Endamê Meclisa Partiyê (MP) ya HDP’ê Berat Kiran li Mêrdînê hat binçavkirin
Endamê Meclisa Partiyê (MP) ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) Berat Kiran dema ku ji avahiya HDP’ê ya Mêrdinê derket, hat binçavkirin. Hat zanîn ku Kiran di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdinê ve ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û Kiran birin Şaxê TEM’ê yê Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdinê.
Bi binçavkirina Kiran re hejmara kesên li Mêrdînê hatin binçavkirin gihişt 27 kesan. MÊRDÎN