Kongreya Navneteweyî ya Tecrûbeyên Jinan bi encamnameyekê bi dawî bû. Encamname ji aliyê endama komîteya amadekar a kongreyê Dîlan Hesen ve hat xwendin.
Di encamnameyê de girîngiya avakirina mîsaqeke herêmî ya hevbeş a jinan were avakirin da ku nêrîna bîne gel hev û têgehên sereke bi nêrîna jinan a hevbeş di ber çavan re werin derbaskirin.
Her wiha banga avakirina komîteyên hiqûqî, lidarxistina pêngavên herêmî yên stratejîk ên ji bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin kirin. Ji bo parastina tevahî girtiyên siyasî, di serî de Rêber Abdullah Ocalan banga avakirina saziyeke herêmî hat kirin.
Encamname wiha ye: “Di 18 û 19’ê Tebaxê de em jin ku hejmara me zêdetirî 100 jin bûn û ji Lubnan, Filistîn, Sûriye, Iraq, Misir, Tunis, Urdin, Yemen, Sûdan, Tirkiye û Îranê ne li paytexta Lubnan Beyrûtê civiyan û me (Kongreya Jinan a Tecrûbeyên Tevgerên Jinan ên derketina ji aloziyên li herêmê ) li dar xist. Kongre bi dirûşma “Li ser şopa Jin, Jiyan, Azadî” hat lidarxistin.
Piştgiriya serhildanên jinan
Tiştek ne xerîb û ne jî tesaduf bû ku em bi taybetî di meha Tebaxê de bicivin û kongreya xwe li dar bixin. Lê belê ji ber girêdana me bi dirûşma û felsefeya (Jin, Jiyan, Azadî) ye, her wiha ji bo piştgiriya jinên êzidî yên Şengalê û jinên Efganistanê li hemberî planên qirkirinê ye. Ev kongrê wekî bangeke girîng ji bo beşdarbûna çalakiyên pêngavên cîhanê yên jinan e ku KJK’ê ragihandiye. Di heman demê de ji bo piştgiriya serhildana gel a Îranê ya bi pêşengiya jinan a bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye ku çend roj mane bikeve saleke nû. Bi vê boneyê em tevahî jinên têkoşîn û berxwedêr ên li tevahî cîhanê; jinên êzidî, efganî, îranî, kurdî û erebî silav dikin.
Me di kongreya xwe de bal kişand ser pirsgirêkên jinan ên li welatên cuda yên Rojhilata Navîn û Afrîka û em gihaştin vê encamê ku hêzên cîhanî yên mezin û pergalên serdest ên li herêmê rê li pêşiya hemû cure şer vekirin ku ter û hişt da ber xwe. Ev şer di çarçoveya siyaseta ‘şerê tevahî, li dijî tevan e’ tê kirin. Her wiha di çarçoveya siyaseta sorkirina nasnameyên civakî, çandî, neteweyî, olî, etînîk û bawerî yên li herêmê li hemberî hev de tê kirin da ku di enncamê de hêzên serdest berjewendiyên xwe pêk bînin. Di encama van siyasetan de dagirî, şerê çekdarî, koçberiya komî ya bi darê zorê
Guhertina demgorafîk, qetilkirin, çewistandin, bazirganiya bi mirovan, tundiya li ser jinan û bazirganiya bi jinan û zarokan, hedefgirtina pêşengan çêbûn.
Li ser vê yekî pêwîstî hebû ku çareseriyeke giştî ji van felaketan re werin destpêkirin. Em dikarin bêjin ku em li hemberî siyaset û kirinên qirkirina jinan e ku di hemû qadên jiyanî de û di tevahî astan de têne kirin.
Tecrubeya jinên Kurdistanê
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di kongreyê de behsa tecrubeya jinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, çawaniya sûdgirtina ji van tecrubeya nimûne ya ji hundirê herêmên me û ji rihê mîrasa dîrokî ya kevn derdikeve hate kirin; çi tecrubeya rêxistinbûyîna hevserokatiyê li Bakurê Kurdistanê yan jî tecrubeya xweparastinê li gel jinên êzidî yên li Şengalê yan jî tecrubeya şoreşa jinên pêşeng li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yan jî tecrubeya serhildana Îranê ya bi pêşengtiya jinên Kurd a diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” li Rojhilatê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Me bal kişand ser jêdera îlhamker, paşxenya fikrî û felsefî ya ev tecrubeyên jinên Kurd û me dît li hember vê felsefeya serdemê nixumandineke ragihandinê, reşkirina rastiyan û tundiyek li dijî raymarê Kurd ê navneteweyî birêz Abdullah Ocalan heye, ku nêzî 25 salan di girtîgeha yekhucreyî ya li gireva Marmarayê ya Tirkiyeyê de ye. Ew îro li hember siyaseta îşkenceya derûnî û tecrîdeke mutleq a li dijî tevahî pîvan û mîsaqên mafên mirovan ên navneteweyî li ber xwe dide û di çaroveya qanûnên taybet ên urfên qanûnî yên fermî de ji “Mafê Hêviyê” jî bê par e. Me teqez kir ku divê were berdan; ji ber ku nûnertiya dozeke mirovî ya adilane û dozeke wijdanî ya mirovî dike.”
Biryar
Li gorî wê, em weke jinên li vê erdnîgariya pîroz a kevnar e ku bi dergûşa xwedawendan hate naskirin û tê de tevlêbûneke dilxwazî, xwezayî û jiyaneke hevbeş di nava gel û nasnameyan de heye û ji baweriya me ku têkoşîna jinên hevbeş hêza dînamîk û mufteya garantiyê ya vegerandina sazûmaniya jiyana civakî ya ewle û îstîqrar ku tê de wehkeviya pratîk, edalet, demokrasiya rastîn û aştiya mayinde heye, me li ser van biryaran li hev kir:
Desteka berxwedana jinên êzidî, efganî, îranî, kurdî û filistînî û her jinên têkoşer û berxwedêr ên li tevahî herêmê li dijî hêzên tarî ku jinan dikin hedef were kirin.
Sûd ji tecrubeyên cihêren ên jinên Kurd were girtin, ku bibe modelek ji tevahî jin û gelên herêmê re û sûc ji tecrubeya rêxistinbûyîna hevserokatiyê were girtin.
Kongreyeke jinan a navneteweyî were lidarxistin da ku têkoşîna jinan a hevbeş were xurtkirin, tecureyên jinan were yekkirin ku bibe wesîleyeke xweparastinê li dijî zihniyeta batriyarkiyê bi hemû sazî û alavên wê, siyaset û kiryarên wê bi rêya avakirina navendên taybet werin aşkerakirin û eniyeke jinên herêmî ya hevbeş were avakirin.
Mîsaqeke jinên herêmî ya hevbeş were damezrandin û ji nû ve li têgehên sereke were nêrîn da ku ji nû ve bi nêrîna jinên hevbeş were pênasekirin, sûd ji jineolojiyê were girtin û xebata li ser belavkirina wê bê kirin.
Komîteyên hiqûqî werin avakirin, hemleyên herêmî yên stratejîk werin destpêkirin da ku banga serbestberdana ramyarê Kurd ê navnetweyî dîlgirtiyê fikrê azad û dostê azadiya jinê birêz Abdullah Ocalan were serbestberan.
Toreke herêmî ya parastina tevahî girtiyan, siyasetmedaran were avakirin, di serî de birêz Abdullah Ocalan, ji ber ku ew nûnertiya deng, vîn û nasnameya gelên xwe dikin.
Têkoşîna li dijî bingehparêziya olî ya her cure û li dijî polîtîkaya “tunekirina jinan” û hemû siyaset û pêkanînên mêtingerî û otorîter ên ku dijminatiya jinan dikin were kirin.