Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Endamê meclisa şaredariyê: Begît ji bo dizî û rantê îstîfa kir

Endamê meclisa şaredariya Bêrecûkê Ahmet Arar ê ku Mehmet Begît li ser navê wî gotibû 'em îstifa dikin', haya wî ji naveroka civînê tune bû û ev tişt anî ziman: “Dibêje 'di destê min de dîmen û qeydên dengan hene', ne rast e. Qethiyen tiştekî wiha tune ye. Ji ber ku me destûr neda ku em guherîna îmarê ya ku wî dixwest bike, îstifa kir. Ji ber ku endamên meclisê erkê nedan wî îstifa kir. Me nehişt tiştên gel bifiroşe."

 

Xwefiroşê bi navê Mehmet Begît ê ku ji Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partiyê) li Bêrecûk a Rihayê hatibû hilbijartin, lê di 29’ê nîsanê de îstifa kiribû, didomin. Begît ragihandibû ku tevî endamên meclisa şaredariyê Mahmût Dîrîer, Sakip Yaşar, Reşît Çelîkhan û Ahmet Arar îstifa kirine. Derket holê ku endamê meclisa şaredariyê Ahmet Arar îstifa nekiriye û haya wî ji naveroka civîna çapemeniyê tune bûye. Arar diyar kir ku Begît ji wî re gotiye “Em ê civîna çapemeniyê li dar bixin, li cem me bin” û got ku di dema civîna çapemeniyê de pê hesiyaye ku civîn ji bo îstifakirinê bûye. Arar da zanîn ku îdiayên “mudaxaleya ala û posteran” ne rast in ku Begîr ew wekî delîl nîşan dabûn.

Arar bilêv kir ku piştî civîna çapemeniyê Begît zor daye wî ku îstifa bike û ji wî re gotiye ger îstifa bike ew ê di warê madî û manewî alîkariya wî bike.  Arar bilêv kir ku Begît ji wan re negotiye ku wê civîn têkildarî îstifakirinê de be û wiha axivî: “Ji wan çar kesên ku Begît îdia dike ku îstifa kirine, yek jê ez im. Lê min îstifa nekiriye. Mehmet Begît qet bi min re neaxivî, rewşê ji min re negot.”

Arar anî ziman ku Begît piştî civîna çapemeniyê xwestiye wî qaneh bike û jê re gotiye “Di warê madî û manewî çi hewce be ez ê bikim” lê wî qebûl nekiriye. Arar got: “Lê her sê kesên din ên qebûl kirin pê re îstifa kirin. Ji me re got, ger hûn îstifa bikin ew ê di şaredariyê de eywira herî baş bide me. Min jî hewl de ew dest ji vê fikra xwe berde. Ji bo civîna çapemeniyê neyê belavkirin ez pê re axivîm û min got ez qebûl nakim. Paşê ez ji şaredariyê derketim û çûm partiya xwe. Ez bi partiya xwe re me û ez ê tu carî dest ji partiya xwe bernedim.” Arar ku got “Mehmet Begît îradeya 22 hezar kesî diziye” wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin ew îstifa bike. Divê Begît demildest îstifa bike. Siyaseteke wiha nîn e. Pêwîst e Mehmet Begît ji şaredariyê îstifa bike.”

Arar destnîşan kir ku Begît ji bo dizî û rantê îstîfa kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di pêvajoya hilbijartinê de em bi hev re xebitîn û em bi hev re westiyan. Em gund bi gund, derî bi derî geriyan. Min jê re got ku keda van însanan pûç neke, lê min nikaribû wî qaneh bike. Îdîa kir ku mudaxileyî alayê û posterên Ataturk û Erdogan tê kirin. Ev ne rast e. Piştî 31’ê Adarê tu kesî têkildarî vê gotinek jî nekir. Dibêje ‘di destê min de dîmen û qeydên dengan hene’, ne rast e. Qethiyen tiştekî wiha tune ye. Ji ber ku me destûr neda ku em guherîna îmarê ya ku wî dixwest bike, îstifa kir. Ji ber ku endamên meclisê erkê nedan wî îstifa kir. Me nehişt tiştên gel bifiroşe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar