Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

ENKS vediçire!

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) derbasî pêvajoyeke din a parçebûnê dibe. Di van rojên derbasbûyî de gelek geşdanên girîng ku dê bandorê li siberoja vê rêxistinê bike, qewimîn. Bi taybet helwesteke nû û ne ji rêzê ji serokê wê Siûd Mele hat nîşandan. Mele got ‘Tirkiye dijmina herî mezin a gelê kurd e û hêza bi navê Artêşa Niştîmanî çete ye.’ Jixwe her kes vê rastiyê dizane û kirinê li Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî dikin, mirovê kor jî wan dibîne. Lê ji bo serokê ENKS’ê tiştekî nû ye û rê li ber gelek îhtîmalan vedike.

Wer dihat texmînkirin ku sekretariya ENKS’ê xwe bêdeng bike û xwedêgiravî van nakokiyên xwe veşêre. Lê Tirkiye yekser ferman da û got li dijî gotinên Siûd Mele daxuyaniyê bide. Wê jî yek nekir dudo û got ‘Ev helwesta kesyaetî ya Siûd Mele ye. Ji ber ku bi gelê Sûriyeyê re sekinî, em helwesta Tirkiyeyê bi nirx dibînin. Em beşekî bingehîn ji Itîlafa Sûriyeyê ne.’ Aşkera bû ku di navbera rayedarên ENKS’ê yên li hundir û derve gelek nakokî hene û ber bi pêvajoya parçebûneke din ve diçe. Lê gelo wan rayedaran ji xwe nepirsî, çawa Siûd Mele weke serokê xwe dibînin û niha dibêjin ew nêrîna wî ye, ne ya encmûmenê ye?! Gelo ew çawa bûye serokê wan? Bi çi rengî ew qebûl kirine?

Li kêleka vê mijarê jî, berî demekê rêveberê ENKS’ê Ibrahîm Biro jî li nakokiyên xwe mikur hatibû û gotibû: “Ji bo vekirina buroyan li Efrînê hîn me li hev nekiriye û bûye cihê nakokiyê.” Weke çawa destpêkê ENKS’ê ji 18 partiyan pêk dihat û niha tenê 4 mane, xuya ye wê heman senaryo dubare bibe û dîsa were parçekirin û bibe pariyekî di nava devê Tirkiyeyê de.

ENKS’ê her tim îdîa dike ku ew roleke girîng di nava Itîlafê de dilîze û ji bo mafê gelê kurd xebateke fireh dike û biryara wê di destê wê de ye. Lê weke berê kurdan gotiye ‘Giha di bin keviran de namîne.’ Piştî van geşedanan, yekser deng ji koma bi navê Opozsyona Sûriyeyê derketin. Bi daxuyaniyeke fermî ji ENKS’ê û serokê wê Siûd Mele daxwaza lêborînê ji komên wan ên çete re kir. Lê wê çaxê dengê wan rayedarên derve yên ENKS’ê derneket û weke berxikên şîrkuştî xwe qurmisandin.

Van aliyan her tim Rêveberiya Xweser bi astengkirina danûstaninên PYNK û ENKS’ê tawanbar dikirin, lê belê vê dawiyê aşkera bû ka kî rê li ber yekîrêziya kurdî digire. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu aşkera dijberiya xwe ji danûstandinên Kurdî – Kurdî nîşan da. Gelo ENKS’ê di vî warî de helwesta Tirkiyeyê binirx dibîne? Yan ji ber zarokên kurdan dikuje? Yan ji ber çand û dîroka kurdan tune dike?

Nûçeyên Têkildar