PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Enfal an jî birînên xedar û nekewandî

Her wêneyek tije gotinên nebihîstî ye. Her dîmenek bi qasî romaneke nenivîsandî tije ye ji çîroka neteweyekê ku tenê azadîxwaz e. Ez van çend wêneyan tevî vê nivîsê bi we re parve dikim, êdî hûn dikarin hemû tiştekî ji wan salên tije tirsa tunekirinê bibînin. Carna wêneyek bi tena serê xwe xwedî gelek gotinên taybetî ye. Hem dîrok û xweziyên miletekî bindest tê de hene, him jî bêrehmî û hovîtiyên dîktatoran radixin ber çavan. Zarok û dayik, ciwan û jin, pîr û biçûk, gund û xweza, kurd û Kurdistan, kuştina hezaran hesret û xweziyên nedîtî û hwd nasnameya van wêneyên ne.

Dîtina dîmenên tije hovîtî tim pirsek wiha bêbersiv dixwaze, lê ez hê jî nizanim bersiv çi ye: “Gelo di wan salên tije xwîn û tevkujî de dema qewmîna wan cinayetên tije qêrîn, nalîn û hewar Xwedayê mezin û 124 hezar pêxemberên wî li ku derê bûn? Ka wijdan? Li kû bû exlaqê misilmantiyê û çima raketîbûn birayên kurdan ên misilman…”

Van rojan dema ku dîsa gorên bi kom li beriyên Iraqê hatin dîtin, “Enfal û edaleta îslamî” ketin bîra dîrokê. Wan salên reş wek şahidekî tevkujiyên bêdawî mamosta Sebrî Botanî wiha nivîsîbû:

“Ev hezar û çarsed sal e

Li welatê min “enfal” e

Ser û mal û namûsa min

Li dijminê min helal e…

Li Mosko kevinperest im

Li Waşînton komonîst im

Li mizgeftê ez kafir im  

Li Ankerê terorîst im… “

Bila rêber û partiyên kurdan, rêxistin û saziyên qaşo kurdistanî şermê jixwe bikin û êdî tenê bi hevgirtineke stratejîk dawiyê bi van hovîtiyên dagîrkerên Kurdistanê bînin. Ger wiha nebe êdî bila ne li Biradost û Amedê, ne li Efrîn û Urmiyê, ne jî li Kerkûk û dereke din a axa welatê xwe li benda qenciyên dijminan bin!

Hemû salê di van rojan da dîsa birîneke xedar devê xwe vedike. Mirov nifira ji vî erd û esamî dike. Nifira ji wan rûreşan dike ku hingî bêdeng bûn. Ji bextê reşê kurdan re hingî: erd, esman, mirov, axa, beg, zana û nezan tev de bûne Baasî ku bibine hevalên cinayet û kiryarên Sedam û hevalbendên wî yên cinayetkar. Me bi rêya “ Enfal”ê re piştre îslam jî baştir nas kir. Qûran û misilmanên rastîn û durû jî hatin naskirin. DAIŞ û Erdogan jî niha li ser şopa “ Enfal”ê dimeşin, lê kurd êdî bêdeng û reng nîn in û aqibeta Sedam yê bê serê Neunaziyên vê sedsalê jî.

Li pey salên dirêj…

Piştî salên dirêj hêşta jî hinek çav li rê ne ku ew vegerin. Wan salên reş kes nikare ji bîr bike. Baasiyên cinayetkar ne kêmî Neunazîyan kirin, lê dengê kurdan hingî nedigeha derekê. Petrola kurdan a reş rengê sor ê xwîna wan jî li ber çavê cihana qaşo demokasiyê wenda kiribû. Navê wan yasax û welatê wan Kurdistan wêran bibû. Ji welatên cîran an jî ewropî û Amerîka re girîng ew bû ku desthilata wan bimîne û çerxa makînên wan ên hilbirînê nesekine. Aborî ji wan re her tişt bû. Li pêş çavên cihana modern “Holokost”ek din di halê encamê da bû, lê dengê kesên ku li dijî tevkujiya kurdan derket belkî biqasî hejmara tiliyên destekî nebû. Ew roj û sal ji bîra dîrokê naçin, lê tevî ku hinek ji cinayetkarên ku ew karê dûr ji wijdana mirovahiyê kirin li pey têkçûna rejîma Sedam Husên hatin girtin, bes wan zêde behsa “Enfala Kurdan” nekirin. Wan hezaran esrar bi xwe re birin nava gorê. Desthilata kurd jî durist berevajî Yehûdiyan ne ketin pey cinayetkarên sax mayî û ne jî bi rêk û pêk nasnameya wê tirajediya insanî raxistine ber çavan.

Hingî û di wê bêdengiyê da ji nişkave ejdehayên jehrê û daûrandina mirovan ketinbûn nava xelkê. Di tarîtiyê de ji kurên 10-12 salî bigire heya kalên 100 salî ji nava cihan derxistin û bixwe re birin. Lê kes nizane ber bi kûve birin. Ne qêrîn û hawar, ne jî şîn û giriya dayik û xwîşkên wan negeha guhê kesî. Hemû bi şêweyên hovane kuştin û kes nizane ew li ku veşartîne.

Dayik, xwîşk û gelek zarokên wê demê hêşta jî li bendê ne ku ew vegerin. Bûkên malê hê jî li bendê ne ku zava li derî bêxe, lê êdî ew bûk jî di nava xemên salên dirêj û bendewariyê da pîr bûne. Gelek dayîk mirin û çûn, lê ne zilamê xwe û ne jî kurên xwe dîtin.

Çîroka Enfalkirina kurdan tirajêdiyeke wisa mezin e ku hêşta jî bi başî nehatiye naskirin. Min di vê kurtenivîsê da xwest hinek wan roj û salên reş bi bîra we bînim.

Enfal çi ye?

“Enfal” peyveke erebî û bi wateya parvekirina wan xenîmet û talan e yên ku di çaxê şer da misliman ji kafiran distînin. Her wiha Enfal navê heştemîn sûreya Qûranê ye ku zêdetir ji 1400 sala dema ku misilmanan dixwestin ola îslamê di nava gelên nemisilmanbûyî da li her derê belav biken, li ser şerê kafir û misilmanan nazil bûye.

Bihara sala 2005’an min çîroka Enfalê ji zimanê çend dayikên kurd (wek şahidên zindî) li gundê Barzan bihîst û ev nivîs jê derket.

Baasiyên cinayetkar piştî zêdetir ji 1400 salan cewherê wê sûreya Qûranê li Kurdistana ku zêdetir ji sedî 95 nifûsa wê misilman in, careke din di pratîkê da dan xuyanîkirin!

Destpêka karê Baasiyan

Rayedarên hikûmeta Baasiyan û di serî da jî Sedam Husên û Elî Hesen Al-Mecîd piştî şerê Îran û Îraqê li başûrê Kurdistanê dest bi tevkujiya wan kurdan kirin yên ku di çavê wan da wek kafir û dijberên manîfestoya Baasîzmê dihatin hesibandin. Ji bona wê jî navê vê kiryara xwe ya cênusayîdî kirin Enfal.

Enfal navê wan heşt operasyonan bû ku ji 23’ê sibata sala 1988’an heya 6’ê îlona wê salê li hêrêmên Qeredax, Germiyan, Qelay Sêwke, Şêx Berzînî, Dukan, Rewandiz û Behdînan berdewam bû. Armanca mêimarên vê kiryarê ewe bû ku bi awayekî sîstematîk nifşê kurda ji holê raken ku li gor biryarên hiqûqî û rêxistinên mafê mirovan xwedî nasnameyeke jenûsaydî (genocidi) ye. Di encamê da 182.000 kurd di heşt operasyonên Baasiyan da hatin kuştin û wenda kirin. Ji xeynî wê bi sedhezan kes jî bêmal, derbider û aware man. Elbete di encamê de 4500 gund û mizgeft jî wêran, kanî hatin hişk kirin û zevîyên genim û bostanan jî hatin şewtandin. Serkêş û fermandarê Enfalê Elî Hesen Al-Mecîd ku piştî van kiryarên dirindane ji aliyê kurdan ve wek “Mecîd Kîmyawî” hatiye binavkirin dixwest bi yekcarî demografiya herêmeke mezin ji axa Kurdistanê bigûherine.

Beriya vê tirajêdiyê di 31’ê tîrmeha 1983’an da Baasiyan bi operasyoneke ji nişka ve 8000 Barzanî ji kampa Qûştepa yan nêzî bajarê Hewlêrê ber bi cihekî nediyar ve biribûn ku tev bi hevre hatin wenda kirin. Di van salên dawiyê da hinek gorên bi kom li başûrê Îraqê peyda bûn ku ji rûyê kinc û pêlavan hestiyên heşt hezar Barzaniyan di nav da xuya ne.

Enfal berdedwama siyaseta texrîbkirinê bû ku ji salên 1950’an û pêda rayedarên hikumeta navendiya Îraqê ji bajarê Kerkûk û gundên derdora wê li dijî kurdan dabûn destpêkirin.

Tevkujiya 182.000 kurda kengî û çawa çêbû?

Heşt qunaxên ku operasyonên nifşkujiyê têda derbas bûn, wiha bûn:

Qunaxa yekemîn: Ji 23’ê sibatê heya destpêka adara 1988’an li herêmên di bin desthilatdariya hêzên YNK’ê da.

Qunaxa duyemîn: 22ê adarê heya yekê îlona 1988’an li herêma Qeredax

Qunaxa sêyemîn: 7 heya 29’ê nîsana 1988’an li piraniya herêm û gundên Germiyan

Qunaxa çaremîn : 3ê heya 8’ê gulana 1988’an li herêma Qelay Sîyoke û Şêx Berzînî

Qunaxa pêncemîn, şeşemîn û heftemîn: Ji 9’ê gulanê heya 25’ê tebaxa sala 1988’an li herêmên Dukan heya sinorê Rewandiz berdewam bû ku tê de çekên kîmyayî gelek caran hatin bikaranîn.

Qunaxa heştemîn û dawiyê jî: Ji 26’ê tebaxê heya 6’ê îlona 1988’an li herêmên Behdînan û çendîn gundên din ku tê de çekên kîmyayî jî bi giranî hatin bikaranîn.

100 rojên Enfalê reştirîn rojên jiyana kurdan tên hesibandin ku hêşa jî ne ji aliyê pisporên kurda û ne jî ji aliyê rêxistinên mafê mirovan yên navneteweyî lêkolîneke berfireh li ser nehatiye çêkirin.

Di wan rojên reş da berê ji hêla Baasiyan herêm dihatin destnîşankirin, piştre gel li cihekî kom dikirin û di dawiyê da jî ew tev bi hevre dikuştin û gelek caran jî ew zinde bi gor dikirin . Bi taybetî jî li dijî gundî û cotyarên kurd ku ji şoreşgeran re weke gola avê bûn, bi dijwarî ketibûn liv û lebateke hemû alî. Wan dixwestin ava gola ku masî ji bo jiyanê hewcedarî wê bûn, heya dilopa dawiyê biçikînin.

Enfal di pîvanên tevkujiyên dîrokî û cîhanî da

Karesatên weke Enfal bi armanca binbirkirina nifşê kurda, tenê di çaxê Naziyên serdema Hîtmer li dijî Yehûdiyan û di çaxê Osmaniyan da jî li dijî Ermeniyan hatiye çêkirin. Tevkujiya Darfur jî weke genocidi hatiye destnîşankirin.

Li rex vê tirajêdiyê bombarana kîmyayî ya bajarê Helebçeyê jî bi hevre bûn sedem ku di dîroka qedera kurdan de werçerxan û demeke nû dest pêbike. Peywendiya Baasîzim û Enfalê piştî têkçûna rejîma Bexdayê baştir eşkera û tawankarên van kiryaran jî heya radeyekê gihîştin cezayê xwe, lê serleşkerê wê fermana mezin Elî Hesen Al-Mecîd hê jî sax e. Her wiha 19 ton belgename, nameyên fêrmî û dukomentên ku piştî sala 1991’an ketin destê berpirsên partî û rêxistinên kurda, dikarin bi awayekî ronîtir berfirehiya vê cinayeta kêmwêne di dîrokê da, îspat bikin(1). Elbete hemû belgenameyên êstixbarata Baasiyan rik û kîna wan ya kur li dijî kurda didin selmandin. Dengê Mecîd Kîmyayî hê jî heye dema ku behsa plan û projên xwe yên li ser Enfalê û şêweya qirkirina kurda dike.

Bi vê rastiyê re jî elbete qunax û pelamarên Enfalê pêwîstî bi lêkolîneke berfireh heye. Çimkî ev kiryar li gor pîvanên exlaqî-wijdanî û zagonên mafê mirovan kiryareke genocid e.

Qedera 182.000 kesan

Heya niha jî kes nizane qedera 182.000 kesan çawa bidawî bû, dîmen tev wenda ne lê carna cil û bergên enfalkiriyan di gorên bi komel da hovîtiyên Baasiyan baştir radixin ber çavan.

Gelek şahidên wan rojên reş û tarî hê jî saxin û heya roja îro jî gelek gotin û êşên bêderman di sing û mejiyê xwe da hiştine: Destdirêjiya li ser namûsa keç û jinan, birçîtî, têhnêtî, bêîmkaniyên di hemû waran da, binpêkirina keramet û siyaneta dayik û kalên kurd û mirina hezaran zarok û pîran ji wan dîmênên xemgînin ku qet nayên ji bîr kirin. Li rex van dîmenên rastîn hê jî dayik û bab, dapîr, kes û kar li benda hatina kur û kesên xwene, ew li bendê ne ku ezîzên wan careke din vegerin nava jin û zarokên xwe.

Kesê ku nedîtiye û êşa wan roja nekişandiye, nizanin ku di wan heşt qunaxan da Baasiyan çi bi serê kurda anîn! Dema ew dîmen di xeyalên mirovan da zindî dibin, pirseke wiha jî tê kirin: “Gelo em çawa dikarin Enfal û qetlîama Helepçeyê bikeyne bûyer an jî rûdaveke cîhanî?” Çima heya niha cehiş û xayinên kurd, xayîn û xûlamokên ku bi Baasiyan re di qirkirinên Enfalan da beşdar bibûn, hêşta jî wek tawankar nehatine mehkemekirin. Çimkî li gor zagûnên navnetewî Enfal tawaneke şere û kiryareke wiha jî nayê ji bîr kirin.

Mohra reş ya bi navê Enfalê li ser rûyê Baasiyên cinayetkar qet nayê ji bîr kirin. Enfala li Kurdistanê birîneke exlaqî û wijdanî di rih û hissên mirovan da daye çêkirin ku nayê ji bîrkirin. Lê dîsa jî kampên destçêkirî û çavên kêmronahî yên dayik û xwîşikan, jin û zarokan (ku şahidên wan rojên reş bûn), li benda wê rojê ne ku ezîz û para cegera wan careke din vegerin nava mala xwe.

Elbete di van çend salên dawiyê da Kemalîst û faşîstên tirk kiryarên ku weke yên Enfalê ne li dijî şoreşgerên kurd li bakurê Kurdistanê pêkanîn. Lê hêvîdar im ku îbretê ji qedera Baasiyan bistînin û xwe nekene rûreşên dîroka mirovahiyê.

*1. Ew belgename û dokument partî rêxistinên siyasî li başûrê Kurdistanê tev şandin Amerîka û bisporên Amerîkî li ser naveroka wan lêkolîneke berfireh kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar