Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Enternasyonalîstên li Rojava ‘terorîst’ li Ûkraynayê qehreman

Enternasyonalîst Dan Burke û Sam Newey ku li Rojava li dijî DAIŞ'ê şer kirin, li welatê xwe îngîlîstanê wek sûcê terorê kirine hatin darizandin lê piştî ku li Ûkraynayê jiyana xwe ji dest dan weke qehreman hatin pênasekirin.

Dan Burke û Sam Newey ku li Ûkraynayê di şerê dijî hêzên Rûs de jiyana xwe ji dest dan, li welatê xwe ji aliyê medyayê ve weke qehreman hatin ragihandin.

Cenazeyê Dan Burke beriya çend rojan li başûr rojhilatê Ûkraynayê hate dîtin. Sam Newey jî li rojhilatê welêt di şerê dijî hêzên Rûs de jiyana xwe ji dest da.

Mirina herdu dilxwazên Îngiliz li Ûkraynayê di çapemeniya welatê xwe de deng veda. Di gelek nûçeyan de ji bo Burke û Newey gotina ‘şervanên wêrek û fedakar’ hate bikaranîn.

Tişta balkêş ew e ku Dan Burke ji ber ku li nava refên YPG’ê li dijî DAIŞ’ê şer kir heft mehan girtî hate hiştin. Sam Newey jî tevî ku 19 salî bû û qet neçûbû Rojava hatibû cezakirin.

Kekê Sam Dan Newe ku bi xwe jî berê li Rojava şer kiribû li ser mijarê axivî û destnîşan kir ku her du enternasyonalîst jî qehreman bûn.

Newey got: “Gelên azad ên li Rojava di navbera DAIŞ’ê û welatên Rojava de bendek bûn. Eger ne ji fedakariya wan bûya DAIŞ’ê wê hîn bêhtir êş û kaos biafiranda; niha heman tişt ji bo Ûkraynayê jî dikare bê gotin. Ev têkoşîna me hemûyan e, çi dibe bila bibe divê em li dijî otorîteriyê li ber xwe bidin.”

Dan Burke sala 2017’an çûbû Rojava û piştî ku li dijî DAIŞ’ê şer kiribû di sala 2019’an de li welatê xwe vegeriya bû. Burke li bendê bû ku mîna qehremanekî bê pêşwazî kirin, lê belê wê li welatê xwe bi ‘terorîzmê’ bihata sûcdarkirin. Dan Burke û Sam Newey tevî çar hevalên xwe hatin darizandin.

Sam Newey ê 19 salî ji ber ku 150 sterlîn ji kekê xwe Dan Newey re şand bi îdiaya ‘piştgiriya madî ya ji bo terorîzmê’ hate sûcdarkirin û darizandin.

Dadgeh piştre betal bû, lê belê Dan Burke li girtîgehê heft mehan hate hiştin. Her wiha hin organên medyayê henekê xwe pê kirin û jê re gotin ‘Dan ê Jîhadî’.

Sam Newey û bavê wî bi kefaletê hatin berdan, karê xwe winda kirin û gelek caran polîsan avêtin ser mal û odeyên wan ên li dibistanê.

Sam Newey di 31’ê tebaxê de li Ûkraynayê li eniya herî pêş jiyana xwe ji dest da. Tê texmînkirin ku Dan Burke di 11’ê tebaxê de miribe, li ser mirina wî lêpirsîn dewam dike.

Tevna Piştevaniyê ya Kurdistanê têkildarî mirina herdu enternasyonalîstan daxuyanî da û got: “Herdu enternasyonalîst ku ji bo parastina Ûkraynayê jiyana xwe ji dest dan wê weke qehremanan bêne bîranîn. Lê belê herdu jî li tacîz û zilma dewletê rast hatin ku li Qraliyeta Yekbûyî nehiştin jiyaneke ji rêzê bijîn. Piştgiriya durû ya Qraliyeta Yekbûyî ya ji bo şerê Tirkiyeyê yê li dijî kurdan, îdiaya hikumeta Qraliyeta Yekbûyî ya li ser demokrasiyê, diyarkirina mafê çarenûsa xwe û piştgiriya mafên bingehîn ên li Ûkraynayê dike mijareke heneko.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar