî di bin zextekî giran de ne. Dînê Yarsan, baweriyeke kevnare ya Kurdistanê ye û divê weke xwe, weke ku heyî bête parastin. Di heman demê de peyama pîrozbahiyê ya rêberîkî dînî yê Yarsanan jî ji rojhilata Kurdistanê, gihişte Civata Giştî û ji teref endamekî Yarsan ve hat pêşkêşkirin û peyam ji teref Civata Giştî ve bi dixweşî hate pêşwazîkirin.

Nûnerên Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN) ku di KNK’ê de endam in, rewşa gelê me yê herêmê anîn ziman û agahdarî dane civînê.

Di civînê de, rewşa Kurdên li welatên ESENGê (Welatên Sovyeta Berê) jî, hate rojevê û li ser hate rawestan. Ev demeke, li welatên nava Asya yê Qazaxistan û Kirgizistan ê, êrîş li ser Kurdan çêdibin. Kurd, ne tenê li Kurdistanê di bin êrîşan de ne, her weha li seranserê Cihanê jî di bin tehdît û êrîşan de ne. Heta welatekî azad ji Kurdan re neyê avakirin, ev tehdît û êrîş wê berdewam bin. KNK, li her cih û deverê, mafê gelê Kurd tîne rojevê û diparêze.

Qedera gelên kurd û asûr-suryan bi hev ve girêdayî ye

Di civînê de rewşa gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî jî hat rojevê. Asûrî-Suryanî-Kiladanî, miletekî qedîm yên herêma me ne. Di dîrokê de gelek qetlîam û jenosîd li hember vî gelî pêkhatine. Ev gel ne tenê bi alê etnîkî ve têne hedefgirtin, di heman demê de di alê bawerî de jî di bin êrîşek giran de ne. Bi hatina DAÎŞ’ê hedefek yekem jî, gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî bûn û li ser wan jî qetlîam pêkhatin. Jiber van sedaman li herêmê de nufûsek kêm maye û hingî diçi kêmtir dibin. Parastina vî gelê qedîm wezîfeyek mezin ya KNK’ê û hemî hêzên Kurdistanî ye. Em ê li ser vê erka xwe her dem rawestin. Qeder û rizgariya gelê Kurd û ya gelê Asûrî-Suryanî-Kiladanî, bi hev re girêdayî ye û serketin jî wê bi hev re be.

Tev li kampanya ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bibin

Rewşa Abdullah Ocalan û kampanya azadiya Abdullah Ocalan ya ku di asta cihanê de tê meşandin jî hate rojeva Civata Giştî. Kampanya azadiya Abdullah Ocalan, hingî diçe berfirehtir dibe û dikeve rojeva reya giştî ya Cihanê. Eve ji 20 mehan zêdetire agahdariyek ji Abdullah Ocalan nehatiye standin. Herî dawî parêzerên Abdullah Ocalan gotin “me bihîstiye ku dema CPT çûyî Îmraliyê, Abdulah Ocalan derneketiye hevdîtinê.” Ev rewşeke nû û xeternak e. Em weke KNK, li hember tecrîda girankirî ya ku li ser Abdullah Ocalan tê meşandin, helwest digerin û qebûl nakin û dewleta tirk şemezar dikin. Di heman demê de em bêdengiya CPT û Konseya Ewropa qebûl nakin û bang li van saziyan dikin ku bi awayeke lezgîn berpisyariya xwe pêk bînin. Herwiha em Kampaya Azadiya Abdullah Ocalan destek dikin û bang li hemî kurdistaniyan û dostên kurdan dikin ku tev li vê kampanyayê bibin û vê kampayayê xurttir bikin.

Beşdariya xurt a jinan li karên yekitiya neteweyî

Rewşa jinan jî di rojeva civînê de bû. Nûnerên rêxistinên jinan bi awayekî xurt beşdarî Civata Giştî bûn û bi nirxandin û analîzên xwe, civîn dewlemend kirin. Her çiqas tevgera jinan, li Kurdistanê pêşketibe jî û di asta jor de di nava sazî û dezgehên kurdistanî de cihê xwe digre jî, weke welatên din yên cihanê lê li welatê me jî, pirsgirêka azadiya jinê nehatiye çareserkirin. Pêşketina tevgera jinê li Kurdistanê, cihê şanaziyê ye û di asta cihanê de deng vedaye. Lê mesele mezine, rê û rêbazekî kûr û dirêje. Divê zihniyeta hezaran salan bê guhertin. Her wiha jinên endamên KNK’ê, daxwaz kirin ku di partî û rexistinên siyasî de hêjmara jinan bête zedêkirin. Jinan, li ser tegîhîştîna baviksalariyê di siyaseta kurdî de, rexne li partiyên siyasî kirin. Bi taybetî, ji partiyên siyasî hat xwestin ku di karên yekîtiya neteweyî de, astengiyên ji bo beşdariya jinan bêne rakirin, da ku nîqaş û çareseriyên derbarê yekîtiya neteweyî bi beşdariya jinan xurttir bibin.

Rewşa li Kurdistan û li herêmê, krîtîke û ne zelale. Li gel tehlîkeyan eger em bikarin karbînin derfet jî hene. Çar dewletên dagirker di nav qeyranên mezin de ne. Rewşa Iraqê ne diyare û bê istiqrarî zêde ye. Rewşa Suriyeya, li ber çava ye û heta demeke dirêj wê nekare xwe komî ser hev bike. Îran weke li jor jî hatî behskirin, ber bi guhertînekî mezin ve diçe. Tirkiye , her çend xwe xurt dibîni û derfetên weke şerê Ukrayna – Rusya û nakoyên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe kartîne jî, lê ew jî di nava qeyranê de ye û paşeroja wê jî nediyar e.

Li hember vê rewşê eger em bikarin xwe baştir rêkbixin û yekîtiya xwe xurttir bikin, em ê bikarin statuyek mayînde ji hemî Kurdistanê re çêkin. Ji bo vê yekê divê hemî hêz, partî, sazî û rêxistinên me, her wiha hemî gelê me li çar aliyê welêt û li her derê lê dijîn, baştir hevbigirin, sekna xwe ya neteweyî û niştimanî xurttir û mezintir bikin. Bi vî rengî emê bikarin hemî plan û projeyên dewletên dagîrker yên dijê Kurdistanê pûç bikin.

Rewşa Kurdistanê û Cihanê ya ku li jor hatî analîzkirin, erk û wezîfeyên me jî derdixe holê. Analîz û diyarkirina kêm û kuriyan, têra me nake. Jibo ew kêm û kurî bêne çaresrkirin, xebatek xurt ji me tê xwestin. Sêrî de jibo yekîtiya neteweyî ku karê me yê bingehîne, divê bê navber em bixebitin. Di vî warî de îmkan û derfet hene. Herweha em dikarin di asta Cihanê de, xebatek xurt ya dîplomatîk bikin û divê em bikin jî.

Bi kurtî; dem dema yekîtiyê ye. Dem dema berxwedana li hember dagirkeran e. Dem dema azadiyê ye. Dem dema xebatê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar