Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

ENKS’ê xwe xistiye bazarê

Li rojavayê Kurdistanê xebatên şoreşê didomin û ji bo tiştên baştir werin kirin her kes di nava lêgerînê de ye. Ji destpêka şoreşê de her kesî hesabên cûda li ser herêmê dikirin û heta ku kurdan helwesteke kurdewarî nîşan nedan, xwestin bixin nava aloziyê û herêmên rojavayê Kurdistanê jî weke herêmên din ên Sûriyeyê wêran bikin û kurdan bidin koçberkirin.

Şoreşa ziman herî destpêkê bû û dîsa di warê rêxistinî gel di nava heyecanê de bû û xwe li dora hêza xwe ya parastinê jî ya kombûnê jî dida hev.

Ji destpêka avakirina xwe de ENKS’ê darê ku xwe dixist nava hemû xebatan. Saziya ziman hat vekirin, wan got niha ne dema wê ye û bila rêjîm biçe paşê. Dema ku kanton hatin ragihandin dîsa ENKS’ê derket û got PYD’ê çavan li kurdan vedike û dibe sedema êrîşan. Dema DAIŞ’ê êrîşî herêmên Rojava dikir, dîsa digotin ma YPG û PYD’ê çima şerê DAIŞ’ê dikin û me nedixwast lê PYD’ê xwe xist şer. Federaliya bakurê Sûriyeyê hat ragidandin, ENKS’ê xwe avêt holê dîsa û got ma ev çi ye PYD’ê dike û rêveberiya xweser a PYD’ê rêveberiyeke nayê qebûlkirin, ev rêveberî nûnertiya gel nake û xistin rojevê da ku reş bikin.

Her tiştê ku li Rojava dihat kirin û tê kirin heta roja îro tê reşkirin. Yê sereke jî ENKS’ê ye ku pêşengiya reşkirinê dike.

2020’î Fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî ji bo ku ENKS’ê ji eniya dijkurd derbixe û bîne bixe nava xebatên avakirina statûya rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê, înîsiyatîfa yekhelwestiyê da destpêkirin. Partiyên PYNK û ENKS’ê hatin ser masê û hin gav hatin avêtin.

Her ku fermandarê HSD’ê hewlek dida û digot hevdîtin erênî derbas dibin, ENKS’ê berê xwe dida cihekî û li gel rayedarên wê dewletê yan jî eniyê diciviya û fotoyên xwe parve dikirin û navê wê jî dike siyaset.

Li gel Çawişoglo yê tirk civiyan û şertên xwe li hember yekrêziyê zêde kirin. Li Rojava hatin eniyeke nû ava kirin û dîsa berê xwe dan Tirkiyeyê û gotin em çûne xwe bi wan bidin naskirin. Û ji wir jî paşê çûn Rûsyayê. Çûn Efrînê destxweşiya çeteyên ku kurd dan koçberkirin û darên Efrînê ji kokê ve hilkişandin kirin. Berê xwe dan Rûsya û xwestin zextê li rêveberiya xweser bikin.

Ev hemû li nava 2020’an de derket holê. Bi destpêkirina salê re fermandarê HSD’ê bi daxuyaniyekê got ku ew hêvî dikin sala nû bibe ya başkirina rêveberiyê û sala ku tê de hilbijartin pêk werin. Li ser vê yekê ENKS’ê ya ku her car li dijî rêveberiya xweser derdiket û digot ew nûnertiya gel nake, vê carê jî got em hilbijartinan jî qebûl nakin. Çima qebûl nakin? Dibêjein ji ber ku rewş ne aram e. Û nabe ku hilbijartin pêk werin.

ENKS’ê ji sedemên ku naxwaze hilbijartin pêk werin; dewleta tirk fermana vê daye û ew li pêyî vê yekê ye. ji ber ku pêkanîna hilbijartinan hêza rêveberiyê bi cîhanê dide naskirin ka çawa nava rewşeke aloz a li herêmê de dikare rêxistinbûnê ava bike. Ya din jî ew e ku rê li plana ENKS’ê ya ku dibêje fiftî-fiftî tê girtin û li aliyê din hincetên wê yên reşkirina rêveberiya xweser ji holê nahêle. Ya sêyem jî bi hilbijartinan êdî rûyê ENKS’ê yê rast derdikeve ka çawa di hemû tevgera xwe de tênê li pê ye ku rêveberiyê qels bike û ji her derê ku ji vê reşkirinê û qelskirinê sûd digirin, tişt bi dest bixe.

Li her derî dike û li her derê xwe dixe bazarê. Yê li nava her bazarê de cihê xwe bigire jî ew ê çi qîmeta wê nebe.

Nûçeyên Têkildar