Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Erdheja dil û mejî

Gelo we qet navê tekonoliya HARP’ê bihîstiye? Bi teknolojiya HARP’ê bi hertiştî dikarin bilîzin. Bi vî şêwazî zêhna mirovan, aqlê mirovan, dilê mirovan bi fremans, enerjî û gelek tiştên din dikarin kontrol bikin. Erdhej, lêhî, şewat, vîrus û gelek tiştên din yên em weke karasatên xwezayî dibînin di rastiya xwe de bi vê tekonolojiyê dikarin bidin pêkanîn û didin pêkanîn jî. Beriya niha salekê û niha em ceribandinên ku li ser me dayîn pêkanîn di asteke herî jor de dibînin. Bi zanistên şaş jî mirovahiyê didin xapandin. Girêdayî vê bi sedan pirtûk û belge hatin şewitandin, hatin guherandin û hatin veşartin. Belgeyên Nicola Tesla ku carekê ceribandinekê dike û dibîne ku bi ceribandina dike dikare herêma ku lê dimîne bide lerizandin û bibe sedemê erdhejê bi dehan car li ser me dan ceribandin. Ev ceribandina xwe ya wêdemê Nîcola Tesla kirî veşartî hişt lê mirovên serdest niha vê xebata wî û ceribandinên wî yên erênî û nerênî bandorê bide çêkirin ji xwe re didin şixulandin. Di dil û mejiyê me de erdhej dane destpêkirin. Di şêwazê me yê jiyanê de, di civakê de, di dîn de, di malbatê de, di perwerdê de… bi van em bi xwe ve dane girêdan û me jî xwe mecborê wan dît. Me dest ji rastiya xwe berda û em pey wan ketin. Me dest ji jiyana xwe berda û em pey jiyana wan ketin. Me dest ji zanîna xwe ya heqîqî berda û em pey zanista wan ya me tune kir ketin. Me dest ji civakbûna xwe ya manewî berda û em pey civaka wan ya madî ketin. Me dest ji xwedabûna xwe berda û em pey xwedayên wan ketin. Wê karasetên ne xwezayî herku biçe pitir werin serê me û emê bi vî şêwazî nekarin li xwe vegerin. Li gorî em dizanin heskirin dide jiyan kirin lê bi heskirina ku wan dayî me em hev tune dikin. Em qêrînan li bavekê û dayîkekê didin kirin. Em laşên qerisî yên zarokan di binê betonên hezar tonî de didin hiştin. Ji ber mirina zêde mirovan weke tu dendikê şînatiyan biçînî têxin bin erdê de.

Bibin yek dil û yek mejî mirovên ku em dihilbijêrin ku me bibarêzin kî em nizanin kê li beramberî kê diparêzin, mafê kê li beramberî kê dixwazin, vîna kê li beramberî kê tê dayîn… ji bo em ne aydê xwe ne, ne bi xwe ne em wana dikin xweda û hertiştê xwe ji wan hêvî dikin. Mafên me yên xwezayî bi vana têne tunekirin. Em yekin lê yên cudabûnan didin çêkirin evin. Siyaseta wan, hêza wan, îktîdara wan, serdestiya wan, zilma wan, parlementoyên wan, meclîsên wan, perwerda wan, leşkerên wan…

Dema em temaşeyî derdora xwe dikin li her deverê bê duzeniyekî mezin heye; mirov di nava westandinek ruh û fîzîkî dene. Di cîhanê de em şer, talankirina xwezayê, wêraniya siyasî û civakî, kirîzên aborî, nifusa zêde kirina mijara xwe û mirov bi rêya vîrûs, erdhej, lêhî, şewatê kuştin û ev weke rewşek normal dana nîşandan û h.w.d dibînin. Herku dixwazin çareseriyê ji vana re destnîşan bikin jî lê dîsan jî pirsgirêk hîn mestir dibe. Mirov bi xwe re jî pirsgirêkên cuda jiyan dike û ev pirsgirêkek serekî ye. Ne tenê pirsgirêkên ji derve pirsgirêkên hindirîn yên weke, tenêtî, bêhêvîtî, bêheskirinî, hesudî, bê hêrs, kîndar… zêhna di nava gengeşeyê de jiyan dike. Mirov li ber sekeratêne û tiştekê jî nizanin.

Gelo em çima xwe weke ji derve, hindirîn û exretî cuda dihesibînin? Me çima gerdûna xwe li van parçeyan belavkiriye? Gelo em çima li hindirê xwe temaşe dikin, dibe sedem ji kiriz, şer, kuştin, talan, aborî û dehşeta ji derve de be ku em nikarin çareser bikin lê dizivirin? Bi vê re jî xwe bêçare dibînin û hîs dikin. Lê dema em li hindirê xwe dizivirin û hesudî, nefret, acizî, tenêtî, bê heskirina xwe dibînin û ev jî ji me re nayê çareser kirin û bi axretê ve gire didin. Dema em di hindirê xwe û ji derve de nekarin rewşa heyî çareser bikin berê xwe didin xweda. Xwe bi wê teselî dikin, wê ew çareseriyê ji me re bîne. Tirs, bendewarî, bêrîkirinên xwe û qirêjiya ji derve de jî em dihêlin ku ew çareseriyekê bixitê. Yê cihana hindirîn û ji derve de dide avakirin jî em bi xwe ne. Yê ku ev civak û ev dewlet dayîn avakirin jî em bi xwe ne, tu hêzên ji derve de nehatîne bi zorê li me nedane avakirin, me qebul kiriye ku ew li ser lingan dimînin. Em cîhanin û cîhan jî em bi xwe ne. Cîhan civaka ku em têde jiyan dikine; çand, exlaq, wekhevî, edalet, kriz, şer û berevajî vê giştî jî em bi xwe ne. Civaka ku me dayî avakirin û me dagir dike em bi xwe ne, şerê ku me dayî destpêkirin û me dikuje em bi xwe ne, exlaqê ku me dayî avakirin û me teşhîr dike em bi xwe ne, dadgeha ku me dayî avakirin û me didarezandinê re derbaz dike em bi xwe ne. Rewşenbîrên me, siyasetmegerên me, parlementoyên me, dadgehên  me, ekolojîstên me, exlaqê me, leşkerên me hemû dixwazin pirsgirêkên heyî çareser bikin. Ji ber daxwazên; perwerda şaş, feteh kirin, çûna ser Marsê, desthilatdarî, pere û gelek tiştên weke vana em tune dibin.

Ger em rastiya xwe ya gerdûnî bibînin û xwe parçeyek ji hertiştî bibînin wê tevgerên me, derdora me û cihana me jî were guhertin. Ji ber ku zêhna me û cîhanê bi hev ve girêdayi ye, dilê me û cîhanê jî wisa. Ya ku bê duzenî û kaosê dide avakirin zêhna me ye. Nexweşiyên mejiyê me nexweşiyên cîhanî dide avakirin. Her guhertina ku em di xwe de bidin runişkandin wê di cîhanê de jî wisa pêkwere. Ger heryek ji me di ferqa vê debe û me berpirsyartiya xwe zanî û siyasetmedarên me, leşkerên me, dadgerên me, burukratên me, xwedî pîşe û karkerên me ev ya zanî wê hertişt were guhertin û em divê bi vî hest û hîsî jiyan bikin. Ev karê me mirovên dindare, ne dîndartiya me bi aqlê xwe dayî avakirin û em niha qira hev tînin li ser navê dînan. Aqlê me li ser tevahiya bedena me desthilatdariya xwe dide avakirin û me dide belavkirin. Ger di nava jin û mêrekê de cudabûn hebe wê bi xwe re pevçûnê jî bîne. Di nava Turkiye, Îran, Rusya, Amarîka da cudabûn hebe wê pevçûn jî hebe. Vîna me li dijî vîna heve, vîna me li dijî parçeyek yê meye û wisa dewam dike. Heta em vê rastiyê nebînin û li xwe nevegerin wê hertim şivê wan ser serê me be û emê hertim bi gotina wan, daxwazên wan, projeyên wan hev tune bikin û werin tune kirin. Xwe weke keriyê di devê gor de nebînin ku şivan wê xwedî li we derkeve. Pêwîstiya we bi wan şivanan tune, xwe malbata xwe, civaka xwe bi xwe bidin çêkirin û avakirin.

Nûçeyên Têkildar