Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Enfal û Efrîn

12’yê Adara 1986’an jenosîda kurdan a bi destê Saddam Husên dest pê kir. Navê vê tevgera qirkirinê El Enfal bû. Enfal a ku sûreyeke Quranê ye tê maneya ‘xenîmeta şer’. Ev tevgera qirkirinê li başûrê Kurdistanê bi 8 pêngavan hat meşandin. Tevgera qirkirinê ku di Adara 1986’an dest pê kir, heta Adara 1988’an ango heta komkujiya Helebçeyê dewam kir. Di Enfalê de bi kêmanî 182 hezar kurd bi saxî li sahraya Iraqê hatin gorkirin. Milyonek kurd koçber bûn, 4 hezar û 500 gund wêran bûn, bi sedan û hezaran dibistan, mizgeft û dêr kavil bûn. Demografiya herêmê hat guhertin, bax û baxçeyên kurdan hatin talankirin. Kesên ji vê qirkirinê sax filitîn jî ne dizanin sax in, ne jî mirî. Tevî van hemûyan, di Enfalê de bi hezaran jinên kurd bûn qurbanî. Hêzên rejîma Baas’ê bi hezaran jinên kurd kirin cariye û weke koleyan wan firotin şêx û dewlemendên li Misir, Tirkiye û hwd… Enfal tê maneya qirkirina kurdan. 34 sal di ser Enfalê re derbas bûn. Wê demê fermana wê Saddam dabû, îro jî ev qirkirina sîstematîk bi destê Erdogan tê domandin.

Piştî 34 salan, li Şingal, Efrîn, Serêkanî, Girê Spî û li her devera Kurdistanê hîn jî Enfal e. Bi taybetî jî rewşa Efrînê nîşan dide ku Erdogan heft pehînan li Saddam xistiye. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bi boneya dawiya salê raporek aşkera kir. Di rapora qalkirî de tê gotin; 400 hezar kesên ne efrînî li Efrînê hatine bicihkirin. Navê gund û deveran kirine tirkî, 732 sivîl hatin kuştin, nêzî hezar kes birîndar bûn, destavêtin 68 jinan, 314 hezar û 400 dar hatin birîn, bi dehan şûnwarên dîrokî hatin talankirin. Di nav 3 salên dagirkeriyê de 7 hezar û 343 sivîl hatin revandin. Tenê di sala 2020’î de 987 kes hatin revandin û piraniya wan jin in.

Her roj di ajans û tv’an de û li ser torên civakî, li ser Efrînê nûçe tên weşandin. Her roj qala revandina sivîlan, wêrankirina Efrînê û destavêtina li jinan tê kirin… Êdî wisa bûye ku nûçeyên bi vî rengî normalîze bûne. Weke nimûne ; çendek beriya niha vîdeoyek li ser torên civakî belav bû. Di vîdeoyê de komek jinên efrînî ku hêram li wan kirine û destên wan zincîr kirine, ji bo welatên din tên firotin ! Ev dîmenê 20 saniyeyan ku berdêlî 20 raperîn û 20 serhildanan e jî wekî nûçeyek ji rêzê çend saetan di rojevê de ma û piştre winda bû! Berdin hemû hovîtî û talana li Efrînê, tenê ev dîmen û revandina jinên Efrînê sedema serî rakirina jinan û kurdan e. Divê em kurd ji xwe bipirsin ‘gelo çawa dibe ku piştî 34 salên Enfalê em îro dîsa bi heman trajedî û hovîtiyê re rû bi rû ne ? Gelo ev rewşa li Efrîn, Şengal, Serêkanî û Girê Spî xew li me diherimîne ?’. Li dijî pakî û ronahiyê, xirabî û tarîtiyê li ser mirovahiyê ferz dikin. Lewma jî neyar bi van kiryarên xwe dixwaze xirabiyê bike tiştekî ji rêzê û tarîtiyê normalîze bike. Ev şera, şerê ronahî û tarîtiyê ye, yan em ê van xirabiyan ji rêzê nebînin û ji xwe re bikin sedema têkoşîneke mezin, an jî ew ê tarîtî me daqurtîne û tune bike. Tunekirin, ne tenê ji aliyê fizîkî ve her wiha ji aliyê ruh û giyan ve ye jî. Xirabiyên ji mirinê wêdetir jî hene û li ser axa me em her roj jê re şahidiyê dikin…

Rewşa Efrînê û bûyerên diqewimin, encax bi refleks û reaksiyona kurdan dikare bibe malê raya giştî ya cîhanê. Heta kurd bi reflekseke xurt û civakî xwedî li Efrînê, li jinên Efrînê, li zarok û xwezaya Efrînê dernekevin, wê cîhan jî xwe her ker, kor û lal bike. Çimkî em kurd bê statû ne, lewma jî ji bo wan qetla me mubah e. Ne revandin û kolekirina jinên Efrînê, ne jî wêrankirina Efrînê nabînin. Lewma girîng e ku civaka kurd bi refleks û baldariya vê hovîtiyê têxe çavê wan ! Lazim e em ji bîr nekin, tişta li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî tê kirin, sûc e, jenosîd e û qirkirineke sîstematîk e. Kurd dikarin bi rojeveke taybet a Efrînê û bi taybetî jî revandina jinan vê yekê têxin mijareke raya giştî ya cîhanî. Ji bo vê jî divê refleksa li dijî xirabî û tarîtiyê ji her demê bêtir xurt û bi hêz be. Kurd hîna aqûbeta jinên dema Enfalê nizanin, lê ger îro êşa jinên Efrînê li Hewlêr, Silêmanî, Mahabad, Ûrmiye, Amed û Dêrsimê bê hîskirin wê demê ew ê refleksa neteweyî ya li beramberî vê hovîtiyê jî derkeve holê.

Nûçeyên Têkildar