Heyeta îtalyan a ku li ser vexwendina HDP’ê ji bo şopandina hilbijartinê hatibû bakurê Kurdistanê, dema ku li navçeya Hênê ya Amedê hilbijartin dişopand hatin binçavkirin
Ji bo şopandina hilbijartina rêveberiyên herêmî, li ser daxwaza hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî heyeteke ewropî ku ji 92 parlamenter, rojnameger û endamên rêxistina civaka sivîl pêk dihat, hatibûn bakurê Kurdistanê.
HDP’ê ji bo heyeta ku ji Ewropayê hatî plansaziyeke şopandina hilbijartinê amade kir. Li gorî plansaziyê jî heyeta ku ji Îtalyayê hatî, derbasî navçeya Hênê ya Amedê bû. Li gorî agahiyan, endamên heyetê Sonia Helene Rosset û Noemi Colombo dema ku li Hênê hilbijartin dimeşand, hatin binçavkirin. Endamên heyetê yên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Hênê. AMED