Di erdheja 6’ê sibatê ya Mereşê de dewlet têk çû. Bi piştevaniya gel, gel li ser piya ma. Niha birîn bi Partiya Çepên Kesk tê pêçandin. Li Bazarcixa piştvaniyeke mezin a gel derket pêş Partiya Çepên Kesk buroya hilbijartinê vekir.
Gelek erdhejzede tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn û piştevaniya xwe ya ji bo Partiya Çepên Kesk aşkere kirin. Ji namzetên parlamenteriyê yên Mereşê Ayşegul Demiroglu û Huseyin Eroglu her wiha parlamenterên HDP’ê Fatma Kurtulan û Zeynel Ozen tevlî vekirinê bûn.
‘Sedema karesatê AKP-MHP ye’
Di vekirinê de govend hat gerandin. Namzet hatin nasandin. Fatma Kurtulan piştre axivî û got sedema karesatê AKP-MHP ye. Fatma diyar kir ku ew ê ev gel di hilbijartinê de bersivê bide îktidarê.
‘Azadî û demokrasiye Partiya Çepên Kesk ava dike’
Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayşegul Demiroglu bang kir ku herkes li sindoqan xwedî derkevin û got azadî û demokrasiyê Çepên Kesk ava dike, em ê bidin guhertin.
Erdhejzedeyan buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk vekirin
Piştre qurdeleya buroya îrtibatê hat jêkirin. Jinên erhejzede û namzeta parlamenteriyê ya Mereşê Ayşegul Demiroglu bi dirûşma “Jin jiyana azadî” qurdele jê kirin.