Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Erdogan çi bi çeteyên xwe bike?

Êdî diyar e. Erdogan li Suriyê dixwaze xeteka nû veke. Ev çend sal in bi rêya rêxistinên sîxûrî hevdîtînên nêhînî dikirin. Wezîrên şer ya her du aliyan di 28’ê qanûna sala çûyî de bi fermî hatin ba hev. Piştî aloziya li Suriyê destpê kiriye, ev cara yekem e ku her du dewlet bi awayeke aşkere û fermî têne ba hev. Ew ê hevdîtîn bidomin. Erdogan dixwaze beriya hilbijartinan bi Esad re jî hevdîtinek bike. Rusya zext daniye ser Esad. Mumkun e ku ev jî pêk were.

Sedemên van hevdîtînian aşkere ye. Erdogan di şerê li dijî kurda de tena serê xwe bi serneket. Ji DAIŞ’ê heta Nusra û OSO’yê çete jî kêrî wî nehatin. Şervanên Rojavayê Kurdistanê, yeko yeko ji heqê çeteyan derketin. Erdogan bi piştgiriya Rusya û DYA’yê dagirkirinên rasterast da destpêkirin. Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Ev jî dawî li desthilatdariya xweser ya Rojavayê Kurdistanê neanî. Xwest axên dagirkirî firehtir bike. Êrîşan mezin kir. Bi sedan kes bi gule û top û SÎHA’yan şehîd xist. Lê çi kir serî derneket. Kurd berxwe dan, li ber dagirker û destbirakên wan serî netewandin. Erdogan piştî vê têkçûnê ev car xwe avêt ber deriyên Şamê. Ev gera wî hê jî didome.

Di warê dijminatiya kurda de Esad jî ji Erdogan kêmtir nîne. Dema ew û Erdogan dijminê hevbûn jî pêşî li dagirkeriya dewleta tirk vedikir. Ew nedikarî bu kurda lawaz bike. Lê her bi çi cûreyî bibana lawazbûna kurda di berjewendiyê xwe de didît.

Heke em bi vê rastiyê binirxînin, em dikarin bêjin ku hevdîtîna her du dewletên kolonyalîst gelek xwezayî ye. Xwestin bi tena serê xwe desthilatdarbin. Tiştên nemayî kirin. Ji ber siyaseta wan ên qirêj sedhezaran însan jiyana xwe ji dest dan. Herî kêm 2 milyon û nîv kesan brîndar û seqet bûn. Nêzî 15 milyon însan ji mal û milkên xwe, ji cîh û warên xwe dûrketin, koçber bûn. Niha, ev her du aliyên qatil careke din têne ba hev. Ev car dixwazin sucên xwe bi hev re bidomînin. Dixwazin di serî de kurdan hemû pêkhateyên Suriyê careke din bikin dîlên rejîma Baas.

Ev bazara devletên hov in. Lê diyar e, ew ê bazara malê û sûkê hevûdû negrin. Ya yekem, li hemberî vana hêzeke berxwêder heye ku li hember çi zextan serî netewandiye. Hêzên kurd û pêkhateyên din yên Suriyê ku di bin ala QSD’ê de civiyane, bi biryar in û ew ê berxwe bidin, careke din nebin dîl.

Lê rastiyek din jî heye. Ew jî rewşa çeteyên Erdogan in. Bêgûman, ev ne cara yekem e ku Erdogan van çeteyan difroşe. Dema Halep radestî rejîmê kir çeteyan dîsa firotibû. Lê ev car rewş ciddî ye. Di serî de Cephet-ul Nusra û Ahrar-us Şam, hemû hêzên çete dijberiya hevdîtînên her du dewletan dikin. Weha dixwuye ku DYA dixwaze ji vê rewşê îstîfade bike. Ew jî li dijî hevdîtînan radiweste. Dibe ku di navbera hêzên çete, bi taybet Cephet-ul Nusra û Ahrar-us Şam û DYA’yê de jî têkîliyên nû werin danîn. DYA dizane ku ev pêşketinên dûmahî ew ê kêrî Rusya û Îranê were û naxwaze rê bide vê pêşketinê. Ev jî bi me dide nîşandan ku ew ê çete, bi taybet Cephet-ul Nusra zor bide Erdogan jî, Esad jî.

Rewş ne hêsa ye. Erdogan û Esad xwe li dijî kurdan sor kirine. Rusya, ji bo alîkarên Ukraynayê bixe tengasiyê her derfetê bikartîne. Îran dixwaze, bi mezinkirina krîzên derve bandora aloziya naxweyî ji holê rake, ango pêşî li serîhildanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bigre. Erdogan û Esad ew ê çawa ji nav vê agirê derkevin ne diyar e. Ew ê hevdîtîn û piştgiriya têkçûyiyan têrî vê yekê bike neke, em ê bi hev re bibînin. Lê tiştên dixwuye ew e ku her du jî dixwazin bi gurkirina şer û têkdanê, desthilatdariya xwe mayînde bikin.

Divê herkes bizanibe. Aloziya li Suriyê dikeve rewşeke xetertir. Bêgûman, mirov dikare bêje sedema vê rewşa xeter Erdogan û Esad in. Rast e, çavsoriya wan ji her xerabiyê re rê vedike. Lê yên ku vana dibînin û hê jî ji bo pêşîlêgirtina wan ranawestin, ango di serî de DYA û hemû welatên rojavayî jî ji vê rewşê berpirsiyar in.

Nûçeyên Têkildar