Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Erdhej, Îmrali, dewleta tirk û Rêber APO!

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Vê heftê, nûçeyek erdhejê kete rojeva çapemeniya Tirkiyeyê.

Hinek çapemenî û bi piranî gelên niştecihên li herêma erdhejê, ev bûyer û nûçe bi germeyî xistin rojeva xwe.

Lê çapemeniya aligirên desthilatiya AKP-MHP’a faşîst, ev mijar ji xwe re nekirin xem û hema hema nekirin rojeva çapemenaya xwe jî.

Belê çapemeniya aligirên doza Kurdistanê û demokratên Tirkiyeyê, girîngî dan vê nûçeyê û ev bûyer xistin rojeva xwe. Ev rojev her niha jî, bi germayî berdewam dike.

Bêguman, nirxandin û guftugoyên çapemeniya kurdistanî, hîn pirtir bi kûrayî û hinek jî cudatir li ser vê mijarê radiwestin. Hilbet ev cudahî û xemxwarî, xeteriya vê mijarê ya li ser jiyana Rêber APO û her 3 hevalên li gel wî ye.

Dema ku Rêber APO dîl hat girtin û birin zîndana Îmraliyê jî, erdhejek dijwar pêk hatibû û bi piranî fermandarên arteşa tirk jiyana xwe ji dest dabûn.

Wê wextê, bi giranî welatparêzên dîndar ên kurdistanî, ev bûyer cuda dinirxandin û mîna ku xwedê ayê Rêber APO ji desthilatiya dewleta tirk re nehiştibe, ev bela aniye serê wan û dewletê ceza dike û hwd!

Belê vê carê nirxandin û şîrove cûda û berovajî ne. Tê gotin ku “dibe desthilatiya faşîst a AKP-MHPê, vê bûyerê, ji xwe re weke derfet bide bikaranîn û derbeyê li dîlgirtiyên zîndana ÎMRALI bixe”!

Em bînin bîra xwe, Receb Erdogan, ji bo wê senoryoya derbeya FETO, gotibû “ev xilatek xwedê bû ji bo me” û hwd!

Ev şîrove ne dûr e ji mentiq, dikare vê bûyera erdejê jî weke “xilata 2’yan a xwedê” bi kar bîne!

Ji ber ku bi taybetî hilwestên vê dewleta faşist ên vê dema dawî, gelek zemînê ji vî mentiqê xwînrij re amade dike. Tê zanîn ku hema bû 3 sal in, agahî li ser jiyana Rêber APO û hevalên li gel wî Omer Hayri Konar, Hamili Yildirim û Veysi Aktaş nîne!

Erê, dikarin yekser jî derba kuştinê lêbidin, lê dizanîn encamê êrîşek wisa yekser, wê gelek giran li ser wan bibe bar. Lewma dikarin bûyerek wisa ya erdhejê, mîna bûyerek ji aliyê xweda ve hatibe ya xwezayî bidin nîşandan û derbê li zîndaniyan bide. Bi gotinek din; gunehên xwe bixin stuyê xwedê!

Belê, bixwazin bi çi awayî, bi çi navî derbê li dîlên zîndana Imralî bidin jî, dîsa wan ji sucdariyê rizgar nake û ew nikarin xwe ji vê tawanbariyê pakij nîşan bidin.

Ji ber ku em bînin bîra xwe Rêbar APO, gelek caran ji parêzerên xwe re jî gotibû: Eger mirinek me li vira hebe, wê ne mirinek asayî û xwezayî be!

Hilbet divê kes, jiber vê mijarê ne xwe mexdûr bibîne, ne jî bêxem bihêle. Divê her kesê welatparêz û demokrat, li ser vê mijarê pir bi hişmendî, zaneyî, hostayî û bi berbirsiyarî tevbigere. Her wiha divê bi vîn û cesaretê hîn xurtir çalakiya lidar bixin û wê bêmoralî û tirsa ku dewlet dixwaze bide gelê me, berepaşî li wan vegerîne.

Herkes, li kuderê dibe bila bibe û çi hinerê wî hebe, divê bi wî hiner û zanebûna xwe, bi hilwesta xwe nîşan bide. Him ji raya giştî ya Kurdistanî, herêmî û him ji ya cîhanî re, vê siyaset û kiryarên desthilatiya faşist a AKP-MHPê û xiyaneta Berzaniyan, aşkera û zelal bidin nîşandan. Her wiha divê piştgriya enternasyonalî ya mirovperweri her bixwaze û hîn pirtir bi dest bixe.

Ma gelo herkes, wî erk û peywirên xwe yên mirovperwerî, ku îro nedin diyar kirin, wê kengî bidin diyar kirin?

Jixwe ev hilwesta qirker û xwînrij a diktatorên dewleta tirk Receb Erdogan û Devlet Bahçelî, li ser Rêberiya gelê Kurdistanê didin meşandin, di heman wextê de kiryarek li dijî hemû mirovahiya cîhanê ye jî. Divê ev rastî, ji rayagiştî ya cîhanê re hîn pirtir were pênase kirin.

Ji ber ku ev desthilatiya faşîst a dewleta tirk, di heman demê de destekê ji kevneperestî û hegemoniya cîhanî distîne û direkt an endîrekt zerar û ziyana vê siyaset û kiryarên qirker li ser hemû mirovahiya cîhanê pêktê.

Lewma divê herkesên demokrat û hûmanîter ên cîhanê jî, hîn pirtir li Rêber APO û hevalên wî xwedî derkevin.

Jixwe êdî paradigma Wî li cîhanê gav bi gav tê pejirandin û kampanyayek berfireh a enternasyonalist a bi navê “Ji Abdullah Ocalan re Azadî û Ji Pirsgrêka Kurd re Çareserî” jî despê kiriye. Divê herkes milê xwe bidin vê kampanyayê, weke pêngaveke çalak, berfirehtir û bi hêztir bikin.

Bi xwedîderketinek wisa dorfireh a him neteweyî û him navneteweyî, dikare pêşî li vê faşîzm û qirkeriya dewleta tirk were girtin. Her wiha, li ber paradigma Rêber APO ya Modernita Demokratik jî rê xweştir were vekirin.

Nûçeyên Têkildar