Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Enternasyonel dê ji bo Rojava li her deverê dakevin qadan

Platforma Riseup4rojava (Ji bo Rojava serî rake) têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Rojava daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk hewl dide Şoreşa Kurdistanê tasfiye bike û ew jî dê li her qadekê li dijî vê têbikoşin

Platforma Riseup4rojava (Ji bo Rojava serî rake) heta niha li gelek welatan çalakiyên antî-milîtarîst pêk anîn. Riseup4Rojava têkildarî çalakiyên ku rojên pêş me dê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk biryara tasfiyekirina Şoreşa Kurdistanê û Rojava daye.

Platformê destnîşan kir ku ya ku dewleta tirk weke ‘Ewlehiya sînor’ pênase dike, paqijiya etnîkî ye û wiha domand: “Li her qadeke Kurdistanê jî li hemberî van êrîşan berxwedaneke mezin heye. Divê hevkariya leşkerî û dîplomatîk a rejîma AKP-MHP’ê ya bi DYA û welatên Ewropayê re bê teşhîrkirin û li dijî wan berxwedaneke kolektîf bê pêşxistin. Hat gotin ku divê ji çalakî bên mezinkirin û derbasî asta berxwedana polîtîk a mayînde bibin.

‘Em ê rehetiyê nedin hevkarên wan’

Daxuyanî wiha berdewam kir: “Artêşa tirk dema ku guleyê diteqîne, guleyê NATO dide. Gelên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bersiva van êrîşan bidin. Ev antîfaşîst û şoreşger li welatên xwe de, em ê mekanên leşkerî, dîplomatîk, bazirganî ku bi faşîzma tirk re hevkariyê dikin dagir bikin, wan nerehet bikin û asteng bikin.”

Bernameya çalakiyan

Platofmê weke gavên destpêkê yên çalakiyan jî wiha destnîşan kir:

* Em ê şoreş û deskeftiyên wê biparêzin. Em ê tev li rêya şoreşa li Kurdistanê bibin ku şerê diyar li pêşberî faşîzma herî radîkal a di vê demê de heyî dimeşîne û ji bo azadiya jin û civakê têdikoşe. Em vê pêvajoya şoreşê li ser xeta Şoreşa Cotmehê, şerê navxweyî ya Spanya û şoreşa Kubayê dibînin.

* Em ê şîrket û saziyên darayî yên ku alîkariya leşkerî yan pereyî didin faşîzma tirk asteng û dagir bikin. Ango kifşkirina rastiya û belavkirina agahiyan, weke çalakiyên mezin û bêîtîatiya sîvîl, hemû beşekî ji wê karan in.

* Em hemû sazî, hikûmet û hevalbendên bi dewleta faşîst a tirk re nerewa hesab dikin. Pêwîst e em hevkariya wan lêkolîn bikin û berjewendiyên şexsî ku dimeşînin kifş bikin. Dijminên şoreşa li Kurdistan û Sûriyeyê dijminên me ne jî. Em li hemberî siyaseta dagirkerî yên dewletên NATO û Federasyona Rûsyayê yên li Rojhilata Navîn derdikevin.

* Em ê nehêlin derewên propagandaya tirk belav bibin û bi wê rêyê çavkaniya tesîra faşîzma tirk qut bikin. Bi karê lobî û propagandayê hewl didin îdeolojiya xwe belav bikin û destek bistînin ji şerê xwe yê gemar re. Em ê li hemberî vê îdeolojiyê şer bikin. Faşîzma tirk dijminê me teva ye. Yekitiya me enternasyonalîzma dij-faşîst e!

* Em bang li hemû çalakger û mîlîtanan dikin ku tev li kampanyaya #riseup4rojava (Rabin ji Rojava re) bibin! Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bi ser bikeve. Faşîzma tirk dê bişikê! Bijî Enternasyonalîzma dij-faşîst!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar