Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Endam û rêveberên HDP’ê: Hêzên paramîlîter bi gefan sîxûrtiyê li me ferz dikin

Endam û rêveberên HDP’ê ya Stenbolê ji ber zextên sîxûrkirinê ji hêla hêzên paramîlîter ve, serî li ÎHD’ê ya Stenbolê dan. Piştre jî daxuyaniyek dan û diyar kirin ku hêzên paramîlîter ên dewletê bi rêbazên derqanûnî gefên kuştin, birîndarkirin û îşkenceyê li wan dixwin

Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê bi boneya hin kesên xwe weke ‘endamên îstîxbaratê’ didin naskirin û bi gefan li wan sîxuriyê ferz dikin, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dan. HDP’iyan piştî serlêdanê, civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokên HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bulut jî tev li civînê bûn.

Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî di serî de axivî û got ku di demên dawî de bûyerên sîxûrkirinê û gefan zêde bûne û kesên ku van karan dikin jî xwe weke endamên îstîxbaratê pênase dikin. Piştre jî ji rêveberên HDP’ê Cuneyt Karabey axivî û wiha got: “Hin kes bi hinceta ku kargeha min bikirin, bi min re têkilî danî. Lê gefên kuştinê kirin û bi gefan sîxurî li min ferz kirin. Gotin; ‘Em dixwazin ji te re bibin alîkar. Em naxwazin ziyanek bigihe te. Bawerim tu naxwazî seyareya te bê molotofkirin an jî şewitandin.’”

‘Bi kuştina endamên malbata wê gef lê xwarin’

Rêveberê Komeleya Piştevaniyê û Alîkariyê ya Xizmên Windayan a Andoluyê (ANYAKAY-DER) Osman Ozdemîr jî destnîşan kir ku dema ji mala xwe derketî, ji hêla du kesan ve hatiye binçavkirin û wiha pê de çû: “Ji min re gotin; ‘Ne tirse em ne polîs, endamên îstîxbaratê ne.’ Min jî jê re got ma çi ferqa we heye? Xwestin bi min re çayê vexwin. Lê min jê re got ku ez naxwazim. Ji ber ku li kolanê pir israr kirin, em derbasî qehwexaneyekê bûn. Lê min bi wan re çay venexwar. Ji min re gotin; ‘Em dizanin bê ka tu çi dikî. Zarokê te li vir diçe dibistanê.’ Li ser malbata min gef li min xwarin. Lê tevî israra wan jî ez bi wan re neaxivîm.”

‘Bi israr xwestin bi min re bi axivin’

Rêveberê HDP’a Stenbolê Erkan Kakça jî daxuyand ku dema ji mala xwe çûye dikanê, hin kesan rê li ber girtiye û serpêhatiya xwe wiha vegot: “Yên ku pêşî li min girtin min pirsa ‘Hûn ê min binçav bikin?’ kir. Gotin; ‘na’. Min jî got; ‘Wê demê çi karê min bi we re nîne û ji vir herin.’ Lê bi israr xwestin bi axivin. Li seyareyê hatim siwarkirin. Heman tiştên ku ji hevalan re gotin, bo min jî gotin. Min jî got; ‘Ger xebatên min sûc bin, dozger dikare tiştên hewce bike. Tiştekî ku ez bi we re bi axivim nîne.’

‘Dê rêbazên hêzên paramîlîter bi ser nekevin’

Hevserokê HDP’a Stenbolê Erdal Avci jî diyar kir ku polîtîkaya zext û tundiyê ya li ser partiya wan, rêveber û endamên wan dê bêencam bimîne û dê têkoşîna xwe bidomînin. Avci wiha domand: “Ev sepane qewimînên nû nînin. Di dîrokê de gelek caran hatiye dîtin ku ev hewldanên yekîne û saziyên paramîlîter ên dewletê dê tu encaman bidestnexin.”

‘Em ê xebatên xwe bidomînin’

Hevseroka HDP’a Stenbolê Elîf Bulut jî bang li Wezareta Karê Navxweyî û Wezarata Dadê kir û wiha got: “Hinek kesên ku xwe weke xebatkarên fermî yên dewletê nîşan didin, bi rê û rêbazên derqanûnî gefa kuştin, derb û tundiya psîklojî dikin û sûcên giran dikin. Em bang li wezareta ku ji ewlehiya her welatiyekî berpirsyar dikin ku van kesan teşhîr bikin û radestî darazê bikin. Dê tu zext nekarin li pêşiya me bibin astengî û em ê xebatên xwe bidomînin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar