Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Enwer Muslim: Dewleta tirk ji wekheviya gelan ditirse

Enwer Muslimdiyar kir ku dewleta tirk ji demokrasî, îrade û wekheviya gelan ditirse û wiha got: “Li aliyek mirovên ku hêzê didin vê berxwedanê dîl digire li aliyê din bêyî navber êrîşê qadên berxwedanê dike. Her gaveke ku dewleta tirk davêje ji ya berê ne serbixwetir e, polîtîkayeke qirkirinê ya topyekûn e.”

Şefê faşîst Erdogan ji bo çeteyên DAIŞ’ê şoreşa Rojava têk bibin berê wan da Kobanê û li Kobanê berxwedaneke bêhempa hat meşandin. Bi serkeftina Kobanê re pêşiya têkçûna çeteyên DAIŞ’ê vebû û DAIŞ pêl bi pêl bi destê jinên azad YPJ-YPG’ê têk çû. Bi têkçûna DAIŞ’ê re planên şefê faşîst Erdogan jî pûç bûn. Li ser fermana şefê faşîst der bar siyasetmedarên kurd de Doza Kûmpas» ya Kobanê hat vekirin û cezayên giran li siyasetmedaran birîn. Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) yê Kantona Firatê Enwer Muslim ku di berxwedana Kobanê de cih girtibû, li ser biryara Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê axivî.

Hevserok Enwer Muslim diyar kir ku li Kobanê yekitiya gelan pêk hat û di encama vê berxwedanê de DAIŞ têk çû. Muslim got ku bi têkçûna DAIŞ’ê re pergala modernîteya demokratîk berfireh bû û wiha axivî: “Ji ber vê yekê desthilatdariya AKP-MHP’ê di bin navê Doza Kobanê de xwest îrade bişikîne û serî bide tewandin, lê hê jî ji kevneşopiya berxwedanê tiştek fêm nekiriye. Gelê Kurd bi sedsalan e serî netewandiye û dê netewîne jî.”

Enwer Muslim destnîşan kir ku bi Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê re ne tenê gelê kurd tê darizandin û wiha axivî: “Pirsgirêka herî sereke ya bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, pirsgirêka kurd e. Doza Komplo ya Kobanê ne tenê pirsgirêka gelekî ye. Doza berxwedanê ye ku tevahiya mirovahî ji terora li cîhanê rizgar kiriye, doza mirovahiyê ye. Pêşî gelê bakurê Kurdistanê piştgirî da Kobanê. Gavên herî mezin ji wir hatin avêtin. Ji heft salî heta heftê salî sînor parastin û siyaseteke xurt meşandin. Kobanê diparastin. Vê yekê ne tenê ji bo Kobanê, ji bo parastina mirovahiyê dikirin.”

Muslim da zanîn ku di wê demê de nêzî 76 dewlet Koalîsyoneke Navneteweyî ava kiribûn û ji nêz ve şahidî ji berxwedana gelê kurd a li Kobanê kiribûn û wiha domand: “Hebûna Koalîsyona Navneteweyî hişt ku DAÎŞ mîna terorîst bê dîtin. Kesên tên darizandin li dijî terora DAÎŞ’ê bêdeng neman, li ber xwe dan û kêlî bi kêlî piştgirî dan gelê Kobanê. Koalîsyona ku di wê demê de li Kobanê bû, çima îro li hemberî dîlgirtiyên Doza Kûmpasê ya Kobanê bêdeng dimînin? Çima li hember zilmê bêdeng dibin û dibin hevkar?”

DI berdewamiya axaftina xwe de Muslim destnîşan kir ku ne dozek hiqûqî, berovajî dozeke siyasiye û wiha axivî, “Em bi zîhniyeteke ku dibêje ‘hûn wekî min tevnegerin ez ê we bişewitînim’ re beramberî hev in. Her tiştek ku weke hincet bê nîşandan ne qanûnî ye. Divê sazî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî li hemberî doza ku edalet, demokrasî, wekhevî û jiyana azad lê tê qetilkirin nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”

Enwer Muslim da zanîn ku rejîma yek zilamî ji bo demokrasiyê xetereye û wiha dawî axaftina xwe anî: “Îro eger hê jî dewleta tirk êrîşî herêmê dike, sedema vê ji ber ku ji demokrasî, îrade û wekheviya gelan ditirse ye. Li aliyek mirovên ku hêzê didin vê berxwedanê dîl digire li aliyê din bêyî navber êrîşê qadên berxwedanê dike. Her gaveke ku dewleta tirk davêje ji ya berê ne serbixwetir e, polîtîkayeke qirkirinê ya topyekûn e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar