Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Erdhej wê bandoreke mezin li paşeroja mirovan bike’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku erdheja pêkhatiye wê bandorek mezin li paşeroja mirovan bike. Karasû bal kişand ser têkoşîna jinan, rojeva heyî û têkoşîna Rêber Apo ya 25 salan.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a televîzyona Medya Haberê bû û rojeva heyî nirxand. Karasû bal kişand ser hilbijartinên li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku têkoşîna gelê kurd wê encamên hilbijartinê diyar bike.

Nirxandina Karasû bi vî rengî ye:

Beriya ku rewşa Rêbertî û konferansê binirxînim, hevrêya me ya hêja ya ku havînê şehîd bû û di demeke nêz de hate ragihandin Raperîn Amed bi rêz û minet bi bîr tînim. Hevaleke me ya gelekî hêja ya kar bû. Hevrêyeke me bû ku ji derdora welatparêz a Amedê tevlî têkoşînê bû. Ji malbata Azîzoglû ya Farqînê bû. Bi rastî jî gelekî dilnizm bû. Kes nediêşand, lê belê bi pîvan bû, karker bû. Li nava hevalên xwe hemûyan cihê qîmet û hezkirinê bû. Bi rastî jî kedkar bû, timî dixebitî. Rastiya Rêbertî fêhm kiribû, Rêbertî fêhm kiribû. Lewma hevrêyeke me ya fedaî bû ku bi kûrahî dilsoz bû, ji paradîgmaya Rêbertî, Partiyê û Rêbertî, ji xeta azadiyê ya jinan bawer kiribû û ji bo vê jî her kêliya jiyana xwe feda kiribû. Tevlî gelek karî bû. Di her karî de serkeftî bû. Bi rastî ked dida. Ji xwe ji ber vê yekê ji ber vî karê zêde ji bo Dîwana Kongra Gel hate hilbijartin. Dîwana Kongreyê saziyeke girîng e. Bi taybetî ji bo rûniştandina sîstema KCK’ê, komun û meclîsan hewl dide. Hevalek ku li ser vê yekê kûr dibû. Hevala Raperîn bi vî rengî ked da. Di vê têkoşînê de keda xwe heye. Bi taybetî ji bo fêhmkirina paradîgmaya Rêbertî û bicihanîna wê kedeke mezin da. Bi vî rengî di nava têkoşîna me de wê tu carî neyê jibîrkirin. Wê her tim bê bîranîn. Em ê hesretên wan teqez pêk bînin. Em ê hewl bidin hêjayî wan bin. Hesreta wan nabe ku li erdê bimîne. Nabe ku hesreta wan bi cih neyê anîn. Eger em hevrêyên wan bin, hevalên wan bin û şehîdên me yên bi vî rengî yên mezin hebin, hingî weke tevger, gel divê ji bo xwedîderketina li şehîdan em gelê kurd azad bikin, Rojhilata Navîn demokratîk bikin û paradîgmaya Rêbertî li tevahiya cîhanê belav bikin.

Sekna Rêbertî sekneke hêjayî romanê ye

Rêberê me 25 sal in dîlgirtî ye. Em di sala 25’emîn de ne. 25 sal bi rastî jî bi destanî derbas bû. Di dîroka cîhanê, dîroka mirovahiyê de, li zindanê girtiyekî din ê siyasî yê bi vî rengî 25 sal derbas kiriye, rêberekî bi vî rengî nîne. Bi rastî jî sekneke welê ye ku roman li ser bê nivîsandin. Dikarim vê yekê bibêjim: Heta ku sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê neyê fêhmkirin, rastiya Rêbertî nayê fêhmkirin. Kesayetiya Rêbertî nayê fêhmkirin. Bêguman li derve jî têkoşîna Rêbertî heye. Bi dehan salan têkoşiya, partî ava kir, têkoşîna gerîla da destpêkirin, gerîla gihand. Di xeta azadiyê ya jinan de milîtan afirand. Bi vî rengî têkoşîneke girîng meşand. Bû pêşengê serhildana gelê me. Ev hemû bêguman encamên sekna Rêbertî, karakterê Rêbertî û hunera Rêbertî bûn. Lê belê weke ku tê gotin, her tişt di dema zehmetiyê de diyar dibe. Kêliyên zehmet dike ku kesayetiya mirovan û civakan diyar bibe. Lewma Rêbertî jî 25 sal in li zindanê nîşan da ku rêberekî çawa yê gel e, rêberekî çawa yê şoreşger e. Ji vî alî ve 25 sal ên gelekî bi wate, hêja ye ku divê bê hînbûn. Em dikarin vê yekê bi hêsanî bibêjin. Ev 25 sal wê bibe mînak. Gelê kurd jî wê ji bîr neke, tevgera me jî ji bîr neke. Em hemû em ê hewl bidin hêjayî wê seknê bin.

Rêbertî fikreke nû di sosyalîzmê de avakir

Paradîgmaya ku Rêbertî li zindanê afirand, beriya wê jî heye bêguman lê belê li zindanê şênber kir, hevgirtî kir. Paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinan destnîşan kir. Xeta modernîteya demokratîk diyar kir. Li ser vê bingehê li dijî sîstema dewletperest, sîstema konfederalîzma demokratîk destnîşan kir. Nîşan da ku sosyalîzm bi vî rengî dikare pêk were, ne bi dewletê re lê belê bi konfederalîzma demokratîk re. Xeta azadiya jinan diyar kir. Ev yek wê niha li tevahiya cihanê ji bo bindestan, gelan, kedkaran bibe xeta îdeolojîk. Çawa ku di salên 1800’î de dema ku kapîtalîzm derkete holê û kapîtalîzma hevrikiya serbest destpê kir Marks û Engels bûn bersiv ji têkoşîna kedkar û bindestan re, ji bo paşerojê teoriyek destnîşan kirin û ev teorî 150 sal in bûye asta teorîk a bindest û kedkaran. Beriya 150 salî bû, lê belê beriya 150 salî kapîtalîzm ewqasî bi pêş neketibû, zanistî teknîk jî bi pêş neketibûn. Teoriya sosyalîst yekemcar dihate destnîşankirin. Lewma kêmasiyên xwe jî hebûn. Naxwe Marks û Engels bi hesteke bilind a berpirsyariyê nêrînên xwe destnîşan kirin û bandor kirin. Bandor li me hemûyan kirin, bandor li têkoşîna Rêber Apo jî kirin. Rêber Apo jî bi bandora wî fikrê sosyalîst dest bi têkoşînê kir. Lê belê hem pratîka me ya têkoşînê, hem hilweşîna reel sosyalîzmê û li ser vê bingehê nirxandina berfireh a civakê ji aliyê Rêber Apo ve, li ser bingeha nirxandina berfireh a kapîtalîzmê paradîgmayeke nû hate destnîşankirin. Ev yek îro rê nîşanî mirovan dide. Bi vî rengî ciwan, jin, mirovahî bi temamî, kedkar xwedî lê derdikevin. Konferansa li başûrê Afrîkayê jî bi vî rengî bi wate bû.

Rêbertî bingeha teorîk îdeolojîk a demokrasî û azadiyê daniye pêşiya mirovahiyê

Li Afrîkaya başûr li welatê Mandela, hevrêyên Mandela xwedî li Rêbertî derdikevin. Li cîhanê Rêber Apo û Mandela dişibînin hev. Rast e, aliyên xwe yên hevpar gelek e. Mandela jî têkoşîneke mezin meşand. Ew jî salên dûr û dirêj li girtîgehê hate hiştin. Mîna Rêbertî 25 salan, herhal zêdetir li girtîgehê ma. Bi vî rengî bû pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe. Lê belê divê ev yek jî bê gotin. Rewşa Rêber Apo hîn cudatir e. Ne Rêberekî welê ye ku tenê ji bo gelê xwe, ji bo azadiya gelê kurd têdikoşe, ew Rêberekî welê ye ku hewl dide ji pirsgirekên tevahiya mirovahiyê re çareseriyê peyda bike. Ji bo jinan, ciwanan, bindestan, ji bo her kesî… Her wiha fikrên wî li dijî talankirina xwezayê hene. Rêbertî wê bi vî rengî bibe rêberê mirovahiyê. Li her derê wê ji bo Rêbertî konferans bêne lidarxistin. Wê hewl bê dayin ku fikrên Rêbertî bêne fêhmkirin. Her ku fikrên Rêbertî hatin fêhmkirin wê rêyên ji bo peydakirina çareseriyê ji pirsgirêkên cîhanê re hêsantir bibe. Vê yekê dikarim bi hêsanî bibêjim. Di sedsala 21’ê de çerxa dîrokê wê hîn bi lez bigere. Ji ber ku Rêbertî bingeha teorîk îdeolojîk a demokrasî û azadiyê daniye pêşiya mirovahiyê. Piştî ku ev yek hate destnîşankirin, bêguman wê çerxa azadî, demokrasî, têkoşîna sosyalîzmê ya mirovahiyê hîn zûtir bigere, hîn bêhtir bi pêş bikeve. Em ê vê yekê di salên bê de bibînin. Bi vê wesîleyê Rêber Apo, sekna berxwedanê ya li wê derê silav dikin û diyar dikin ku ji bo bicihanîna paradîgmaya ku wî destnîşan kiriye, ji bo azadiya welatê me, demokratîkbûna Rojhilata Navîn û pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê em ê bi erk û berpirsyariyên xwe rabin.

Paradîgmaya Rêbertî ji bo jinan rewşeke nû derxist holê

Asta têkoşîna azadiyê ya jinan ya heyî girîng e û jin, şehîdên jin ên ku keda xwe di nava vê têkoşînê de heye hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim. Bi taybetî ji aliyê têkoşîna me ve hevrêyên jin ên li Parîsê di du komkujiyan de şehîd bûn bi minet û bi rêz bi bîr tînim. Bêguman li cîhanê berê jî rêxistin hebûn ku ji bo mafên jinan têkoşiyan, tevgerên femînîst hebûn, danheviyên wan hebûn, asteke wan a fikrî hebû. Divê ev yek neyê înkarkirin. Lê belê em dikarin vê bibêjin. Weke ku min beriya niha qal kir, xeta azadiyê ya jinan ku Rêber Apo destnîşan kir rewşeke nû ye. Asoyekî nû da jinan. Zemînekî welê afirand ku têkoşîna azadiya jinan gelekî zû bi pêş bikeve. Û em êdî dikarin vê bibêjin. Eger cîhan wê bê guhertin, bê azadkirin, bê demokratîkkirin ev yek wê bi azadiya jinan bibe. Wê bi tevlîbûna jinan ya bi rengekî çalak a li têkoşînê bibe. Heta ku jin azad nebin tu pirsgirêkên li nava civakê jî çareser nabin. Pirsgirêk li wê derê giran e. Dema ku xeta azadiya jinêan bi pêş ket, di xeta azadiya jinan de têkoşîna civakî bi pêş ket, civak di ruhê azadiyê yê jinan de li ser bingeha nirxên azadiya jinan ava bû, hingî mirovahî dikare bibe xwedî jiyaneke demokratîk û azad. Nîvê civakê ji xwe jin e. Ya rast, rastiyeke welê ye ku ne tenê bandorê li nîvê civakê dike, bandorê li tevahiya civakê dike. Civaka neolîtîk bi xwe bi pêşengiya jinan pêk hat. Jiyan û keda jinan di dîroka mirovahiyê de gelekî girîng e. Dayik e, hevjîn e, xwişk e. Zarokan xwedî dike. Lewma divê mirov bi rengekî ji rêzê nêzî pirsgirêka jinan nebe. Divê gelekî girîng bibîne. Yek ji kêmasiyên reel sosyalîzmê jî ev bû. Belê, pirsgirêka jinan girîng didît, lê belê diviyabû hîn girîng bidîta. Eger bi vî rengî kiribûya reel sosyalîzm nedixitimî, wê karîbûya rêyeke çareseriyê peyda bikira.

Lewma mijûlbûna bi pirsgirêka jinan re, pêşvebirina têkoşîna azadiyê ya jinan û piştgiriya ji bo vê yekê ji bo azadiya her kesî pêwîst e. Ji bo her kesî, ji bo civakê û tevahiya mirovahiyê. Ji bilî vê yekê rêya çareseriyê nîne. Ev êdî tê fêhmkirin. Ev rastî ji aliyê mirovahiyê ve tê fêhmkirin. Jin ji xwe ji kûrahî ve vê hîs dikin. Êdî mêr jî fêhm dikin. Ew jî fêhm dikin ku heta jin azad nebe, cîhan azad nabe. Ji bo fikir, îdeolojî bi taybetî jî yên li aliyê çepgiriyê dibêjim. Naxwe meylên rastgiriyê ji xwe li dijî rastiya jinan ne. Ji ber ku fikrê wan nêzî azadiya jinan nîne, ji ber ku aqlê mêr ê serwer e, nepêkane ku ew çareseriyê ji pirsgirêkên cîhanê re peyda bikin. Partiyên rastgir, desthilatdariyên rastgir tu carî ji pirsgirêkên cîhanê re nikarin çareseriyê bibînin. Di bin bandora serweriya mêr de ne. Heta ku mejiyê ji serweriya mêr neyê terikandin, nikarin ji pirsgirêkên mirovan re çareseriyê peyda bikin. Ji vî alî ve tevgera me têkoşîneke girîng dimeşîne. Rêberê me bi rastî jî hewldanên gelekî girîng da. Divê her kes xeta azadiyê ya jinan ya Rêber Apo fêhm bike. Bêyî ku bikeve nava kompleksekê divê her kes xeta azadiyê ya jinan, rizgariya jinan ku ji aliyê Rêbertî ve hatiye destnîşankirin, fêhm bike. Dema ku Rêbertî hate fêhmkirin, wê têkoşîna azadiya jinan li tevahiya cîhanê pêşketinên mezin biafirîne. Bi vê wesîleyê di wê baweriyê de me ku sala 2023’yan wê bibe saleke girîng a têkoşînê, sala têkoşînê ya jinan. Ji xwe li Ewropayê konferansa jinan hebû. Bi rastî jî girîng bû. Hewldana tevgera jinan ya li cîhanê ji bo fêhmkirina xeta rêbertî, xeta rêbertî ya têkildarî jinan ku li wir hate destnîşankirin, gelekî girîng bû. Li cîhanê jî niha bi pêş dikeve. Li cîhanê gelek rêxistinên jinan didin ser şopa fikrên Rêbertî. Em di wê baweriyê de ne ku fikrên Rêber Apo her ku ji aliyê îdeolojîk, teorîk ve bi pêş ket, wê têkoşîna pratîkî jî hîn bi bandor bibe. Tu hêz wê nikaribe pêşî li xeta azadiyê ya jinan bigire, wê nikaribe pêşî li têkoşîna azadiyê ya jinan bigire.

Wê erdhej bandoreke giran li paşeroja mirovan bike

Erdhej bi rastî jî bû sedema êşên gelekî giran. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi deh hezaran mirov dibe ku di binê xirbeyan de bin. Bi kepçeyan, dozeran dibin tevî kavilan diavêjin. Rewşeke bi vî rengî heye. Rewşeke pir cidî ye.

Ji ber vê yekê careke din hêvî dikim ku rehma xwedê li qurbaniyan be, sersaxiyê ji malbatên wan, ji gelên me re dixwazim Şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazim.

Rewşeke gelekî trajîk e. Ev ne erdhejeke ji rêzê ye. Gelekî şaş e ku ev erdhej weke erdhejeke ji rêzê bê nirxandin. Divê sedema mirina ewqas mirovan bi berfirehî bê diyarkirin. Divê were fêhmkirin. Her wiha divê êş û trajedî jî bi xurtî bê nîşandan. Dikare bibe mijar ji dehan roman û sînemayê re. Ev ne erdhejeke ji rêzê ye. Ne erdheja 39’an a Erzînganê ye, ne ya Marmarayê ye, ne jî erdhejeke din e. Mîna tu erdhejeke li cîhanê nîne; bi sed hezaran mirov ji ber rêveberiyeke bêberpirsyarî di binê kavilan de man. Jiyana xwe ji dest dan. Aşkere ye. Tiştekî nehatiye dîtin e. Tu tedbîr tune ye. Dibêje, ‘Tirkiye welatê min e’. Dibêje ‘bi vî rengî me, bi wî rengî me’.

Li Şîlî, Meksîkayê berê erdhej çêbûn. Tedbîr standibûn. Niha jî erdhej çêdibin li Şîlî, Meksîkayê. Hejmareke gelekî kêm mirov dimirin. Lewma ev erdheja ku bû sedema mirina ewqas mirovan û hilweşandinê, bêguman divê bê lêkolîn û encamên berfireh jê bêne wergirtin. Wê bandorê li rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê bike. Wê bandorê li jiyana civakî bike. Wê bandorê li tevahiya jiyanê bike. Bandorê li çandê bike. Ji vê girantir êş nîne. Bûyerên giran û mezin ên di dîrokê de nasname û kesayetiya gelan û civakan diyar dikin. Têkoşînên mezin diyar dikin. Êşên mezin diyar dikin. Civak bi wî rengî ava dibin, çand bi wî rengî diafirin. Pêşgotin bi wî rengî çêdibin. Lewma ev erdhej ji rêzê nîne. Kes nikare bibêje bû, qewimî û qediya. Encamên xwe gelekî girîng bû. Gelekî giran e. Divê mirov hîs bike, ji bo mirovên li wê derê kes hîs bike. Yên hîs neke nikare bibe mirov. Êşên çawa hatin kişandin? Di binê kavilan de bi dehan hezar mirov çawa bi êşkişandinê mirin? Yên mayî di sermayê de çi bi serê wan hat? Lewma divê ev erdhej bi vî rengî bê nirxandin û fêhmkirin. Rastiyeke ku divê mirov hîn bêhtir li ser bisekine.

Bêyî ku li ber xwe bikevin karên alîkariyê asteng kirin

Çima (desthilatdarî) ewqasî êrîş kir? Bi rastî jî piştî rojekê bi hêrseke gelekî mezin êrîş kirin. Ji ber ku encamên gelekî giran bi xwe re anî. Saziyên ku jê re dewlet, hikumet an jî saziyên afetê tê gotin, hemû hilweşiyan. Sûcên wan hatin dîtin. Hate dîtin ku bûne sedema çi. Dîtin ku ji ber wan encameke ewqasî giran a erdhejê çêbû. Civakê jî dît, gel jî dît, cîhanê jî dît. Ji bo nixumandina vê yekê êrîş kirin. Ji bo rastiya polîtîkaya xwe binixumînin êrîşî her kesî kirin, sixêf kirin. Ji ber vê yekê kirin. Mirovan roja destpêkê çi digotin? Dewlet li vir nîne, kes nayê. Sixêf kirin. Yekser bi hêrs bûn. Piştre gotin, em di dema xwe de nehati, çend rojan dereng hatin. Çend rojên çi? Belê, piştî 3-4 rojan çûn. AFAD piştî 3-4 rojan çû. Çawa çû, ew jî ne çûyîn bû. Bi hezaran enqaz hene, tenê çûne ser 3-4 heban. Neçûne gundan jî. Li bajarekî çûn ser tenê 10 avahiyan. Gelo ev çûyîn e? Ya rast neçûn. Çûyîna wan a piştî 3-4 rojan jî kêm e. Ev yek aşkere ye. Ya çû, civak bû. Rêxistinên civakî yên sivîl bûn. Ji Kurdistanê HDP çû, civaka rêxistinbûyî çû, endezyar çûn, jin çûn, ciwan çûn. Ji rojavayê Tirkiyeyê jî ciwan, dilxwaz çûn. Bêyî ku li ber xwe bikevin karên alîkariyê asteng kirin. Eger ev gel neçûya, ciwan, jin, dilxwaz, şaredariyên mezin ên ji Tirkiyeyê neçûya, karesat wê bêhtir mezin bibûya. Wê neçar bimana ku mirina bi sed hezaran kesî qebûl bikin. Min berê jî got. Eger ne ji piştevaniya civakê bûya, wê ev gel ev hikumet biqewirandibûya. Wê biçûya. Ji vê rewşê vî gelî rizgar kir, di roja destpêkê de çûn. Gel hem alîkarî da ji bo mexdûran ji binê enqazê derxînin, hem ji sermayê parastin hem jî ji birçîbûnê parastin. Rojên destpêkê gel rizgar kir.

Erdoganê bê şerm êdî nizane bê çi dibêje

Herî zêde êrîşî wan kirin û sixêf kirin. Rabûna li ber dewletê, cînayet… Şert û merc guncav bûya dibe ku hemû bigirta. Ji xwe li hin deran êrîş kirin, lê dan, îşkence kirin. Yanî ne tenê meseleya derengmayina ji bo çend rojan e. Hîn jî ji mirovan re dibêjin, 20 roj di ser re derbas bûne, dibêjin, ’em kon dibin, konteynir dibin, nan dibin, xwarinê dibin’. Bêyî ku li ber xwe bikevin.

Qala helalbûyînê dike. Helalbûyîna çi, mirov bi vî rengî li hev helal dike? Te sûc kiriye tuyê cezayê wê bikişîne. Dibêje em li hev helal bikin, ez li ser desthilatdariyê bimînim. Mîna ku di navbera civak û şexsan de bûyerek qewimî ye, kesek miriye yan jî birîndar bûye, yan jî tiştekî şaş kiriye, xeta kiriye, qala lihevhelalkirinê dike. Te nifûsa ji 13 milyon kesî hilweşand. Nifûsa hin dewletan 13 milyon mirov e. Te civak bi vî rengî têk bir.

Ev zilamê li ber xwe nakeve, çi dibêje? ‘Em nikarin yên mirî vegerînin, mirî ji xwe mirî ye’. Hela bala xwe bidin vî kesê ji xwe fedî nake! Wateya gotina yê miriye mirî ye, çi ye? Yên ku ji aliyê desthilatdariya te ve hatin kuştin yek, du kes nîne, bi sed hezaran kes hatin kuştin. Ma ew gotine ku bê gotin?

Yên bûne sedema mirina mirovan wê çi bi wan bê kirin? Ev negot e, li ber xwe nakeve. Em nikarin yên mirî bînin… Ji xwe nikare bê anîn. Ji ber polîtîkaya te bi sed hezaran mirov mirin, bêguman em nikarin vegerînin. Lê belê tu nikare bê û bi vî rengî bibêje; em nikarin yên mirî vegerînin, divê em êdî li pêşiya xwe binihêrin. Li ber xwe nakeve. Mirov ewqasî bêfedî dibe? Tu bû sedema vê yekê.

Wî demekê digot, me xiyanet li Stenbolê kir. Çi ye? Avahiyên ewqasî bilind hemû di dema te de hatin çêkirin. Ji vî alî ve jî li ber xwe nakeve. Êdî guhdarîkirina li vî kesî jî nabe. Nizane bê çi dibêje, nizane bê kîjan gotina wî bi ku ve diçe. Ma ew gotin e ku bê gotin; em nikarin ên mirine vegerînin. Yê mirî ji xwe mirî ye. Hela bala xwe bidin wî, mîna ku kesek tenê miriye. Li nava civakê dema kesek dimire mirov diçin sersaxiyê. Çi tê gotin? Êdî bi yê mirî re mirov namire. Gelekî pê diêşin, lewma bi wî rengî tê gotin. Ji bo ber dilê mirovan xweş bikin. Gelo ev gotine ku di vir de bê gotin? Bi wateya gotinê nizane. Dibêje li hev helal bike. Yên ku bi vî rengî diaxivin bi rastî jî divê mirov tuf li rûyê wan bike. Lihevhelalkirina çi? Bi yê mirî re mirov namire. Bi sed hezaran mirov mirine. Bi milyonan mirov, bi sed hezaran mirov koçberî deverên cuda bûne. Lewma divê hesabê bi vê erdhejê re rû dane bê pirsîn. Radibe dibêje em ê filan tiştî bikin, em ê nizanim çi bikin. Ji xwe ji niha û pê ve kî li Tirkiyeyê li ser desthilatdariyê be wê dersê ji vê erdhejê werbigire û bike. Avahî dikare mîna berê bêne avakirin? Kî wê bi te bide çêkirin? Wê nede çêkirin, ji xwe bi kesî nade çêkirin; wê hesab bipirsin. Gel wê ji niha û pê ve bişopîne. Kî dibe bila bibe. Bi çi rengî avahî têne çêkirin. Qewîn çêdikin yan na? Hesinên wê çawa bên bicihkirin? Ji niha û pê ve wê van bişopînin.

Ji niha û pê ve odeya endezyaran jî wê bişopîne, odeya mîmaran jî wê bişopîne. Pisporên erdhejê jî wê bişopînin. Civak jî ji xwe divê bişopîne. Divê rêxistinên civakî destûrê nedin çêkirina avahiyên bi vî rengî ku dibin gora mirovan. Ji xwe wê destûrê nedin. Dibêje ‘ez ê filan tiştî bikim’, tu destpêkê biçe hesab bide. Bi rastî jî her ku Erdogan diaxive piştî mirina ewqas mirovî mirov gelekî bi hêrs dibe.

Dewam dike…

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar