Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Entrîkayên qesrê!

Dema di sala 2010’a de Bihara Ereban destpê kir, nijadperestên oldar ên tirk li ser hukum bûn. Di wan salan de bi siyaseta Kurahiya Stratejîk, ajandayên xwe yên weşartî diyar kirin. Dixwestin rê li Kemalîzmê bigirin, kurdan li der dora xwe bicivînin û li Rojhilata Navîn bi siyaseta Osmaniya Nû hukumraniyek berfireh damezirînin.

Aloziya li Sûriyeyê ji xwe re wekî derfet hesibandin. Wisa ji xwe bawerbûn ku ew ê di heyamek kurt de bikaribin li Şamê li Mizgefta Selahattînê Eyubî nimêja sibê bikin. Ji bo vê ji bakurê Afrîkayê çeteyan kişandin Sûriyeyê. Bi sedan qamyon çek şandin ji çeteyan re. Wan perwerde kirin. Lê bi ser neketin. Kurdên Rojava û berxwederên bakurê Kurdistanê rê nedan çeteyên nijadperestên tirk ên oldar.

Ji bo bikaribin rê li siyaseta xwe vekin, ‘pêvajoya çareserî’ dan destpêkirin. Hesabê xwe ewil car li ser Rojava kirin. Lê dîsa bi ser neketin. Tevgera kurd pêşî li wan venekir. Ev bû sedem, di sala 2015’an de li dijî kurdan carekî din şer dan destpêkirin û bi hemû rê û olaxan dest bi kuştin û qetlîaman kirin.

Şer qirêj bû. Êrîşên mezin dikirin. Ji Efrînê bigire heta Avaşînê sedan wargehên kurdan di bin êrîşan de man. Ji bo bikaribin vî şerê qirêj bi hêsanî bidomînin diviya bû yek ji wan bibe siltan. Ji nav wan ê zîrek Erdogan bû. Biryara siltaniya wî erê kirin. Erdogan piştî erêkirina siltanî, bi nijadperestên faşîst re tifaq danî. Ewil car jî serê damezrênerê Kûrahiya Stratejîk xwar. Pêhînek wisa li Ahmed Davutoglu da ku hişê wî hê jî nehatiye serê wî. Derfet lê anî serê Cemaata Fethullan Gulen jî xwar. Ne tenê serê van, serê hemûyan xwar. Abdullah Gul, Beşîr Atalay, Huseyîn Çelîk, Alî Babacan û yên din jî yek bi yek bêbandor kir. Her weha çi qas însanên bêqalîte û serserî hene, li dora xwe kom kir. Ji Fahrettîn Altun bigire heta bi Suleyman Soylu yek ji van dijberiya Erdogan nedikir, di ser de her sibe bîata xwe teze dikirin. Erdogan wisa bawer dikir ku ew bi rastî xwedî hêz e û siltan e.

Di vê navberê de di yek tiştî de tu aliyek dijberiya wî nekir. Ji kesên serê wan xwarî heta bi kesên bîata xwe her sibe teze dikirin; ji kesên nijadperestên oldar ên dijberê wî heta Kemalîstan, ango hemû aliyên bi bîr û bawer ji hev cûda ne piştgirî dan şerê li dijî kurdan.

Çawa di lîstikên ‘pêvajoya çareserî’ de serneket, di şerê dijî kurdan de jî bi ser neket. Ev yek entrîkayên qesrê zêdetir aşkera kir. Ji nişkava hemû kes pê hesiyan ku Erdogan nexweş e û li ber mirinê ye. Demekî şîrîkê wî yê faşîst Devlet Bahçelî jî ketibû heman halî.

Erdogan nexweş e, ne nexweş e li alîkî. Wê bimire yan bimîne jî ne derd e. Derd ew e ku tiştên tên jiyîn, ne tiştên xwezayî ne. Her wiha em bi qenaatekî mezin dikarin bêjin ku hemû tiştên tên jiyîn, ji ber entrîkayên qesrê ne. Şer her ku dirêj bû lawaziya wan derket holê û bi serneketin. Ev car destpêkirin binê hev kolan. Berê Suleyman Soylu û Berat Albayrak ê zava dest bi şerê hev kirin. Suleyman ê ‘sigortacî’ bi ser ket. Lê zava paşvenekişiya, şerê xwe ji binî ve dommand û didomîne. Erdogan her çû zêdetir lawaz bû. Der dora wî qefaltin. Êdî wisa lê hat ku nikare du gavan biavêje. Şîrîkê wî jî nikare du peyvan li hev vegerîne. Dev û lêvê wî bi hev dikeve.

Yek ji van ne tiştên xwezayî ne. Êdî hevdu jarî dikin çi dikin, em nizanin, lê em zanin tiştên bi serê Ecevît anîn niha jî bi serê Erdogan û Bahçelî tînin. Faîl jî gelek in. Êdî ji her derê qesrê entrîka dizê.

Belkî hinek kes wisa difikirin ku ew ji ber dengeyên navxweyî bi hev ketine û lîstikan bi hev dikin. Na, ne wisa ye. Ji ber ku di şerê dijî kurdan de bi ser neketin, bi hev ketine. Hevketina wan jî bi lîstikan xwe dide der.

Niha aqlêkî din di dewrê de ye. Wisa hesab dikin ku ew ê bêyî ku tişt bi nîzama wan were, ew ê bikaribin derbasî heyamek din bibin. Lê divê ew jî baş bizanibin yên dawî li van lîstikvanan bîne ne entrikayên wan in. Yên dawiya wan tîne, hest û berxwedana kurdan e. Eger ji vê ders negirin, ew ê dawiya Kemalîstên niha ku carekî din xwe amadeyî hukumraniyê dikin, ji Erdogan cûdatir nebe.

Nûçeyên Têkildar