Şerê li Rojhilat Navîn ku beriya sed salan destpêkiriya êdî ber bi qonaxa dawî û ji hev derxistina hesabên hêzên desthildar ve diçe. Şerên ku ji dema peymana Lozanê de dewam dikin êdî dema ber bi fînalê biçe ve hatiye. Gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî gelê kurd bû qurbaniya van şer û hesabên lihevkirinên navdewletî.
Eger em berê xwe bidin peymana Lozanê, peymaneke ku di 24’ê tîrmeha 1923’yan de di navbera hevalbendên şerê cîhanî yê yekem û Tirkiyeyê de li bajarê Lozanê hatiye îmzekirin. Bi vê peymanê welatê kurdan (Kurdistan) hat dabeşkirin û di navbera dewletên weke Tirkiye, Iraq, Sûriye û Îranê de hatiye parvekirin. Bi vê peymanê peymana Sewrê ku di navbera hevbeşên peyman û Împaratoriya Osmanî de hatibû îmzekirin hatiye betalkirin. Betalkirina peymana Sewrê nakokiyên di navbera welatên wê demê yên serdest de bi dawî dike û şerê di navbera wan dewletan de veguherand şerekî neteweyî ya li dijî gelê kurd. Kurdistanê dikin çar parçe lê bi parçekirina Kurdistanê re di serî de dewleta tirk a dagîrker ji bo karibe xwe li ser piya bihêle, rêya şer hilbijart. Dewleta tirk a dagirker ku xwedî kîneka dîrokiya li dijî gelê kurd e, dewletên serdest ên cîhanê yan jî em dikarin bêjin NATO jî dewleta tirk ji bo bejewendiyên xwe bikar aniye û xwestiye şerê di navebra dewletan de teng bike. Ev şer veguherandiye şerê kurd ên di navbera Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê. Kurdan ji bo bi destxistina mafê xwe jî rêya têkoşînê hilbijartiye û çiya ji xwe re kirine stargeh. Lê ji ber ku kurd ne hevgirtîbûn di sedsal derbasbûyî de nikarîbûn welat û mafê xwe mîsoger bikin.
Peymana Lozanê ku di dema konferansa Lozanê ya salên 1922-23’yan de hatiye gotubêjkirin û li bajarên Qesra Rumîne û Lozanê ya Swîsreyê di 24 tîrmeh sala 1923an de hatiye îmzekirin. Peyman bi fermî bi hinceta nakokiyên ku di destpêkê de di navbera Fransa û hevalbendên wê Împaratoriya Brîtanyayê, Îtalyayê, Împaratoriya Japonya, Yewnanistan, Sirbistan û Romanyayê de ji destpêka Şerê Cîhanê yê Yekem ve hebû hatiye lidarxistin. Wateya şerê cîhanê yê yekîmîn derbasî qonaxeke din bû. Ji dema peymanê û şûnve şerê di navbera împaratoriyan de derbasî Kurdistanê bû û kurd neçar kirine ku bedelê vî şerî bidin. Di nava dîrokê de gelek serhildanên kurdan pêş ketine lê ji ber ku serhildaneke yekgirtî pêşneketiye heta niha gelê kurd bedelên mezin dane û didin.
Ji ber ku hişmendiya gelên Rojhilata Navîn êdî ne ew hişmendiya berê ye, bi taybetî gelê kurd ku rêya çareseriyê bi pergala Neteweya Demokratîk dibînin, gel li dora fikrê Rêber Apo kom bûne. Ne tenê gelê kurd tevahiya gelên ku keda wan hatiye xwarin hebûna xwe ya azad di xeta azadiyê ya Neteweya Demokratîk de dibînin. Niha li seranserê cîhanê rêxstin, siyasetmedar, çalakvan û kedkar daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Ev jî di dema sed saliya peymana Lozanê bidawî dibe û dibe ku guhartinên leşkerî, siyasî û erdnîgarî di herêmê de pêş bikevin. Di rewaş heyî de eger guhertin çêbibin, her çiqasî Kurdstan hêj çar parçe ye jî bi ked û tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê, kurd dikarin bibin azadiya xwe misoger bikin. Em dikarin bêjin eger kurd hebûna xwe ya niha biparêzin ev ji bo kurdan destkeftiyeke.
Hewldanên lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, heya astekê cihê xwe girtiya û yekitiyek kurdan di aliyê siyasî de pêş ketiye. Ji bo Kurdistan karibe hebûna xwe biparêze tenê lihevkirina siyasî bi têr nake, yekitiya hêzên leşkerî yê kurdan jî pêwîst e. Yê li dijî paçekirina Kudistanê têdikoşe di rewaş heyî de tenê hêzên şoreşger, gerîla û şervanên azadiyê ne. PKK ji roja damezrandina xwe û heta niha ji bo berjewendiya çar parçeyan têdikoşe. Çiqasî aliyên kurd di serî de PDK’ê bi hemû hêza xwe li dijî tekoşîna gerîla û şervanan e, lê tevgera azadiyê dikare li her derê piştgiriyeke mezin ji gel bigire. Ji ber ku gel tekoşîna PKK’ê di berjewendiya xwe de dibîne.
Şerê gerîlayên azadiyê li ser vê hişmendiyê li hemberî dagirkeriya dewleta tirk dewam dike. Ev hêza gel û gerîla hiştiye ku derbên mezin li dewleta tirk bên xistin. Dewleta tirk ku şerê wekaletê yê hêzên hegemon dike, di şerê li hemberî PKK’ê de desteka mezin ji NATO digire, lê ev şer heta kengî wê dewam bike hêj ne diyar e. Êdî NATO û tevahiya cîhanê dizanin ku bi şerê germ wê nikaribin vîna gelê kurd tune bikin. Ji ber dewleta tirk nikare ev şerê wekaletê bigihîne encamê. Dest ji encamgirtinê berdin di aliyê leşkerî, siyasî û aboriyê de hatiye ber têkçûnê. Êdî gelê tirk bi xwe jî tehmulî vê sîtema Erdogan nake. Desteka gelê Tirkiyê ji bo Erdogan pir kêm bûye. Vê yekê di hilbijartinên şaredariyan de bi zelalî hat dîtin û peyama xwe dan. Her wiha pêşxistina teknîka gerîla ya li hemberî balafrên bêmirov jî derbek mezin di aliyê aborî, leşkerî, siyasî û civakî de li dewleta tirk da.
Dewleta tirk ligel ku piştgiriya teknîkê ji NATO’yê digirt jî dîsa ne gihîşt aramnca xwe. Bi partiyên siyasî yên “kurd” re kete nava danûstendinê.Ji bo ku wan li dijî PKK’ê bide şerkirin, ji van partiyan tenê PDK’ê ku ji berê ve hevkarê dagirkeriya tirk e, carek din piştgriya xwe ya bi dagirkeran re da diyakirin û destek da êrîşan. Dewleta tirk niha dixwaze Iraqê jî bikşîne nava vî şerî. Lê heta niha tu lihevkirinek berçav pêşneketiye. Di 14’ê adarê de Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan li gel şandeya pêre ku ji Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin pêk tê seredana Bexda kirin û piştre jî çûn Hewlêrê. Serdana wan di dema propagandeya hilbijartinan de bû û destpêkirina operasyonek berfireh a li dijî qadên gerîla di rojeva wan de bû. Dixwestin bi vî awayî hem ji hilbijartinan û hem jî ji van hevdîtinan sûdê bigirin. Li ne di aliyê hilbiajrtinan de karibûn bi ser bikevin û ne jî destekek bihêz ji Iraqê wernegirtin. Xuyaye ji bo zexteke mezin li ser Iraqê bikin da ku şerê PKK’ê bike, dê Erdogan seredana Iraqê bike. Her çiqasî hatiye diyarkirin ku wê Erdogan di 22’yê nîsanê de seredana Bexdayê bike lê ev naye wê wateya ku dewleta tirk wê destekê ji Iraqê bigire. Eger serdana Hakan Fîdan ji bo Bexdayê encamgir be wê Erdogan seredana xwe nekiriba. Dewleta tirk êdî neçar bûye şerê li hemberî tevgera azadiyê bi dawî bike. Ji bo bi dawîkirina vî şerî jî wê hewldana xwe ya dawî bike û dest bi operesyonê bike. Êdî ji bo Erdogan û AKP di dema nefesên xwe yê dawî de ne. Berxwedana gerîla jî her ku diçe geş dibe û derbê li artêşa dewleta tirk a dagirker dide.