Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê endamên Dîfaa Wetenî yê girêdayî rejîma Baasê li taxa Merşo ya Hesekê êrîşî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Li gorî agahiyên li herêmê sivîlek ji aliyê endamên Dîfaa Wetenî ve hatiye qetilkirin.
Endamên Dîfaa Wetenî beriya demekê jî li bajarê Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê êrîşî bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn kiribûn.
Ev êrîşên endamên Dîfaa Wetenî hemwextî êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî Eyn Îsa û hedefgirtina serokeşîrên Dêrazorê pêk tên. HESEKÊ