Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Enternasyonalîzma Che di nava têkoşîna me de dewam dike

Çawa ku Che Guevara bû pêşengê serdema xwe, Hakî Karer û Kemal Pîr jî bûn ruhê ciwantî û pêşengên dema xwe. Ruhê şoreşgerî yê ciwantiyê gihand nifşên ciwanan ên nû.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk bi wesîleya salvegera 55’an a qetilkirina şoreşgerê Arjantînî Ernesto Che Guevara ji ANF’ê re axivî.

Cemal Şerîk anî ziman ku 9’ê Cotmehê di heman demê de roja qetilkirina Che Guevara ye û got, “Che Guevara ji Arjantînê ye. Lê belê ne şoreşgerekî welê ye ku tenê li Arjantînê bimîne. Di heman demê de şoreşgerekî başûrê Amerîkayê ye. Ji bo hesreta gelên Başûrê Emerîkayê ya li demokrasiyê û azadiyê, li dijî otokrat, olîgarşî û dîktatoriyên faşîst hêrsa xwe veguherand raperîneke şênber a rêxistinî û şoreşgerî.”

Cemal Şerîk diyar kir ku armanca bingehîn a Che Guevara pêkanîna şoreşê bû û got, “Armanca wî pêkanîna şoreşê bû, azadiya mirovan bû. Lewma di nava şoreşa Kubayê de bû yek ji kesayetên pêşeng ên bi roleke mezin rabû. Bi rengekî çalak tevlî karê sazîkirina Şoreşa Kubayê û avakirina pergalê bû. Di asta pêşengiyê de beşdar bû. Ji bo şoreşa Kubayê di asta navneteweyî de temsîl bike, erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Lê belê vê rastiyê jî dibîne. Şoreş li Kubayê hate biserxistin. Lê belê serxistin û parastina şoreşa li Kubayê bi mayina li nava Kubayê pêk nayê. Bi şoreşên welatên Başûrê Emerîkayê û gelên cîhanê, Şoreşa Kubayê dikare bê parastin û xurtkirin. Ji ber vê yekê weke parêzvanekî çalak ê têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê yên welatên din tevdigere. Li ser vê bingehê bi bêdengî ji Kubayê diçe.”

Cemal Şerîk ragihand ku Che Guevara di pêvajoyeke wiha de bi awayekî çalak tevlî têkoşîna azadiyê ya li Kongoyê, li Afrîka Navîn dibe û got, “Che Guevara piştre careke din li Kubayê vedigere. Lê belê vegera wî ne ji bo mayina li Kubayê bû. Ji ber vê yekê kes nizane ku Che Guevara li Kubayê vegeriya ye, tenê heval û malbata Fidel Castro pê zanin. Ev vegera li Kubayê ji bo wê yekê ye ku sefera şoreşê ya li Kongoyê destpê kir bigihîne welatên cuda.

Dema ku li Kubayê ye, rewşa li Başûrê Amerîkayê dinirxîne û Bolîvyayê weke welatekî nêzî şoreşê dibîne, lewma diçe Bolîvyayê. Berê amadekarî hatibûn kirin. Hin hêz li wir hebûn ku karibe hem li gel wan şer bike, hem jî têkoşînê bi pêş ve bibe. Têkiliyê bi wan re datîne. Ji bo avakirina şert û mercên têkoşînê amadekirina binesaziyê weke gavên destpêkê dibîne. Lê belê şert û mercên li Bolîvyayê, bi taybetî tevî ku Partiya Komunîst a Bolîvyayê destpêkê soz dabû jî bi Che Guevara re tevnegeriya, piştiya pêwîst neda û di encama xiyanetê zû li Bolîvyayê kifş bû. DYA dest werdide. Hêzên taybet ên kontrgerîla, şêwirmendan, endamên CIA’yê dişîne, artêşa dîktatoriya faşîst leşkerî ya li Bolîvyayê perwerde dike, bi rêxistin dike, tevlî dibe û li dijî Che Guevara û hevrêyên wî dest bi êrîşê dike. Di encama van êrîşan de jî wî qetil dikin.”

Cemal Şerîk anî ziman ku salek piştî şehadeta Che Guevara li Ewropayê tevgerên ciwanên Ewropayê destpê kir ku jê re şoreşa ciwanan dikare bê gotin û wiha dewam kir, “Yek ji dirûşmên bingehîn ên vê şoreşê jî bi vî rengî bû ‘Che Guevara dijî’. Ev dirûşm bi tena serê xwe radixe pêş çavan bê Che Guevara ji bo têkoşînên şoreşê tê çi wateyê.” Cemal Şerîk destnîşan kir ku rastiya Che Guevara di şoreşa ciwanên Ewropayê ya sala 1968’an de tê temsîlkirin.

Li ser bandora enternasyonalîzma Che Guevara ya li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê Cemal Şerîk got, “Tevgera Apoyî hîn ji destpêkê ve xwedî karektereke enternasyonal bû. Di nava rastiya Rêber Apo de ev yek gelekî bi şênberî tê dîtin. Rêber Apo azadiya gelê Kurdistanê û têkoşîna demokratîkbûna gelê Tirkiyeyê timî bi hev re nirxandiye. Alîgirê têkoşîna yekbûyî û hevpar a gelan e.”

Cemal Şerîk di vê çarçoveyê de işaret bi enternasyonalên li nava tevgera Apoyî kir û got, “Hevrêtiya Rêber Apo, Hakî Karer û Kemal Pîr di têkoşîna şoreşê, demokrasî û azadiyê ya gelên Tirkiye û Kurdistanê de gaveke dîrokî ye.”

Cemal Şerîk got, “Çawa ku Che Guevara, Fîdel Castro û hevalên wî ji Meksîkayê bi rê ketin, gihîştin Kubayê û şoreşa Kubayê dan destpêkirin, Kemal Pîr û Hakî Karer jî bi roleke bi vî rengî rabûn. Wezîfe û berpirsyariyeke bi vî rengî bi cih anîn. Di nava têkoşînê de bi kêliyekê jî nesekinîn. Heta şehadetê timî bi rola pêşengiya têkoşîna şoreşê rabûn. Yên ku bi jiyana Hakî Karer û Kemal Pîr zanin, yên ku bi jiyana Che zanin, fêhm dikin ku li nuqteyeke hevpar digihêjin hev.”

Cemal Şerîk got, “Che Guevara bi şênberî di kesayetiya Hakî Karer û Kemal Pîr de hatiye temsîlkirin. Çawa ku Che Guevara ruhê ciwantiyê û pêşengê serdema xwe bû, Hakî Karer û Kemal Pîr jî bûn ruhê ciwantiyê û pêşengên dema xwe. Ruhê şoreşgeriya ciwantiya wî kirin al, li ba dan û bi rûmetî dewrî nifşên nû yên ciwanan kir. Lewma pêşengên ciwanên şoreşger ên serdema heyî bûn.”

Cemal Şerîk destnîşan kir ku dem dema bûyîna mîna Che Guevara, Denîz Gezmî, Hakî Karer û Kemal Pîr e û wiha dewam kir, “Bi vî rengî di nava şoreşa Kurdistanê de dewam dikin. Ruhê şoreşgerî yê ku di nava pêşeng û lîderên şoreşê yên mîna Che Guevara, Denîz Gezmîz, Hakî Karer û Kemal Pîr de hate temsîlkirin, bi taybetmendiya enternasyonal di şoreşa Kurdistanê de tê temsîlkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar