Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Engîzek: Dê ev tevger dest ji Komkujiya Parîsê neqere

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek anî ziman ku komkujiya li Parîsê siyasî ye û got ku “Komkujî bi plan û bernameyekê ji aliyê MÎT’ê ve hat kirin. Em tevger, em ê dest ji vê meseleyê bernedin.”

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek li ser komkujiya 23’ê kanûnê ya li Parîsê ji ANF’ê re axivî.

Engîzek anî ziman ku komkujî bûyereke ji rêzê nîne, bi taybetî li dijî endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî hatiye kirin. Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek diyar kir ku ev komkujî dewama komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’an e û wiha got: “Bi navê partiya me, şifayê ji birîndaran re, sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê re dixwazim. Şehîdên me şehîdên azadiyê ne. Em ê tola hevrêyên xwe, tola gelê xwe û mirovên xwe yên welatparêz teqez hilînin. Hêrs û kîna me ya li hemberî dijmin gelekî zêde ye.”

‘Heke komkujiya 9’ê cotmehê bihata askera kirin dê ev komkujî pêknehata’

Xalîde Engîzek destnîşan kir ku hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê li ser tunekirina gelê kurd û Tevgera Azadiyê dixwaze desthilatdariya xwe dewam bike û got, “Ji bo karibe gelê Kurdistanê û gelên bindest qir bike, dixwaze PKK’ê ya ku pêşengiyê ji gelan re dike û xeta jinan ya azad ji holê rake. Ev mijar ji bo me zelal e. Hêza ku komkujî plan kir û pêk anî dewleta tirk e, MÎT e. Niha senaryoyek amade kirine û dibêjin, ‘Fransiyekî extiyar kiriye, nû ji girtîgehê derketiye, sabiqeya xwe heye’. Dixwazin gelê Kurdistanê, raya giştî ya Fransa û cîhanê bixapînin. Halbûkî ev komkujiyeke siyasî ye. Bi plan û program ji aliyê MÎT’ê ve hatiye amadekirin. Dewleta Fransayê jî di vê mijarê de sûcdar e û berpirsyar e. Eger dewleta Fransayê xwestibûya Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê ronî bikira, eger şehadeta 3 jinên kurd lêkolîn bikira, eger darizandineka adîl bikira, cezayê pêwîst bida û nehiştibûya hêzên faşîst û îstîxbarata tirk li welatê wan xwe bi rêxistin bike, hingî komkujiyeke bi vî rengî dubare nedibû.”

‘Êrîş li dijî Evîn Goyî ye’

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek got ku dewleta tirk zemînê dide îstîxbarat û çeteyên dewleta tirk û wiha dewam kir: “Yek ji sûcdarên komkujiya li Parîsê be, yê din jî dewleta Fransayê ye. Raya giştî ya kurd û raya giştî ya cîhanê divê vê rastiyê bibîne. Ji ber ku kes hesabê kiryarên dewleta tirk, hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst li pêş çavên cîhanê li Bakur dike, napirse. Muxalefet tê bêdengkirin, tepisandin, hunermend, rojnameger têne girtin, mafên demokratîk hemû têne desteserkirin, kes nikare xwe bi rengekî azad îfade bike. Dewleta tirk li gel zext û êrîşan nikare encamê bi dest bixe. 2 sal in hewl dide li çiyayên Kurdistanê Tevgera Azadiyê tune bike. Zêdeyî 8 meh in li Zapê bênavber êrîşan dike. Dewleta tirk a ku nekarî li çiyayên Kurdistanê encamê bi dest bixe, êrîşî Rojava û kurdên li derveyî welat dike.

Dewleta tirk bi êrîşa li ser gelê kurd û pêşengan dixwaze tola têkçûna DAIŞ’ê hilîne. Hikûmeta AKP-MHP’ê şirîkê DAIŞ’ê ye, mejî, nêzîkatî, rê û rêbazên xwe heman e. Tolê ji pêşengên jin hiltîne. Cîhan tev bi hevkariya AKP-MHP’ê ya bi DAIŞ’ê re zane. Zane ku rê dan DAIŞ’ê, perwerde kirin û piştgirî dan wan. Gelê kurd jî bi pêşengiya PKK’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke mezin kir, ji bo mirovahiyê şer kir. PKK’ê û gelê kurd (Bi taybetî li Rojava) li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku her kes ji zilma wan ditirsiya, bi navê mirovahiyê şer kirin. Ev şer ji bo jinan, ji bo mirovahiyê bû. Û bi ser ket. Lewma divê mirovahî wezîfeya xwe ya xwedîderketina li vî gelî û pêşengên wan bi cih bîne. Dewleta Fransayê yek ji welatên endamê koalîsyonê ye, ji ber vê jî divê xwedî li wezîfeya xwe derkeve û berpirsyariya xwe pêk bîne.

Êrîş bi taybetî li hemberî hevala Evîn hat kirin. Ji ber ku hevala Evîn yek ji pêşengên tevgera jinan bû. Tevgera jinan ji bo azadiya jinan û civakê şer dike. Di vî şerî de jî jinên kurd bi pêşengiyeke dîrokî radibin. Jinên kurd hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê fikrî ve di têkoşîna demokrasî û azadiyê de xwedî roleke mezin e. Di serî de Rojhilat li 4 parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li Zap, Metîna û Avaşînê li tunelan, jinên kurd pêşengiyê ji têkoşînê re dikin û di vî şerî de jî rûmeta mirovahiyê diparêzin. Ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn a demokratîk, ji bo azadiya 4 parçeyên Kurdistanê, jin û civaka Kurdistanê bi wêrekî li ber xwe didin, canê xwe feda dikin. Ev têkoşîna ku jinên kurd pêşengiyê jê re dike, îro li tevahiya cîhanê deng vedide.”

Engîzek anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst temsîla sîstema serweriya mêr dike, lewma êrîşê dibe ser jinên pêşeng. Engîzek ragihand ku divê jin û gel hemû nerazîbûnê nîşanî vê komkujiyê bidin, bêdeng nemînin, xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin û wiha got:”Hikûmeta Fransayê piştî komkujiyê hin daxuyanî da. Wezîrê Edaletê û gelek rayedaran daxuyanî dan, diyar kirin ku ew vê komkujiyê qebûl nakin. Lê belê em van hewldanên hikûmeta Fransayê têr nabînin. Komkujiyeke siyasî ya ku li hemberî pêşengeke jin a kurd hat kirin, weke ku cînayet, bûyereke edlî ye, hewl didin nîşan bidin. Ev nêzîkatiyeke rast nîne, em vê helwestê qebûl nakin. Ev bûyereke siyasî ye, komkujiyeke siyasî ye, êrîşek yekser li ser îradeya gelê Kurdistanê hatiye kirin.

Dibêjin ku kesê êrîş kiriye ji aliyê derûnî ve nexweş e. Bi vî rengî dixwazin mîna bûyereke ji rêzê ye vê komkujiyê nîşan bidin. Tetîkkêş kî dibe bila bibe, kiryarê rastî dewleta tirk e. Em zarok nînin, weke tevger hata me ji van bûyeran heye, em zanin ku kî dikare heta kîjan astê kê bi rêxistin bike. Ev yek me eleqedar nake, yekane tişta ku me eleqedar dike ew e ku divê hikûmeta Fransayê vê komkujiyê lêpirsîn bike, lêkolîn bike, ronî bike. Divê ji gelê me û tevgera me re daxuyaniyekê bide. Eger hiqûqa Fransayê vê bûyerê ronî neke, wê li hemberî gelê Kurdistanê, tevgera me û dîrokê sûcdar be. Wê mîna deqeke reş li dîrokê bikeve.

Eger kujerên hevala Sakîne, Fîdan û Leyla bi rengekî rast hatibûna darizandin îro ev komkujî dubare nedibû. Bûyer edlî nîne, kujer ji rêzê nîne. Ji rêzê jî be li pişt wê hin hêz hene. Em gelê kurd û tevgera azadiyê em ê li pey vê meseleyê bin. Ji aliyê hiqûqî, siyasî ve em ê bişopînin. Heta ku ev komkujî bê ronîkirin em ê daxwazê ji hikûmeta Fransayê bikin. Divê hikûmeta Fransayê xwedî li nirxên demokratîk derkeve. Li dijî DAIŞ’ê divê xwedî li hevkariya bi kurdan re derkeve. Eger vê neke, hingî weke tevger em ê dest ji vê komkujiyê neqerin. Bila her kes bi vê zanibe.”

Gelê me yê welatparêz helwesteke gelekî pîroz nîşan da

Endama Komîteya Rêveber a PKK’ê Xalîde Engîzek bang li gelê kurd jî kir û got, “Gelê me yê welatparêz leheng, berxwedêr, bi rûmet û hêja, li hemberî komkujiyê helwesteke gelekî pîroz nîşan da. Cîhanê dît ku gelê Kurdistanê gelekî rêxistinbûyî û polîtîk e ku dilsozê nirxên xwe, pêşeng û têkoşîna xwe ye. Eger rêxistina me gelê me nesekinanda, kesî nikarîbû bisekinîne. Bila dewletên Ewropayê baş bi vê zanibin. Ev gel gelekî rêxistinbûyî ye. Gelê me yê hêja wezîfeya xwe bi cih aniye, sekneke bi rûmet û pîroz nîşan da. Em berxwedana gelê xwe silav dikin. Lê belê divê gelê me vê rastiyê bibîne; têkoşîna me, armancên me gelekî mezinin.

Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke mezin e û ji bo tevahiya mirovahiyê derbas dibe. Armanca me avakirina cîhaneke demokratîk û azad e. Ev yek daxwaz û armanca Rêberê me. Lewma têkoşîna me, berxwedana me bi berdêlên mezin dibe. Hevala Evîn, hevalê Mîr, hevalê Abdûrrahman xwîna xwe ya hêja di ber şoreşa Kurdistanê de rijandin. Gelê me wê vê rastiya şehîdan zanibe û pê re dilsoz be. Ji ber vê yekê em ê weke bûyereke ji rêzê nêzîk nebin. Nêzîkatiya li şehîdan nêzîkatiyeke ji rêzê nabe. Divê em şehîdên xwe bikin wesîle ku xwe bigihînin tevahiya gelên cîhanê. Divê dostaniya bi hemû gelên li Fransayê hîn bêhtir bê xurtkirin, têkilî hîn bêhtir bêne danîn.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar