Li bajarokê Sengeserê yê navçeya Pişder a Rêveberiya Raperînê, kesê bi navê Sînan Demîryurek ku tê gotin endamê MÎT’ê ye, bi motosîkletekê êrîşa çekdarî bir ser welatiyekî ji başûrê Kurdistanê pêk anî.
Endamê MÎT’ê Demîryurek bi çekê gule li kesekî ji başûrê Kurdistanê ku navê wî nehat zanîn, reşand. Kesê ku bi giranî birîndar bû, bi çeka li ser xwe bersiv da êrîşkar û ew kuşt.
Welatiyê ji Başûr ku bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Li gorî nasname û belgeyên ku ketine destê Rojnewsê, êrîşkar ji bajarê Tokatê yê Tirkiyeyê ye û demeke li bajarê Silêmaniyê dijî.