Her carê ku li ser siyaseta dewleta tirk a navbera 7’ê hezîranê û 1’ê mijdarê nivîsî me, min Erdogan dananî ye navendê. Ew ji bo sîstemê haletekî baş bû û wî bi hêsanî bikaranîn. Sûcên wî yên mezin hebû. Dizî û gendelî kiribû. Bi çeteyên selefîst re karên gelek xirab dikir. Ev zaafên wî bûn. Dema 7’ê Hezîranê hukum winda kir ji van zaafên wî îstîfade kirin û wî girtin bin bandora xwe.
Di vê heyamê de ji bo ku kurd nikaribin di sîstemê de rola mifteyê bilîzîn, bi qasî MHP, CHP jî piştgiriya Erdoganê kir. Her wiha piştgirên ‘nêhînî’ yên wekî Ergenekoniyan jî hebûn. Lê hesabekî din jî dikirin. Ew ê karên xwe yên qirêj bi Erdogan bidana kirin û bi rêya wî sîstemê ji nû ve sazbikirana. Her wisa jî kirin.
Tiştên Erdogan kir hewcê nake em dûr û dirêj binivîsînin. Yên bi qaşo muxalîfên wî jî kirin, hemû tên zanîn. Piştgiriya êrîşên ser bi HDP’ê kirin. Bi hemû hêzên xwe ve li çar beşên Kurdistanê piştgiriya şerê dijî kurda kirin û ji Erdogan zêdetir nijadperestî kirin. Gelek car jî bi Erdogan re derketin ser dikê û qaşo ji bo parastina dewletê mil dan milê Erdogan.
Divê em qebûl bikin. Ji Erdogan îstîfade kirin lê Erdogan jî ji meseleyê hayîdar bû. Dema dest bi kar bû, dizani bû ku ew ê rojekî serê wî bixwin. Ji ber wê jî xwe sîgorta kir. Di polîs û artêş û îstîxbaratê de bingeha xwe qayîm kir. Hêzên taybet ên wekî SADAT’ê çêkir. Piraniya burokrasî û kontrola sîstema darizandinê jî girt bin kontrola xwe.
Rewşa niha wê dide xuyakirin ku yên piştgiriya Erdogan kirin, niha nikarin wî bi hêsanî ji ser kar bibin. Ji bo wan du rê maye. Ya ew ê darbeyek li Erdogan bikin. Yan jî ew ê bi Erdogan re lihev bikin.
Darbe zor e. Edî ew hêza Erdogan heye û dikare xwe biparêze. Ji ber wê jî li pey lihevkirinê digerin.
Temel Karamollaoglu ev çend roj e li ser hev peyamên germ dişîne Erdogan. Derdê Meral Akşener, Devlet Bahçelî ye. Eger bikaribe pêşî li wî bigre, lihevkirina bi Erdogan re çi pirsgirêkên wê namîne. Gelek MHP’yi jî amade ne bi Meral Akşener re bimeşin. Dibe ku di demeke kurt de bi rengekî Devlet Bahçelî ‘ekarte’ bikin. Mustafa Sarigul û Muharrem Înce ji CHP’ê veqetiyan. Neteweperestên CHP’ê bi dizî Erdogan re hevdîtînan pêk tînin. Kemal Kiliçdaroglu jî dikare bi Erdogan re lihev were. Ji ber ku bandora kurdan wî ditirsîne, nêzî kurdan jî nabe. Tenê yek rê li ber wî dimîne ew jî lihevkirina bi Erdogan re ye.
Kin û kurt, nikarin zora Erdogan bibin. Ji bo wê yekê jî ketine pey lihevkirinan. Meseleya reform jî ev in. Di eslê xwe de ew ê reform nekin. Tenê, ew ê bi hin pariyan rê li ber sîstema xwe vekin lê ew ê rê nedin ku kurd careke din bikaribin bibin hêzên guherînê.
Belê, wisa difikirin encax her tişt ev qas hêsan nîne. Di nava her hêzên wan de nakokî hene. Mexduriyetên mezin pêk hatine. Siyaseta wan a derve têkçûye. Rewşa aborî heta bi heta xirab e. Ya herî girîng jî, zora kurdan nebirin. HDP têk neçû. PKK neqediya. Her wisa kurd, êdî li Rojhilata Navîn yek ji wan hêzên esasî ne. Eger reformên herî biçûk jî werin rojevê, ew ê kurd hemû destkeftiyên ku bi dara zorê ji wan hatine girtin dikarin di demek kurt de careke din bi destxin. Ev jî wan ditirsîne. Nakokiya wan a herî mezin ev e û ji tirsan nikarin nêzî kurdan bibin.
Belê rast e. Refleksa dewletparastinê ya nijadperestên tirkan xurt e. Bi vê nêrînê ew dikarin bi hev bikin û sîstema nû jî bi faşîzmeke mayînde ji nûve saz bikin. Lê ji bo vê jî ew mecbûr in vegerin hevûdu. Ji ber ku nikarin bi Erdogan, ew ê nakokiyên wan jî mezin bibe. Bi gotineke din ew ê serê hev bixwin.
Her çi qas ji bilî kurdan hêzên demokrat û çepgirên Tirkiyeyê hinde xurt nebin jî diyar e wezîfeya mezin dikeve milê wan.
Kurd amade ne. Destên xwe yên dostaniyê dirêjî hemû dilxwazên demokrasî û azadiyê kirine. Divê ew aliyên ku em behsa wan dikin, vê destê hanê vala nehêlin.
Dewlet heta niha gelê kurd û aliyên ku bi kurdan re dostanî dikin, girt hedefa xwe. Ji niha şûnde ji bo nakokiyan ji holê rakin, ew ê hedef berfireh bikin. Di rewşek wisa de kurd winda nakin. Di sala 1923’a de jî wisa bû. Kurd şikestinek xwarin lê têk neçûn. Niha jî şikestina wan heye, lê têk neçûne. Dikarin careke din rabin ser pêyan.
Di vir de rola mezin dikeve milên demokrat û aştîxwazan. Di kîjan partiyê de dibin bila bibin, divê destên ku kurd dirêjî wan kiriye, vala nehêlin. Mafê xwerêvebirina kurdan jî tê de, ji bo demokrasiyek mayînde û xurt, cepheyek nû çêkin û bawerî bidin hemû aliyên Tirkiye û bakurê Kurdistanê.
Ev neyê kirin, dê zirara mezin tenê kurd nebînin.