Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Erdhêja mezin li Kurdistanê jiyan tevizand

Di şeva ku 5 ê sibatê bi 6 ê sibatê ve girêdida, saet di 04:17 deqîqeyên destê sibê de erhejeke bi pîleya 7.7 û heman rojê saet di 13:30 ê nava rojê de bi pileya 7.6 erdhêja duyemîn pêk hat. Van erdhêjan li deh welatan, li deh bajarên bakurê Kurdistanê û li rojavayê Kurdistanê bandor kirin û di encamê de bi dehezaran mirov di binê avahiyên hilweşiyayî de jiyana xwe ji dest dan.

Di kêliyên destpêka Erdhêjê de bi Hewldana sazî û rêxistinên sivil ên bajarê Amedê Koma Krîzê hat avakirin. Di binê banê vê Koma Krizê de Komên karbeşiyê yên din hatin avakirin, bi awayekî plansazî û rêxistinbûyî  dest bi xebatên rizgarkirin û pêşwazîkirina pêdiviyên mexdûrên Erdhêjê hate kirin.

Li bajarên wekî Mereş, Meletî, Edene, Kilîs, Osmaniye, Dîlok, Riha û Semsûrê Ji ber ku bandora Erdhêjê zêde bû, derfetên avakirina Komên Krîzê pêkan nebû.

Ne rayedarên dewletê, ne jî peywirdarên “AFAD” ê ya ku wekî Saziya rizgarkirinê xebatê dimeşîne, hîn jî negihîştine gellek Navçe, Bajarok û gundên Van bajaran. Ji ber wê jî tespîta avahiyên ku hilweşiyane nehatiye kirin û hêjmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne hîn jî bi zelalî nayê zanîn.

3 roj piştî erhêjê serokkomar Erdogan derket û got “ji vê kêliyê û şûnve 120 hezar peywirdarên rizgarkirinê dest bi xebatan kirine”

Piştî şeş rojan, di roja şeşemîn a erdhejê de jî Wezîrê Karê Hundir S.Soylu derket pêşberî kamerayan û got ” me 60 hezar polîs û 50 hezar esker tev li xebatên erdhejê kirine” piştî ku hêjmara kesên di erdhêjê de jiyana xwe jidest dane ji 20 hezarî derbas bû,  S.Soylu ev daxuyanî da.

Jixwe piştî vê dema ku daxuyanî hat dayin hêviya jiyanê ya di binê xirbeyan avahiyên hilweşiyayî de jî nemaye.

Bi zelalî xuyaye ku ev hêz û hêjmara ku ji aliyê reyedarên dewletê ve tê dayin, têra rizgarkirina mirovên di binê avahiyên hilweşiyayî nake û pêdivî bi sedhezaran peywirdar an jî kesên ku karibin van xebatên rizgarkirinê bikin û  bimeşînin heye.

Me di erdhejên ku li welatên din ên cîhanê pêk hatin de dît ku, di van karesatên erdhejê de rayedarên wan welatan, di serî de artêş û esker hemû derfetên dewletê ji bo rizgarkirin û pêşwazîkirina pêdiviyên jiyanê yên mexdûrên erdhejê seferber kirin.

Jixwe rayedarên dewletê her roj nabêjin “hebûna artêşê û hêzên ewlehiyê ji bo parastin û Ewlehiya gel û civakê ye”

Gelo çima serokkomar Erdogan ê ku her roj milyonekê hêjmara artêşê tîne ziman û pesnê wê  dide, esker nexist nava liv û tevgerê û seferber nekir?

Çima ew derfetên ku di destê artêşê de ne û “li gorî gotinên wan” dikare di carekê de ji bo dehezaran Kesan pirsgirêka xwarinê çareser bike  nexist meriyetê û bi rojan e mexdûrên Erdhêjê tî û birçî tên hîştin?

Çima ew ‘SÎHA û ÎHA” yên ku her roj dibêjin xwediyê teknîk û teknolojiya herî pêşketî ne, wê teknîkê ji bo tespîta hêjmara avahiyên  hilweşiyayî û wendayiyên erdhêjê bikar neanîn?

Çima bi sedan balafirên kargoyê yên ku her roj bi tonan çekan vediguhêzin qadên şer ji bo veguhestina pêdiviyên jiyanê nekirin xizmeta mexdûrên erdhêjê?

Çima destûr nedan karkerên kanên madenê ku di derbarê xebata binê erdê û kavilan de xwediyê azmûn û tecrûbe ne demek zûtir tev li xebatên rizgarkirinê bibin?

Vê nêzîkatiya dewletê ya xemsar nîşan dide ku, di şûna rayedarên dewletê bi bername û plansazî pirsgirêkan  çareser bikin, xebatên rizgarkirinê astêng dikin û dixitimînin.

Bi îlankirina rewşa awarte ya 10 bajaran di serî de HDP, xebat, xizmet û hewldanên alîkariyê yên gel, sazî û rêxistinên sivîl tên astengkirin.

Pêşiya “Kamyon û TIR” ên alîkariyê ji aliyê hezên qaşo ewlehiyê yên dewletê vê tê birîn, li şûna nivîsên li ser navê sazî û rêxistinên civakî nivîsên “AFAD” tên nivîsandin.

Heta niha li têketina gelek bajarên ku karesata erdhêjê lê qewimiye alîkariyên tên şandin yan tên astengkirin, an tên desteserkirin, an jî  li depoyên Afadê tên valakirin.

Şeva 11 ê sibatê 2 TIR ên alîkariyê ku ji aliyê rêxistinên bajar û navçeyên Mêrdînê ve ji bo mexdûrên erdhêjê hatibûn şandin, ji aliyê walîtiya Amedê ve hatin desteserkirin û xwestin ku ev alîkarî li dapoya Afadê ya li qada fuarê ya Amedê bên valakirin, bi hewldanên parêzerên baroya Amedê pêşî li desteserkirina 2 TIR ên alîkariyê hate girtin.

Ev astengkirin û desteserkirinên alîkariyan li hemû bajarên ku erdhêj pêk hatiyê her roj diqewimin.

Li hemberî vê helwest û nêzîkatiya rayedarên dewletê ya xemsar û bêfikar, pêwistî bi hewldaneke xurt û helwesta biryardar a gel, sazî û rêxistinên sivîl û civakî ya hevpar heye.

Em bawerin dê gelê me yê dildar, dilsoz, dilxwaz û xêrxwaz, ji bo Jiyan û jiyandinê bi awayekî rêxistinbûyî, bi yek dilî li hev xwedî derkeve, birînên xwe, bipêçe û bikewîne.

Em ji tevahiya gelê me yê ku bi êşên mezin ên erdhêjê re rû bi rû ye re hêz, sebir û sersaxiyê dixwazin.

Em ê bi yekîtî, hevgirtin, piştgirî û piştevaniyê, bi hest û helwesta parastina jiyanê êşên hev derman bikin, van  rojên reş  derbas bikin û hêviya rojên aram û azad xurt, xweş û geş bikin.

Nûçeyên Têkildar