Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Erdogan dixwaze li Rojava ‘Kembera tirkan’ ava bike

Dewleta tirk ji bo mayîndekirina dagirkeriya xwe ya li rojavayê Kurdistanê di nava hewldanên gemarî de ye. Dewleta tirk a ku tirkmenan û kesên ji welatên tirkî weke amûra dagirkeriyê bi kar tîne, hewl dide ku li xeta ji 5 kîlometreyî ya li Serêkaniyê û Girê Spî ‘Kembera tirkan’ ava bike 1

Dewleta tirk a dagirker piştî ku Serêkaniyê û Girê Spî bi destûra DYA û Rûsyayê û bi hevkariya çeteyên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê dagir kir, dest bi karê ‘tirkkirina’ kir. Li gorî agahiyan, Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê hin malbatên ji komarên tirkî anîne Tirkiyeyê, ji bo li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bike ketiye nava liv û tevgerê.

Ev koçberên ji Asyaya Navîn ku niha li Stenbol, Hatay, Dîlok û Rihayê li Navendên Stargehê yên Demkî yên Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ne, ji bo bi koordîneya îstîxbarata tirk li xeta Serêkaniyê-Girê Spî bên bicihkirin dest bi kar kirine.

Hevdîtinan dikin

Li gorî agahiyan, MÎT bi gelek malbatên ji ber sedemên cuda ji Tirkistan a Rojhilat, Tirkmenistan, Ozbekistan, Tacîkistan, Azîkistan, Azerbaycan û Efxanistanê koçî Tirkiyeyê kirine, hevdîtinan dike. Li gorî agahiyan, malbatên ku tê xwestin li herêmê bên bicihkirin ji nava wan kesan tên hilbijartin ku xizmên wan di nava rêxistinên çete yên Tirkiyeyê de ne. Tê gotin ku saziyên Îdareya Koçê, Kizilay û AFAD soz didin wan malbatên li herêmê bên bicihkirin ku dê bi her rengî alîkariya wan bikin.

Çarçoveya ‘Kembera tirkan’

Tê gotin ku ji bo avakirina ‘Kembera tirkan’ a li xeta Serêkaniyê û Girê Spî, tê plankirin ku malbatên ji komarên tirkî dê ji sînor heta bi kûrahiya 5 kîlometreyan bên bicihkirin û yên sûriyeyî jî dê ji wê wêdetir bên bicihkirin. Dewleta tirk dema ku dest bi êrîşên xwe yên li dijî rojavayê Kurdistanê kir, komên Sûltan Mûrad, Sûltan Suleyman Şah, Sûltan Mehmed Fatîh, Mûntasir Bîllallah û Semerkant ku tê gotin ji ‘tirkmenan’ ava kiriye, li deverên stratejîk ên xeta sînor bi cih kiribû.

Mutabaqata Edeneyê

Tê gotin ku sedema vê taktîkê jî Mutabaqata Edeneyê ye ku di navbera dewleta tirk û rejîma Sûriyeyê de di 20’ê cotmeha 1998’an de hatiye amadekirin. Dewleta tirk ji bo xala ‘şopandina ji nêz ve ya 5 kîlometreyî’ bixe meriyetê, demografyaya herêmê diguherîne.

Serokomarê tirk Tayyîp Erdogan piştî serdana xwe ya Macaristanê li balafirê axivîbû û bal kişandibû ser Mutabaqata Edeneyê û niyeta xwe aşkera kiribû. Erdogan der barê dagirkeriya xwe ya li Sûriyeyê de gotibû; ‘Heta ku welatên din dernekevin em jê dernakevin. Belgeya me ya Mutabaqata Edeneyê heye. Di çarçoveya erka ku Mutabaqata Edeneyê dide me em ê sekna xwe bidomînin.”

Tirkmenan weke amûra mayîndekirina dagirkeriyê bi kar tînin

Dewleta tirk beriya niha li Efrîn, Ezaz û Cerablusê ku dagir kiriye, heman taktîk meşand. Çeteyên ji Ozbekistan, Tirkmenistan, Tirkistan, Tacîkistan û Uygurê anîn li van herêmên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê bi cih kiribûn. Ew komên ku qala wan tê kirin û malbatên wan li herêmên Cebel Ekrad (Çiyayê Kurdan) ê li Idlibê, Cebel Tirkmen (Çiyayê Tirkmen), Deriyê Sînor ê Bab El Hewa, Entarib, navçeyên Cindirêsê, Raco, Bilbilê û Şera yên Efrînê, Deriyê Sînor ê Bab El Selame yê li Ezazê û deriyê sînor ê Cerablûsê hatin bicihkirin.

Taktîka gemarî ya MÎT’ê

Midûriyeta Giştî ya Îdareya Koçê û MÎT ji bo guhertina demografyaya herêmê demeke dirêje dixebite. Wezîfedarekî Navenda Stargeha Demkî ya li Rihayê di meha çileyê de ji ANF’ê re ragihandibû ku li kampên MÎT’ê ‘navnîşana Sûriyeyiyan li bajarên ku tê xwestin bên dagirkirin tên nîşandan.’

Wezîfedarê ku ji ber ewlekariyê em nikarin navê wî binivîsînin diyar kir ku koçberên sûriyeyî yên li kampan navnîşana wan a beriya koçkirinê bi bajarên wîlayetên Hesekê, Reqa, Helebê hate guhertin û bi vî rengî ji raya giştî ya dinyayê re hewl tê dayin bê nîşandan ku ew kes ji wan deveran koçber bûne û bi zorê ji warê xwe hatine derxistin.

Çavkanî: Ersîn Çaksu /HESEKÊ-ANF

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar