Hevserokê PYD’ê Salih Muslim anî ziman ku, rêveberiya Şamê ji bo vekişîna Tirkiyeyê ji herêmên dagirkirî, şert û mercên şênber ava nekiriye û got ku desthilatdariya tirk ew ê di vê mijarê de li ser soza xwe nesekine.
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim li ser hevdîtinên Enqere-Şam-Tehran-Moskow, şertên ku Şamê pêşkeşî Enqereyê kir, armancên wê û mifteya sereke ya çareseriyê ji ANF’ê re nirxand.
Muslim da zanîn ku, divê gelê kurd li hember kombûna Rûsya, Îran, Enqere û Şamê baldar be û got, “Rejîma Sûriyeyê dijminê kurdan e. Tirkiye dijminê stratejîk ê gelê kurd e. Nêzîkatiya Îranê ya ji bo pirsgirêka kurd ji berê ve diyar bû. Rûsya ji bo berjewendiyên xwe dixwaze van hemûyan bîne cem hev. Li ser tunekirina kurdan li Sûriyê tên cem hev. Hemû pirsgirêkên wan kurd in. Li vir armanc rêveberiya ku mafê hemû gelan diparêze, yekîtiyê çêdike û xwedî gelek projeyan e, were rakirin. Eger Rûsya bi rastî alîgirê çareserkirina pirsgirêkan be, ji sala 2012’an ve peywendiyên me hene, dikaribû bi rejîmê re pirsgirêk çareser bikira, lê mixabin heta niha ev yek nekiriye. Bi awayekî pragmatist nêz dibe. Dibêje, ‘Ez çawa dikarim ji aliyan sûd werbigirim?’ Li şûna ku pirsgirêkan çareser bikin, dixwazin wan mezintir bikin. Em hêvî dikin ku ew ê ji vê xeletiyê vegerin.”
‘Hewl tê dayîn dijî Rêveberiya Xweser e hêzekê ava bikin’
Muslim da xuyakirin ku pirsgirêkên di navbera rejîma Şam û Enqereyê de gelekî kûr in û wiha dewam kir: “Em behsa koçberiya bi milyonan dikin, em behsa bi sed hezaran mirovên jiyana xwe ji dest dane dikin. Em behsa wêrankirina ji sedî 70’ê gund, bajar û binesaziya Sûriyeyê dikin. Sedema van hemûyan jî Tirkiye ye. Ji Efrînê heta Idlib û Girê Spî gelek herêm dagir kiriye û heta El Qaîdeyê gelek çete bi cih kirine. Heta niha jî piştgirî daye wan. Leşker û çeteyên xwe bi cih kir. Ev hemû komployên li dijî kurdan û Rêveberiya Xweser in. Li ser pirsgirêka kurd li hev kirin. Ew ê li ser tiştên din çawa li hev bikin? Hesab dikin ku li dijî Rêveberiya Xweser bi Şam, Tirkiye û çeteyan re hêzeke hevpar ava bikin.”
‘Amerîka ne ji bo kurdan li vir e’
Muslim bi bîr xist ku, wan li dijî hemû çeteyên ku dewleta tirk destek dike şer kirine û herêmên dagirkirî rizgar kirine û wiha dom kir: “Tişta ku dixwazin bikin, nayê qebûlkirin. Li hemberî van hemûyan em tedbîran digirin. Difikirin ku ger em kurdan ji holê rakin wê Amerîka bi serê xwe derkeve. Amerîka ne ji bo kurdan li vir e. Ji bo berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn li vir in.”
‘Tirkiye tu carî soza xwe pêk nayne’
Muslim der barê şertê ku rêveberiya Şamê pêşkeşî Enqereyê dike de jî ev tişt anî ziman: “Rêjîma Sûriyeyê di esilê xwe de wiha negotiye. Gotiye bila planekê deynin pêşiya me, bi me bidin bawerkirin ku wê ji axa me vekişin û gotiye divê Rûsya ji bo vê yekê garantor be. Dikarin piştre bibêjin me li hev nekir. Daxwazên Sûriyeyê rast in, lê hêviya ku Tirkiye soza xwe pêk bîne, wê xeyal be. Tirkiye tu carî soza xwe pêk nayne. Em ne li dijî wê yekê ne ku Sûriye û Tirkiye bi hev re rûnin û têkiliyên cîrantiyê yên baş pêk bînin, lê ya ku hatiye kirin ne rast e. Gotinên faşîzma tirk ne rast in. Tiştekî dibêje, tiştekî din dike. Soz dide, lê pêk nayne. Pêwîst e ji serdemên berê ezmûn bihatana derxistin.”
‘Werin em bi hev re pirsgirêkên navxweyî çareser bikin’
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bi bîr xist ku dema pirsgirêka Sûriyeyê derket, ew xwestin di nava Yekîtiya Ereban de çareser bibe û wiha dawî li gotina xwe anî: “Îro hemû derfet hatine guhertin. Em tu carî ne li dijî dewletên ereban û têkiliyên bi wan re ne. Em ne li dijî wê yekê ne ku Sûriye bibe endamê Yekîtiya Ereban. Lê we ewqas dijminatî nîşan da, we ewqas xwîn rijand, lê rejîma Sûriyeyê heta niha gavek ber bi demokrasiyê ve neavêtiye. Ne ji bo gelê xwe, ne ji bo pirsgirêkên ku tê jiyîn û ne jî di xala pirsgirêkên navneteweyî de. Rejîm bi israr hesab dike ku vegere berî sala 2011’an. Di sala 2011’an de çima we ew qebûl nekir û li dijî vê yekê derketin? Bikin, lê şertekî bidin ber wê. Wê hinekî demokratîk bikin. Bila ji gelê xwe re rêz bigire. Em jî beşek ji Sûriyeyê ne. Heta niha rojek jî dijminatî û daxwaza parçebûnê nebûye. Em jî dixwazin ku ew bibin yek. Em dixwazin têkiliyên wan bi her kesî re hebe, çi Misir, erebistana Siûdî û Îmarat. Em ne li dijî wê ne. Ji bo me ya girîng ew e ku li Sûriyeyê demokrasî hebe. Rêz ji gelê xwe re bigirin. Werin em bi hev re pirsgirêkên navxweyî çareser bikin. Weke parçeyek ji Sûriyeyê guhertina rejîmê û demokratîkbûyîn jî ji bo me girîng e.”