PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

ENKS der barê Rojava de rola kurdên Lozanê dilîze

Kenan Kirkaya
Kenan Kirkaya
HÛRGILÎ

Kedkarê çapemeniya azad û têkoşerê doza kurd Mamoste Kadrî Kaya, piştî berxwedaneke bêhempa jiyana xwe ji dest da. Mamoste Kadrî, ji bo hemû kedkarên çapemeniya azad xwediyê helwesteke mînak bû. Ew pîvanê qimetdayîna nirxan, şopdarê xeta azadiyê bû. Jiyana wî çawa di nav berxwedanê de derbas bû, wî wisa jî li hemberî nexweşiyê li ber xwe da. Xwediyê moraleke mezin bû û tu car xemsarî li rûyê wî negeriya. Oxir be Mamoste Kadrî em ê keda te tu car ji bîr nekin.

Dîroka kurd di nav nakokiyê de bi rê ve diçe. Gelek kesên wekî Mamoste Kadrî heya dawiya jiyana xwe, çawa bi nirxên gelên xwe ve girêdiyî bin ewqas jî kesên ku li ser ked û berhemên gelê kurd, li ser xwîna kurdan dijîn jî hene.

Ev demeke dirêj e Tirkiye bi piştgiriya hêzên navneteweyî li her parçeyî êrîşî nirx û destkeftiyên gelê kurd dike. Çi Bakur, çi Başûr, çi Rojava, li ku derê li ser navê kurdan tiştek bê bidestxistin ew dibe hedefa Tirkiyeyê. Ligel vê yekê gelek derdorên kurd, bi Tirkiyeyê re di nav hevkariyê de ne. Ne tenê bi Tirkiyeyê re, hin derdorên kurd ligel ku tu keda wan di pêvajoya şoreşê tûne ye li ser fetisandina vê şoreşê li paytextên cuda bazariyan dikin.

Helwesta ENKS’ê wisa ye. Hefteya borî Serokê Komîteya Karê Derve ya ENKS’ê Kamîran Haco, piştî hevdîtinên xwe yên li Rûsyayê wiha got: “Der barê Rojavayê Firatê de hêzên navneteweyî xwediyê planên nû ne. Hêzên Navneteweyî dixwazin hêza PYD’ê bişikînin û dixwazin bi hêzên ku ENKS jî di nav de planên nû biafirînin. Ger ku ev plan bi ser bikevin dê hêza me zêde bibe.” Roja ku Haco vê daxuyaniyê da, li Stenbolê di navbera Fransa, Almanya, Rûsya û Tirkiyeyê de Zîrveya Suriyeyê dihat lidarxistin. Piştî vê zîrveyê, Tirkiyeyê cara yekemîn bi çekên giran êrişî herêma Zormixar a herema Kobaniyê kir. Dijberiya Tirkiyeyê ya Rojava tê zanîn û Tirkiye dixwaze ku ji Kobaniyê dest pê bike û şoreşa Rojava bifetisîne. Ji ber ku dizanin destpêka şoreşa Rojava Kobanî ye, lewra êrîş dikin. Ewil xwestin bi destê DAIŞ’ê serkeftinê bi dest bixin, lê niha Tirkiye rasterast ketiye dewreyê.

Duh jî endamê Komîteya Karê Derve yê ENKS’ê Îbrahîm Biro axivî. Biro jî wiha dibêje: “Rûsya bibiryar e ku pirsgirêka kurdên Sûriyeyê çareser bike, nêrîna Rûsyayê di vî warî de erênî ye lê PYD ji vê yekê aciz e.”

Tirkiye bi hevkariya Rûsyayê kete Efrînê û Efrîn dagir kir. Rûsya di demên dawî de daxuyaniyên dijberî Rojava dide. ENKS heya niha ji bo mezinbûna şoreşa Rojava tu xebat nekiriye. Beriya niha jî berdevkên ENKS’ê digotin ku “Tirkiye zûtir mudaxeleyê Rojava bikirina PYD evqas mezin nedibû” û rasterast bangawaziya mudaxeleya Rojava dikirin.

Rast e, ne tenê PYD, hemû kurdên xwedî xîret ji helwdanên dijberên têkoşîna Rojava aciz in. Hemû kurd li navendên beyanî ji pêşkêşkirina nirxên gelê kurd, bazariya li ser van yekan aciz in.

Jixwe wateya ev helwdanên ENKS’ê hene. Niha pêvajoya avakirina maseya çareseriya meseleya Sûriyeyê hatiye rojevê, ENKS di demek wiha de xwe nîşan dide. Rola ENKS’ê çi ye? Ev yek rola kurdên ku li ser navê gelê kurd beşdarî konferansa Lozanê bûbûn tîne bîra mirov. Çawa ku wan kurdan got “tu daxwazeke me ya azadiyê nîne” niha ENKS jî heman rolê dilîze. ENKS bi vê helwesta xwe şirîkê êrîşên li ser gelê kurd e.

Nûçeyên Têkildar