Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

ENKS bi awayekî cidî nêzî diyalogên kurdî nabe

Di lêkolîneke Navenda Siyasetan a Îmaratê de îşaret bi necidîbûna ENKS`ê ya li hemberî diyaloga kurdî-kurdî hat kirin û hat destnîşankirin di encamê de ENKS tev li ‘Cebhet El-Selam El-Huriye’ bû

Navenda Nûçeyan |

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di dawiya sala 2019’an de, înîsiyatîfek ji bo pêkanîna yekitiyê li Rojava û bakur-rojhilatê Sûriyeyê ragihand.

Têkildarî mijarê, Navenda Siyasetan a Îmaratê lêkolînek weşand û tê de destnîşan kir ku Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ji ber ku di diyalogê de ne cidî ye, di tîrmeha 2020’an de tev li ‘Eniya Aştî û Azadiyê’ bû ku ji gelek hêzên alîgirên dewleta tirk pêk tê.

Di lêkolînê de hat piştrastkirin ku ev destek hat dayîn, da ku rê li pêşiya Rêveberiya Xweser bê girtin ku hewl dide yekitiya neteweyî ya kurdan çêke û hîmên ewlekariya li herêmê xurt bike.

Di lêkolînê de tê destnîşankirin ku diyalog bi hebûna dewleta tirk asteng dibe û lêkolîn wiha didome: “HSD ji Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) dixwaze ku nûnertiya wê di diyalogê de bike. Enqere jî vê yekê qebûl nake. Rûsya jî astengiyeke din e û ew dixwaze HSD`ê bikişîne aliyê xwe, da ku diyaloga bi hikûmeta Şamê re ji nû ve dest pê bike. Ji ber vê yekê ku ENKS endama îtîlafa Sûriyeyê ye, ji Rêveberiya Xweser dûr ket.

Aliyê sêyemîn ku vê diyalogê asteng dike jî, Tehran û hevalbenda wê hikûmeta Şamê ye ku dixwazin bi rêya derxistina fitneyan û zêdekirina nakokiyên ewlekariyê li herêmê, aliyên sereke yên herêmê li hev nekin. Ev nêzîkbûn dê aliyên kurd û ereb bigihîne hev û dê li hember hegemonyaya Îranê ya li wan herêman bisekinin.”

Her wiha li gorî lêkolînê, nêzîkbûna kurdî-kurdî û bandorên wê yên erênî li ser diyaloga kurdî-erebî yên muhtemel, dê xebatên li dijî xetereya DAIŞ`ê bike yek û dê li dijî hebûna Îranê amade bin ku herêm kiriye bingehek ji bo projeya xwe ya stratejîk.

Lêkolîna ku Navenda Siyasetan a Îmaratê amade kiriye, bal kişand ser bandora diyalogên PYNK-ENKS’ê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku piştî tevlêbûna kurdan di xebatên siyasî de, dê bandorê lê bike. Li rex wê jî derfet heye ku Rêveberiya Xweser û qaşo opozîsyona siyasî ya Sûriyeyê nêzî hev bibin.

Di dawiya lêkolînê de îşaret pê hate kirin ku dê xebatên yekitiya neteweyî yên kurdan destekê bidin çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar