Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

ENKS an PDK-S?

Seyîd Evran |

Bi min tevliheviyeke navan heye. Ji ber vê min sernava ENKS an PDK-S danî. Hê jî gelek kes û derdor ENKS dibêjin. Ji ber ku PDK wiha dixwaze wiha tê gotin. Lê di rastiyê de PDK’ê bi xwe ENSK betal kir û ji çar partiyên ku jê mayin PDK-S ava kir û Siûd Melle jî danî ser. Dema ku PDK-S xwe negirt û tu rewatiya wê çênebû navê ENKS dîsa xebitan û da xebitandin.

Baş e, ENKS û PDK-S çi ye, kengî hatine avakirin? Baş e ku mirov kurtedîroka vê zanibe. Dîsa van rojên dawî xwe dike rojev.

Sala 2011’an pêşî li Tûnis û piştre li Misrê û Libyayê gel rabû ser pêyan, dîktatorên Tûnis û Misrê û rêveberiya Libyayê piştî ku hat hilweşandin rûdanan xwe gihande Sûriyeyê.

PDK’ê ji berê ve li Rojava û Sûriyeyê rêxistiniya xwe kiribû. Lê ji ber ku ji daxwazên gel re nebû bersiv û ji ber têkiliyên xwe yên bi rejîma Baasê ya Sûriyeyê re tu caran li nav gelê Rojava rêxistiniya ku dixwest bi dest ve neanîn. Ji ber ku gelê Rojava li dijî rejîma Baasê xwedî helwesteke tund bû. Têkiliyên PDK’ê jî bi rejîma Baasê re xweş bûn. Mînaka vê ya herî xweş jî Mahmûd Gergerî ku nûneriya PDK’ê ya Sûriye û Rojava ya PDK’ê 30 salî kirî, têkiliya wî ya bi Muhammed Mansûra re bû ku Mansûra Berpirsê Îstîxbarata pêşî ya Cezîrê ya rejîma Baasê bû ku bi navê Ebû Casim dihate naskirin. Li gel vê jî, gelekên ku bi navê partiyê bûn lê di rastî de mirov nikarîbû ji wan re partî bigota û ne xwedî girseyekê bûn, ji roja ku ava bûne heta niha yek kongre nekirin. Dema ku çalakiyên gel li Sûriyeyê jî çêbûn li Rojava alîgirên PYD’ê ku li Rojava yên herî xweş rêxistinî bûn tevgeriyan. Pêşî bi navê TEV-DEM’ê Tevgera Civaka Demokratîk hate ragihandin. Lê piştî wê bi demeke kurt Meclisa Gel a Rojava hat ragihandin. Mesûd Barzanî yê ku ev rewş dîtî bang li wan partiyên li Rojava yên xwedêgiravî bi ser wî ve bûn û hin jê bi ser YNK’ê ve bûn ku avaniyeke hevpar deynin. Barzanî 26’ê Cotmeha 2011’an ENKS da avakirin, bi tevlêbûna hin avanî û kesayatan û 13 xwedêgiravî partî û rêxistinên civaka sivîl ENKS da avakirin.

Dema ku PDK bi avakirina ENKa mijûl bû Meclisa Gel a Rojava û TEV-DEM’ê gavên pêşî yên şoreşê danîn. Pêşî hêzên rejîma Baasê ji Kobanê hatin derxistin. Piştre li EFrîn, Dirbesiyê, Amûdê û Dêrikê hêzên rejîmê hatin derxistin. PDK dema ku ev rewş dît bi lezgînî bang li partiyên nav ENKS’ê kir ku bi lezgînî li Hewlêrê konferansê bikin. Di wê konferansê de wê nexşereya ku ev partî bikin ji wan re bihata vegotin. Ji ber ku wê demê li sefaretxaneya Hewlêrê ya Tirkiyeyê hin belgeyên bi sernavê ‘xef’ hatin bidestxistin. Di wan belgeyan de hin ferman hebûn ku divê şoreşa Rojava neye naskirin, sazî û kesên ku şoreşê dikin bêne reşkirin, di serî de PYD, pêkhateyên siyasî bi rêbaza şerê taybet werin reşkirin.

Dema ku PDK’ê bang li wan partiyên nav ENSK’ê kiribû, hê salek li ser re derbas nebûbû hejmara wan bûbû 17. 17 partî dema ku ji Rojava derketibûn û ji sînorê Başûr derketibûn, li ser sînor Partiya Azadî ya Mustafa Osê bûbûn du partî, bi vî rengî heta ku gihaştibûn Hewlêrê hejmara partiyan bûbûn 18. PDK’ê PYD venexwendibû xwedêgiravî vê konferansê. Roja dawî weke ku wê vexwîna tevgeriya lê PYD’ê ev qebûl nekir û got ew konferanseke wiha nas nake.

Wê demê di navbeyna Tevgera Azadiya Kurd û PDK’ê de jî hin hevditin hebûn ku di PDK û partiyên Rojava de bi hev re tevbigerin. Piştî hevdîtinan ENKS û MRGK Meclisa Gel a Rojava li hev kirin. 25’ê Tîrmeha sala 2012’an Konseya Bilind a Kurd hat avakirin. Wê ji du avaniyan 5 kes tev li Konseya Bilind a Kurd (KYK) were kirin. Û her wiha kesekî serbixwe jî wê di rêveberiyê de cih bigirta. Bi vî rengî wê hejmara Konseya Bilind a Kurd ji 11 kesan pêk hat.

PDK dema ku dît ENKS her ku diçe bêkêr dibe, di nav ENKS’ê de, Partiya Azadiyê ya Mustafa Cuma û Mustafa Ose ku tam bi ser wî ve bûn û El Partî ya Evdilhekîm Beşar û Partiya Yekitî ya Fuat Elîko û Brahîm Biro bi navê ‘Yekitiya Siyasî’ anî cem hev. Bi çar partiyên ku wî ava kirî hizba bi navê ENKS’ê hat avakirin.

Ev yekitî kanûna sala 2012’an bi danezaneke bi navê ENKS’ê yekitiya xwe ragihand û ragihand heta ku ENKS û MRGK di nav xwe de li hev nekin ew ê biryarên KYK’ê nas nekin.

Armanca PDK’ê ew bû ku Konseya Bilind a Kurd hilweşînin. Lê bi daxwaza Ehmed Silêmanî yê ji Partiya Pêşverû ku di nav ENKS’ê de bû lê di Konseya Bilind a Kurd de berdevkî dikir, KYK’ê demeke din jî domand.

ENKS’ê xwest ku Çileya 2013’an li Qamişloyê kongreyekê bike. Li Kongreyê dema ku gelek partiyan ji ENKS’ê hesab xwestin tevlihevî çêbû. Dîsa bêyî ku rêveberiya nû were diyarkirin kongre belav bû. Bi vê re nakokiyên nav ENKS’ê zêdetir bûn. Serê sala 2014’an dema ku Rêveberiya Xweser û kanton hatin ragihandin, gelek partiyên li nav ENKS’ê tev li nav Rêveberiya Xweser bûn. Bi vî rengî ENKS feşkilî. PDK ya ku ev dîtî dîsa rêveberiya Rojava û ENKS li Duhokê hatin cem hev, hewl da ku lîstikên xwe yên ENKS’ê û Rojava bidomîne.

Ji vê re gotin pêvajoya veguherîna nû. Lê ji çar partiyên nav ENSK’ê tu yekê ji wan peymana bi navbeynkariya PDK’ê ya li Duhokê qebûl nekir. Ev partî ji hêla PDK’ê ve hatibûn destekkirin û ew li nav ENKS’ê rêxistinî kiribûn. Ji ber vê ji vê pêvajoyê tiştek derneket. Wê demê Vîfak, El Partî ya Nisrettîn Ibrahîm, Partiya Çepgir a Mihemed Mûsa û Partiya Peşverû ya Hemîde Hecî Derwêş ji bo ku xwestin pêvajo bidome, PDK’ê ew ji nav ENKS’ê avêtin. Bi vî rengî li nav ENKS’ê çar partî man ku PDK’ê sala 2012’an rêxistiniya wan kiribûn ku ev jî partiya Azadî ya Mustafa Cuma û Mustafa Osê, ya Hekîm Beşar El Partî, ya Fuat Elîko û Ibrahîm Biro Yekitî Bûn. PDK’ê îsal ev partî anîn cem hev û PDK-S ava kir û Siûd Mele jî danî ser.

Partiyên nav ENKS’ê, dema ku têkoşîn û destkeftin dîtin ji ENKS’ê dûr ketin û di nav Rêveberiya Xweser û TEV-DEM’ê de cih girtin. 14 partiyên ku di serî de ENKS ava kirin niha li nav Rêveberiya Xweser in û di nav PYNK’ê de ne. PDK’ê ji çar partiyên ku ji ENKS’ê mayî PDK-S ava kir û û ENKS betal kir. Lê dema ku dît tu rewatiya PDK-S’ê nîne, fêhm kir ku dê şûna ENKS’ê negire dîsa navê ENKS’ê bi kar anî. Weke ku ENKS hebe tevgeriya û Ibrahîm Biro anî ser. Lê di rastiyê de tu avaniyeke wiha nîne. Lê PDK tenê navê wê bi kar tîne û weke ku tiştekî wiha hebe destnîşan dike. Ji bo ku mirovan û hêzên navneteweyî bi vê bide bawerkirin navê du partiyên di nav PDK-S’ê jî lê dîtin û bi vê wiha nîşan dide weke ku ENKS hebe.

ENKS ji bo ku li nav wê koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê ku rêxistina Stenbolê û RTE ye, PDK ji bo ku wê tim derdixe pêş li qada navneteweyî tê zanîn. PDK dema ku ENKS feşkilandî weke ku bi vê nizanîbû. Ji ber vê jî li gel ku rûxand jî bi vê hesitiya û dîsa ev nav bi kar anî.  Hewl dide ku mirovan û hêzên navneteweyî bi vê bide bawerkirin. Hin kurd jî dema ku vî navî bi kar tînin têne lîstika PDK’ê. Belkî jî kes, partî û rêxistinên civakî dikarin bi xweşî vê mijarê ronî bikin. Niha piraniya van derdoran li nav pergal Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê cih digirin. Heke bi rastî jî wê behsa hebûna ENSK’ê were kirin, yên ku niha li bin sîwana PYNK’ê û Rêveberiya Xweser xebatan dikin nasnameya wê rast wê derkeve. Serokê wê yê niha Mesûd Barzanî û PDK’ê ye ku temsîla xanedaniya Barzanî dikin. Ango PDK bi rengekî fermî û fiîlî bi navê ENKS’ê dixwaze li dijî Rêveberiya Xweser li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê rêxistiniya xwe bike. Hevdîtinan û hêzên ku navbeynkariya vê dikin ji bo desteka li vê rêxistiniyê bi kar tîne. Di serê van hezên destekê de desthilata faşîst a AKP/MHP û çeteyên wan ên dagirker tên. Çavkanî: ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar