Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê: Bê alîkariya PDK’ê tirkiye nikare êrîş bike

Endamê Mekteb Siyasî ya YNK’ê Arês Abdulla got ku eger alîkariya PDK’ê nebe, ne hêsane ku dewleta tirk êrîşî başûrê Kurdistanê bike. Arês got ku siyaseta niha ya li gel Tirkiyeyê, ne siyaseta Herêma Kurdistanê ye, baş yan xirab be, PDK berpirse.

Endamê Mekteb Siyasî ya Yekitiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê Arêz Abdulla derbarê êrîşa dewleta tirk ya bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, ji Rojnews re axivî. Arêz Abdulla destpêkê got ku mixabin dewleta tirk li ser başûrê Kurdistanê êrîş û dagirkerî daye destpêkirin.

Arêz da zanîn ku ew dizanin bi vê êrîş û dagirkeriyê ne pirsgirêka kurd çareser dibe, ne jî dikare Tevgera Rizgarîxwaz xilas bike.

Derbarê hevkariya PDK’ê ya ji bo dewleta tirk jî Arêz dibêje, eger alîkariya PDK’ê nebe, ne hêsane ku Tirkiye ev pêngav bavêje û wiha dom dike; “Ev siyaseta niha ya li gel Tirkiyeyê, ne siyaseta Herêma Kurdistanê ye. Tenê siyaseta PDK’ê ye, baş yan xirab, PDK berpirse. Ev êrîş piştî serdana serokê Hikumetê ya ji bo Tirkiyeyê pêkhat. Tirkiye niha jî girîngiyê nade statûya Herêma Kurdistanê. Eger fikra Tirkiye hemberî Herêma Kurdistanê bi vî awayî be, divê em çawa bin?”

Di dewama axaftina xwe de Arêz Abdulla desnîşankir ku ew li bendê bûn ji bo çareserkirina pirsa kurd, di biharê de di navbera dewleta tirk û PKK’ê de guftugoyek destpê bike û got; “Ji ber ku çareserkirina pirsa kurd ya li Tirkiyeyê, di berjewendiya dewleta tirk û xelkê Tirkiyeyê deye. Lê dubare heman siyaseta berê ku dubarekirin û şikestin, dan meşandin.

Êrîş hem ziyanê dide xelkê herêmê, hem jî ji bo Tirkiye baregehên xwe li herêmê bicih bike, dibe hêcetek. Di dema berê de jî Tirkiye çûbe kuderê, li wir dimîne. Ev êrîş ji bo pêşeroja Gelê Kurd gelek metirsiye, di heman demê de li ser Herêma Kurdistan, statûya Hikumeta Herêm û PDK’ê jî metirsiye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar