Di 6’ê Sibata 2023’yan de navenda wê Mereş erdhej pêk hat û bandor li ser 11 bajaran kir. Di erdhejê de li gorî daneyên fermî 50 hezar û 783 kesî jiyana xwe ji dets dane. Yek ji bajarê ku xesarek mezin dît Meletî bû. Li gorî daneyên fermî li Meletiyê hezar û 237 kesî jiyana xwe ji dest dane, 6 hezar û 44 kes birîndar bûye. Her wiha bi hezaran avahî hilweşiyan û 35 hezar û 891 avahiyê jî xesara giran dîtine. Li gorî daneyên fermî hejmara avahiyên hilweşandî, lezgîn divê hilweşin û bi xesar 45 hezar û 668 e.
Tê texmînkirin hejmara avahiyên bi xesar ji daneyên feremî zêdetir in. Hat hînbûn ku avahiyên di erdheja 24’ê Çileyê 2020’î a Xarpêtê de bi mezinahiya 6.8 pêk hat û bandor li Meletî û gelek bajarên din kir, zirar dîtine nehatine çêkirin. Ji bo gelek avahiyan kêm xesar hat dayîn û tadilat nehat kirin. Di erdheja 6’ê Sibatê de piranî ji van avahiyan hilweşiyan û hinekan jî xesarek giran dît.
Piştî erdheja Xarpêtê ji bo avahiya Halis Yedî Daghan a 4 qat ku li taxa Haci Abdî ya navçeya Batalgazî ya Meletiyê bû xesara navîn dabûn. Avahî piştî erdhejê ne di rewşeke ku mirov tê de dimîne û hîna nehatiye hilweşîn. Hinek şêniyên avahiyê bi piştgiriya kirê ya 5 hezar TL di kirê de hinek jî di konteyniran de dijîn. Hinek jî li gund bi cih bûn.