Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Erdhej karesatek xwezayî ye lê dewletê karesatek mezintir ava kir’

Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan got, tevî ku 13 roj li ser erdhejê re derbas bûn û ji ber lêgerîna rizgarkirinê baş nayê kirin, bi hezaran mirovan di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên fermî, nêzî 40 hezar mirovan di erdheja navendî ya Mereşê de, jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku 13 roj li ser erdhejê derbas bûn, bi deh hezaran mirov hîna di bin kavilan de ne. Xebatên alîkariyê  ya HDP’ê û rêxistinên civakî yên sivîl tevî astengiyên dewletê, dewam dikin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dîlokê Mûazzez Orhan, ji ANF’ê re axivî.

Mûazzez Orhan diyar kir ku ew roja destpêkê ya erdhejê çûn Dîlokê û got ku qasî 3 rojan tîmên rizgarkirinê nehatin herêma erdhejê. Mûazzez Orhan wiha got: “Di roja 9’an a erdhejê de kaosek hebû. Tiştek mîna koordînasyona krîzê tune bû. Mirovan hewldana xwe xwestin kesên di bin kavilan de derbixînin. Gelek kes dema ku li bendê bûn tîmên rizgarkirinê werin wan rizgar bikin, jiyana xwe ji dest dan.

‘Em nizanin ku zarok birin ku derê’

Mûazzez Orhan destnîşan kir ku zarokên malbatên ku di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan, birin nexweşxaneyê û ji wir jî birine cihên cuda û wiha pêde çû: “Em nizanin ku ev zarok birine ku derê. Gotin ku ev zarok di bin kontrola dewletê de ne, lê em baş dizanin ku di erdheja beriya niha de gelek zarok winda bûn.”

‘Di xebatên kavilan de bi tu awayî cihazên teknîkî nehatin bikaranîn’

Orhan bal kişand ku di sê rojên destpêkê yên erdhejê de, bi tu awayî alîkariya saziyên dewletê nebû û wiha got: “Mirov bi rojan birçî, têhn û li ber hewaya sar man. Di roja 5’an a erdhejê de xebat hatin destpêkirin. Di xebatan de bi tu awayî cîhazên teknîkî nehatin bikaranîn. Ez heta Nûrdag, Îslahiye, Yolçati, Hassa û Kirikhanê çûm. Destpêkê HDP’ê destê alîkariyê dirêj kir.”

‘Dewletê karesatek mezintir ava kir’

Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan ragihand ku ji ber nebesiya şaredariyan a tedarîkirina pêdiviyên mirovan, mirov bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man û got “Mirov qasî 3 rojan bê xwarin û av bûn. Erdhej karesatek xwezayî ye, lê me dît ku dewletê karesatek mezintir ava kir. Hemû gelên Tirkiyeyê ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê bûn seferber, lê dewletê dîsa bi mantiqê ‘ez ê tenê bikim’ hemû alîkariya gelan asteng kir.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar