Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Erd û esman ji ber qêrîna min ker bû, we nebihîst!

Di berbanga vê sibehê de, ya hate serê me di dîrokê de mînak û şeklê wê hema bêje tine. Ez ne carek hatin kuştin, nehatim binaxkirin. Ne carekî hezar carî destdirjî min kirin û firotim.

Li ser vê axa bereket ku bi ol, bawerî, çanda xwe ya qedîm û kevnar ne carekê bi dehan carî hatin parçekirin û dîsa nekarî min, ji ol û çanda min vegerînin. Her çendî li kuçe û kolanên Bexda, Mûsil, Reqa, Tebqa, Boxazê bazara min kirin, bi saxî hezar carî binaxkirim xistim nava qefeseke ji gorê tengtir; firotim, dest avêtin min, bazar li ser bedena min kir, dîsa nekarî min.

Min her carê xwe bi ola xwe û çanda xwe ya kevnar xwe, ji hemû qirêjî û lewitîna li ser bedena min û baweriya min kirin, pak kir û vejand.

A li ber çavê min ti demê naçe, rêwîtî û hovîtiya li ser jin, qîz, zarok û mêrên vê axa kevnar anîn bû. Ev ne cara yekê bû, lê vê carê pir cuda bû. Li ber çavê her kesê, hatin qetilkirin, revandin; qîrîn, fîxan û hewarên me heft tebeqeyên erd û esman lal û ker kir, kesê deng nebihîst û hewara me ve nehat.

Her ku dem diçû, ji me diketin û hewara xwe digihandin xwedayê xwe. Rêwîtiyeke bi êş, keser û çavên li benda mirinê beloq diman. Zarokên ji tîna û birça li ber rê û keviran hatî danîn, Enfala Helebçe zindî dikir. Tiştek ji destan nedihat, an wê xwe xilas bike, an jî wê bi rengê herî hovane bê qetilkirin.

Gelek xort û mêr bi mêrxasiya xwe bi rengê nemerd li ser vê axê ketin. Gelek jinên temenê bûkanî, bi kefenê spî bi bûkaniya xwe şad nebûn, keziyên wan bi kevirên gorê hatin pêçan…

Bila lavincê min sefera zozanan saxbi sax bibîne

Hey kovana dilê min hey lo lo loooo…

Evdila, mera û xanê lavincê bîje dayikê

Tu pirsyara kurê lavincê xwe ji min dikî

Berê kurê lavincê te ketiye sefera zozanan coqeke şêxan û pîrare gihaye Laleşa Nûranî

Hemû dostû guhdar û xêrxwazan li wir ser avê, hooooo

Dayika lavincê bîja, xêr û xweşî kete geliyê Laleşê, ketin malên alemê

Hizin û şîneke mezin kete derê dayê pîra te lavê

Hey kovana dilê min hey lo lo loooo…

Ho dayêêêê ho dayêêê dayê pîra dayka te lavê

Bîjê te soz û qirar li gel min dabû

Tu kurê lavincê min sefera zozanan saxbit, saxbibînî

Hey kovana dilê min hey lo lo loooo…

Evdalê miraz jê dayê pîrê, xema nexwe

Berê lavincê kurê te kete Laleşa Nûranî êêêêêêê

Hesaba neke, cihê lavincê kurê te mekanê wî cik û cihkê wî

Mekanê Laleşê Nûranî ye, cihekî miqedese xasî ronahî

Hey kovana dilê min hey lo lo loooo…

ho dayêêêê, dayê pîrê dibîjê nare dara nerîs Îsmaîl li jor e

Li serî dixwîne bilbil sifûra wî

Ho dayikê bîjê mirina ho pîr û kala heq e xweşe şîrîn e

Hey kovana dilê min

Mirina ciwanên bê mirad, hê nezewicî bi cûr û cefa….

Nûçeyên Têkildar